Rojnameya Ronahî

’Herêmên dagirkerî veguherîne navendên sûcên li dijî jinan’

Birûc Resûl/Qamişlo

Berdevaka Komeleya Sara Arzo Temo diyar kir ku herêmên ji aliyê deewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, veguherîne navendên sûcên li dijî jin û zarokan û got, divê rêxistinên mafê mirovan yên navnetewyî li hemberî sûcên dagirkeriyê yên li dijî jinan bêdeng nemînin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek saziyên jinan hene ku pêşî li tundiya li ser jinê bigirin. Di nav van de navendên pêşeng Mala Jinê, Weqfa Jinan û Komeleya Sara a Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinan ne.

Komeleya Sara a Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan di sala 2013’an de li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê,li bajarê Qamişlo hat damezrandin. Komeleya Sara ji destpêka damezrandinê ve û heta niha li dijî tundiya li ser jinan têkoşînê dike, herwiha ji bo bihêzkirina jinan di warê siyasî, aborî û civakî de gelek kar û xebat kirin e. Di heman çarçoveyê de bi awayekî aktîv semîner û çalakiyan li dar dixe.

Derbarê kar û xebatên Komeleya Sara a Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a bakur û rojhilatê Sûriyê , Berdevka wê Arzo Temo ji rojnameya me re axivî.

`Avakirina Rêxistina Sara `

Arzo Temo diyar kir ku Komeleya Sara li ser bingeha parastina jinan di sala 2013’an de hat damezrandin û wiha domand: “Di destpêka Şoreşa Rojava de, li ser tevahiya herêmên me êrşên tarî pêk hatin, di tevahiya êrîşan de yên herî zêde hatin hedefgirtin, jin bûn. Di êrîşên çeteyên DAIŞ`ê de, bi sedan jin hatin revanidn û kuştin. Di heman demê de, di nava civakê de hin adatên wekî zewcandina temen biçûk û tundiya li dijî jinê pêş ketibû, bi taybet di nava civaka ereb de rêjeya wê zêde bû. Ji bo pêşîgirtina li tundiya li ser jinan, piştî nîqaşên berfierh  me 8 mamosteyên jin Komeleya Sara damezrand.”

 

Arzo da zanîn ku navê Sara tê wateya şehrezad û ji ber ku ev nav di tevahiya civakê de tê qebûlkirin, wan navê Sara hibijart û wiha got: “Bi 8 jinan kar û xebatên komeleya Sara hat destpêkirin û birêve diçe. Her wiha ji bo perwerdekirina û hişiyarkirina jinan di tevahiya komînên gund û bajaran, girûp hatin avakirin. Di 2017`an de komeleya Sara pirojeyea hişyarkirina jinan di kampan de bi rêxistina NPN a Îtalî re pêk anî. Di sala 2019`an de hemleyek bi dureşmeya “Jin Jiyane, Jiyanê Nekujin” hat lidarxistin û 9 mehan hat berdewamkirin, di vê hemleyê de semînerên li ser tundiyê li ser jinê, hatin lidarxistin. Herwiha ji pêşîgirtina li bûyerên xwekuştina jinan, di bin dirûşmeya “Tu Hêviyî ye” pêngavek hat lidarxistin. Di vê pêngavê de ji bo xwendekarên qonaxên navîn û amadehî pirtûkên çand û exlaq hatin belavkirin.”

’Cara yekem ji aliyê jinan ve zagonên jinê hatin dayîn’

Arzo da xuyakirin ku di 2014`an de ji aliyê Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweser ji bo jinan zagon hatin dayîn û wiha dewam da axaftina xwe: “Ev cara yekem ku jinan zagonên xwe danîn, di destpêkê de neqebûlkirina zilam li hemberî van zagonan çêbû, lê paş re ji sala 2014`an de heya 2023`an guhertinek û qebûlkirina van zagnan, pêk hat. Herwiha di civakê de jî,  ji aliyê zehiniyeta zilam ve zagonên ku jinan bi destê xwe nivîsandine heta astekê ber bi çav hat qebûlkirin. Di sala 2022`an de zagona kuştina jinê hatin guhertin, di zagona nû de kuştina jinê bi tu awayî nayê efûkirin. Em wekî komeleya Sara hewil didin ku bi riya semîneran, zagonên jinana ji malbatan şîrovebikin, bi taybet malbatên ereb ku tundiya li ser jinê li cem wan di asteke bilind de ye.”

`Di demên pêş de em ê li Reqa Ofîsekê vekin’

Arzo Temo da zanîn ku Komeleya Sara li herêma Heleb, Kobanê û Hesekê, her wiha li 4 kampên Şehba, Waşokanî, Sêre kaniyê û kampa Newroz ofîsê xwe vekirin e û wiha pê da çû: “Di demên pêş de emê ofîsekê li bajarê Reqayê jî vekin. Armanca me ew e ku li herêmên ku ji DAIŞ`ê hatine rizgar kirin, em kar û xebatên xwe zêdetir bikin. Ji ber civakên wan herêman hîn jî di bin bandora zihniyeta nijadperestiyê de ne. Herwiha bûyerên kuştina jinan jî zêde ne.

Arzo berdewamî da axavitina xwe û got: “Armanca me ewe ku di civakê de wekehevî û demokirasî pêş bikeve û rê li ber tundiya li dijî jinê bê girtin. Di demên pêş de emê li gorî derfetên xwe hewil bidin ku tundiya li dijî jinê ji kokê ve rakin.”

`Pêwîste dewleta Tirk a dagirker were cezakirin `  

Berdevka Komeleya Sara a Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a bakur û rojhilatê Sûriyê Arzo Temo  di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Sipî ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin e dagirkirin, bûne navendinên sûcên li dijî jin û zarokan. Banga me ji bo tevahiya rêxistinên mafên mirovan yên navneteweyî ku li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker xwe bêdeng nekin, divê dagirkerî li ser van sûcan were dadgehkirin û cezakirin.”