Rojnameya Ronahî

‘Destdirêjiyên li ser xwezayê bi êrîşên li ser jinan re zêde bûn’

Navenda nûçeyan

Endama Platform Jinan a Ekolojiyê Bêrîvan Omer derbarê polîtîkayên li dijî xwezayê û got: Êrişên li ser xwezayê bi êrişên li dijî jinan ve girêda ye û “Destdirêjiyên li ser xwezayê bi êrîşên li ser jinan re zêde bûn.”

Hemû cureyên êrîşan li ser ekolojiya Kurdistanê tên kirin ji qutkirina daristanan û şewitandina wan, heya bikaranîna madeyên kîmyewî hemû dikevin bin banê şerê li dijî xweza û jiyanê. Endama Platform Jinan a Ekolojiyê Bêrîvan Omer li ser polîtîkayên qirkirina xwezayê axivî û bal kişand ser êrişên li dijî xwezayê û girêdana wê bi êrişên rojane yên ku li hemberî jinan têne meşandin.

‘Bi polîtîkayên qirkirina xwezayê re êrîşeke mezin li ser jinan çêbû’

Bêrîvan Omer qirkirina xwezayê û girêdana wê bi êrîşên li ser jinan têne meşandin wiha pênase kir: “Ji dîrokê ve heya niha mêtingeriya li ser jinan û pê ve girêdayî mêtingeriya li ser xwezayê di heman wextê de dest pê kir. Lewre dema em li roja me ya îro dinêrin, dibînin ku bi polîtîkayên qirkirina xwezayê re êrîşek mezin li ser jinan jî hene. Jin zêde nêzî xwezayê ye, hevsengiya wê diparêze û gelek afirîneriyên wê bi zanista xwe keşf dike. Civaka xwezayî bi rêvebirina jinan bi tendurist bû, destdirêjiyên ewqas qirêj li ser ekolojiyê tunebû. Di kîjan demê de êrîşên li ser xwezayê dest pê kirin? Ji dema ku rêvebirina civakê bi sedema sîsteman ji destên jinan derket. Êdî ji wê demê û şûn de sîstemeke desthilatdar derket holê û zîhniyetek li dijî jin û xwezayê bi pêş ket. Pê re jî şerê berjewendiyan derket pêş û sîstemê xweza ji bo bikaranîna berjewendiyan xiste xizmeta xwe. Piştî ku ew civaka xwezayî ji bo jiyanê her berhemdar bû. Em dikarin bibêjin ku êrîşên li ser ekolojiya Kurdistanê jî di heman wextê de ji polîtîkayên li ser vîn û pêşengiya jinan ji civakê re ne dûr e.”

‘Êrîşên ku têne kirin li hemberî jin û jiyanê ne’

Bêrîvan Omer destdirêjiya ku li ser xwezayê ji aliyê sîsteman ve tê kirin anî ziman û wiha domand: “Sîstemên netew dewletê jin û xwezayê mîna milkê xwe dibînin û weke madeyên bikaranînê ji xwe re dipejirînin. Îro em dibînin guhertina hewayê, zuhabûna heyî, miçiqîna avê û hemû felaketên heyî bi sedema zîhniyetê derketine pêş. Ji roja ku jin ji cewherê xwe hat dûrxistin ve pê re bûyerên qetilkirin, revandin û qirkirina jinan jî destpêkir. Li gorî jiyana em difikirin pêwîst bû em têkiliyên xurtir bi xwezayê re avabikin. Lê di vê serdemê de ger têkiliya me bi xwezayê re hebe jî ne têkiliyeke bi tendurist e, ji bo wê em rastî gelek pirsgirêkên xwezayî tên. Ji qirêjiyê bigre, heta jiyana ne wekhev, ji serweriya li ser mafên jinan heya hemû felaketên xwezayî watedariya wê ne hevaltiya rast bi xwezayê re ye. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên li ser herêmên me tên kirin bi çi zihniyetê ne? Bi zihniyeta hedefgirtina jin û jiyanê ne. Ji ber sîstema ku pê êrîşî civakan dike her tiştî ji xwe re rewa dibîne. Derbarê êrîşên li ser ekolojiya herêmê mîna qutkirina daran ku bi qasî nîv milyon dar heya niha li Efrînê hatine qutkirin, pê re jî destdirêjiya li ser jinan di herêmên dagirkerî de hemû encamên zihniyeta van sîsteman e. Niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em hewl didin bi rêveberiya jinan qezencên di aliyê parastina xwezayê de bi dest bixin. Ji bo wê herî zêde sîstema ku jin û xweza bi hevdû dide girêdan em wê dipejirînin.”

Şerê berjewendiyan li ser ekolojiyê

Bêrîvan Omer bal kişand ser êrîşên li ser xwezaya Kurdistanê her wiha şerê berjewendiyan li ser ekolojiyê şîrove kir û wiha pêde çû: “Welatên cîhanê her roj ji bo parastina ekolojiyê civînan li dar dixin û yek ji prensîbên esasî ji nav biryarên wan qedexekirina madeyên kimyewî. Lê li aliyê din em dibînin ji bo Kurdistanê ev biryarên wan ne derbasdar in û li hemberî qirkirina xwezaya Kurdistanê bêdeng in.  Dewleta tirk rojane herêmên parastina medyayê bi çekên kîmyewî dişewitîne, di nav de jî xweza û hemû zindiyên heyî rastî qirkirinê rû bi rû tên. Sîstema ku cîhan rêveberiya wê dike vê nakokiyê derdixe pêş li hinek cihan xwezayê qir dikin û li hinek cihan biryarên parastina xwezayê derdixin pêş. Mînak berî demek kin ji bo parastina ekolojiyê biryareke cîhanî ji aliyê Desteya Bilind a Parastina Ekolojiyê ve derket ku pêwîst e ji bo qedexeya madeyên plastîk di bikaranîna jiyanê de pêwîst e tevgerkirin hebe. Ger ji bo qedexeya plastîk tevdigerin pêwîst e destpêkê ji bo qedexeya kîmyewî tevbigerin. Ji ber madeyên kimyewî dawiyê li hemû cureyên zindiyan tîne û bi salên dirêj ev xweza venagere weke berê û di berdewamiya jiyanê de pirsgirêk çêdibin. Em dikarin bibêjin ji bo parastina ekolojiya Kurdistanê tu gavên cidî ji aliyên berpirsyaran ve nehatine avêtin.”

Banga têkoşînê

Bêrîvan Omer wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di nêrîna min de sîstema ku jin tê de ne pêşeng be wê di heman wextê de pirsgirêkên xwezayê berdewam bikin. Hişmendiya mêran dûrî prastina hawîrdore, ji ber berjewendiyê esas digre û di nav berjewendiyan de pir tişt windadibin. Ger îro em ji bo jiyana azad û wekhev şer dikin, pêwîst e ji bo parastina ekolojiyê jî em têbikoşin. JINHA