Parlementerên berê yên herêma başûrê Kurdistanê û endamên KNK’ê dan zanîn ku pêwîste kurd ezmûn ji xeletiyên xwe yên heta niha wergirin û bi yekitiya netewî li dijî peymana Lozanê derkevin. Sed sal di ser peymana Lozanê re derbas dibin, lê hîna jî kurd ji ber nebûna yekitiyê di nava êşan de dijîn.
Piştî mehek din wê sedsaliya peymana Lozanê ku Kurdistan bi ser çar dewletan de hat parçekirin temam bibe. Heta niha jî kar li ser bend û madeyên wê peymanê tên kirin. Parlementerên berê yên Herêma Kurdistanê û endamên KNK’ê derbarê sedsaliya peymana Lozanê û giringiya yekitiya netewî ya kurdan de axivîn.
Parlementerê berê yê Herêma Kurdistanê Ebdulrehman Elî, di destpêka axaftina xwe de diyarkir ku dîroka kurdan tijeye ji bûyerên bi êş ku heta niha jî bi wan êşan dinale. Ebdulrehman got: “Kurdan tu demê ji serkeftina hevûdû heznekirine. Ji dema ku Şerîf Paşayê Xendan tevlî kongreya aştî kirî, xelkê digot ew wek nûnerê kurdan tevlî kongreyê nebûye. Xeletiya me ya mezin ewe ku em ne yekgirtîne. Pêwîste em ji xeletiyên xwe ezmûn wergirin.”
Di dewamê de Ebdulrehman Elî da zanîn ku hemû gelan xeletî û kêmanî kirine, lê ezmûn jê wergirtine. Ebdulrehman wiha dom kir: “Sed sal di ser peymana Lozanê re derbas dibe, pêwîste hizbên kurdan berjewendiyên xwe yên hizbî bidin aliyek û lihev bikin. Ji ber ku rewşa niha ya Kurdistanê tenê di berjewendiya dijminên kurdan de ye. Pêwîste kurd ji bo sererastkirina xeletiyên xwe bixebitin.”
Ebdulrehman xwest ku hizbên kurdî bi taybetî jî hizbên desthilatdar ên başûrê Kurdistanê lihev bikin û dawî li nakokiyan û berjewendiyên hizbayetî bînin. Her wiha got, divê pirsgirêk bi riya giftûgoyê werin çareserkirin, parastina statûya herêma başûrê Kurdistan bikin û daxwaza mafên netewî yên kurdan bikin.
Niyeta wan dagirkerî ye
Herweha girêdayî vê yekê Endama KNK’ê û Serkirdayetiya YNK’ê Bilêse Cebar Ferman û Endamê KNK’ê û Endamê Komîteya Ji Ocalan re Azadî ya Başûr û Şoreş Xidir ên di komxebatê de amade bûn, nirînên xwe anîn ser ziman.
Bilêse Cebar Ferman derbarê mijarê de got:’’Divê em vê bizanin ku Tirkiye dixwaze sînorê xwe mezin bike, vekirî tîne ziman ku dawî li Tirkiyeya berî niha bi sed salî pêk hatiye, dawî li Tirkiyeya Atatûrk hatiye. Ji bo wê hemû hewldana wê ew e ku sînorê xwe berfireh bike. Mînakên vê me dîtiye, piştî peymana Lozanê bi 16 salan şûnde, Tirkiyê bi referandûmekê yek ji bajarên Sûriyeyê bi ser sînorê xwe ve daniye. Vê yekê jî bi îtifaqa bi Fransayê re pêk anî. Ev yek jî dide nîşandan ku guherîn li madeyên Peymana Lozanê dikare bê anîn. Tirkiyê di serî de dixwaze li Rojava û Başûrê Kurdistanê û dîsa li Yewnan û Bulgaristanê sînorê xwe berfireh bike. Divê Kurd ha ji van metirsî û guherînan hebin. Ew kartên zextê yên Tirkiye hene, em dikarin çi bikin di her guherîneke madeya Lozanê de jêre amade bin. Li ser kîjan bingehê siyasetê kar bikin.
Stratejiyeke hevpar divê
Endamê KNK’ê û Endamê Komîteya Ji Ocalan re Azadî ya Başûr û Şoreş Xidir jî got;’’Em hemû dizanin Peymana Lozanê dijî gelê Kurd û hemû pêkhateyên li Rojhilata Navîn bûn. Ji vê peymanê yê herî zerer dît gelê Kurd bû ku li ser çar welatên dagirker hatiye parçekirin. Di vê sedsalê de gelek êrîş û qirkirin li ser gelê Kurd û Jenosît li ser pêk hat. Bi hatina sedsaliya Lozanê re bi pêşengtiya KNK’ê û endamên wê xebatek baş tê kirin ku bi hemû pêkhateyên cêwaz, ol û baweriyan di bin sêwanekê de kom bikin ku li dijî Peymana Lozanê be. Armanca me li dijî vê peymanê bikarin helwest û stratejiyeke hevpar nîşan bidin.






