Rojnameya Ronahî

‘Bi fikirê Rêber Apo em ê planên dagirkeran têk bibin’

Birûc Resûl/Qamişlo

Ciwanên Şoreşger yên bajarê Qamişlo diyar kirin ku armanca hêzên dagirker ji şerê taybet li dijî ciwanan têkbirina civakê ye û gotin, bi fikrê Rêber Apo, em ê planên dagirkeran têk bibin. 

Wekî tê zanîn, jin û ciwan stûnên herî bingehîn yên civakê ne, beşên herî aktîv, enerjîk û bi bandor in, lewra heger ev herdu beş bên dîlgirtin, ev tê weteya ku civak bi giştî tê dîlgirtin. Li ser vê bingehê dewletên kapîtalîzim ji bo xistina civakan herdem şerê taybet li dijî jin û ciwanan dixin dewrê. Ji destpêka şoreşa Rojava û heta niha, dewleta Tirk a dagirker li kêleka êrîşên leşkerî yên ser Rojava, bi tevahiya rêbazan hewil dide ku li ser ciwanên Rojava şerê taybet bide meşandin û wan ji çand û exlaqê civakê dûr bixe.

Derbarê şerê taybet yê dewleta Tirk a dagirker ku li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dide meşand û armanc ji hedefgirtina ciwanan, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger yên bajarê Qamişlo Mihemed Elmitliq û Mehmûd Qamişlo ji rojnameya me re axivîn.

’Dixwazin bi riya şerê taybet fikrê ciwanan dîl bigrin’

Mihemed Elmtiliq diyar kir ku dewleta tirk a dagirk hewl dide ciwanan ji rastiya Şoreşa Rojava dûr bixe û wiha got: “Hêzên Kapîtalîzm herdem hewil didin ku bi riya teknolojiya, belavkirina çanda teqlîdkirinê, belavkirina madeyên hişber û fihûşiyê fikrên ciwanan dîl bigrin û wan rastiya wan qut bikin. Dewleta Tirk a dagirker jî, ji bo ku karîbe tevahiya herêmê dagir bike, di serî de ciwanan dike hedef.Dagirkerî li aliyekî hewil dide ku bi riya pereyan ciwanan wekî sîxur li dijî civak û şoreşê bikar bîne, li aliyekî din jî bi riya hin kesan madeyên hişber di nava ciwanan de belav dike û dixwaze ku ciwanan ji çand û exlaqê civakê qut bike. Armanca dagirkeriya Tirk  a sereke dûrxistina ciwanan ji rastiya şoreşê ye.”

’Hewil didin ku ciwanan ji rastiya şoreşê dûr bixin’

Mihemed bal kişand ser rêbazên ku desthildar li dijî ciwanan bikar tînin û wiha got: “Ji ber ku ciwan dînamîka şoreş û pêşxistina civakê ne, hêzên dagirker bi riya şerê taybet, dixwazin ciwanan ji rastiya wan a bingehîn dûr bixin. Dagirker di êrîşên xwe yên leşkerî de jî pêşengên şoreşê û ciwanên dikin hedef. Ji ber ku desthilatdar dizanin ku  dagirkirina fikrê ciwanan tê wateya dagirkirina ramanên civakê bi giştî, ew  bi riya şerê taybet, hewil didin ku fikrê ciwanan bixin bin kontrola xwe. Li aliykî din, dagirker hewil didin ku ciwanan koçber bikin, da ku wan ji şoreşê dûr bixin û li welatên xwe wek koleyan bikar bînin û  îdeolojiya xwe ya faşîst li ser wan ferz bikin.”

’Em ê bi rêxistbûyîna xwe bi ser kevin’

Mihemed Elmutiq axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em wekî ciwan û pêşengên civakê, emê herdem bi rêxistinbûyîna xwe li hemberî şerê taybet bisekinin û armancên dagirkeran têk bibin. Di pêvajoya heyî de ji tevahiya ciwanan tê xwestin ku li hemberî şerê taybet rêxstibûyîna xwe xurtir bikin û di milê fikrî de xwe pêş bixin. Bi felsefeya Rêber Abdulla Oclan wê tekez wê şoreş biser keve û dagirker têk biçin.”

’Armanca dagirkeriyê têkbirina nirxên civakê ye’

Di heman çarçoveyê de Mehmûd Qamişlo jî da zanîn ku ciwan hêza şoreşê ne, ji ber vê yekê di serî de li dijî ciwanan şerê taybet tê meşandin û wiha domand: “Têkoşîna li ser xaka welat, ji mirina li ber deriyê dijmin  bi rûmetir e. Ji ber propogenda û şerê taybet ku dijmin li dijî ciwanan dimeşîn e, rojane bi dehan ciwan di deryayan de, li çolistan û daristanan jiyana xwe ji dest didin. Li hemberî wê rêxistinkirina ciwanan pêwîstiya sereke ye. Dewletên dagerkir bi taybet dewleta Tirk a faşîst, armanca wê ew e ku bi riya têkbirina hêz û fikrên ciwanan, civak û şoreşê têk bibe. ku ew civak tune bibe.”

’Tevlîbûna nava refên şoreşê erka ciwana ye’

Mehmûd Qamişlo da xuyakirin ku wê bi hêza ciwanan tevahiya êrşên dagirkeran têk biçin û axaftina xwe wiha qedand: “Bi hêza jin û ciwanan, wê projeya Neteweya Demokratîk û Şoreşa Rojava bighêje armanca xwe, ji ber vê yekê jî, divî ciwan berpirsyartiya xwe bi cih bînin û xwedî li azadî û nirxên mirovahiyê derkevin. Herwiha divê xwedî li Şehîden xwe derkevin. Pêwîste di her kêliyê de ciwan xwe birêxistin bikin û erka xwe ya bingehîn pêk bînin. Tevlîbûna tevahiya qadên şoreşê erka ciwanan a exlaqî ye û divê vê erkê pêk bînin. Divê ciwan di tevahiya qadan de bibin lêgerên azadî û heqîqetê, herwiha bi fikrê Rêber Apo şoreşê bi ser bixin.”