Rojnameya Ronahî

‘Şoreşa Rojava şoreşa vejîna jinê ye’

Hunermenda Kurd Hojîn Hêriz diyar kir ku berî şoreşa Rojava, gelê kurd û bi taybet jin, ji tevahiya mafê xwe bê par bû û got”Şoreş Rojava ji bo jinan vejîn e, divê tevahiya jin ji bo xizmeta civakê kar û xebatê bikin”

Feraşîn Herekol /Qamişlo

Di nava Şoreşa Rojava de gelek hunermên kurd bi deng û rengên xwe, piştgiriya şoreşê kirin, li hemberî tevahiya zehmetiyan jî li ber xwe didin û ji gel û civaka xwe re dibin bersiv. Yek ji wan jî hunermenda kurd Hojîn Hêriz e ku tevî zehmetiyan jî , bi deng û awazên xwe karibû bighêje dilê gel û civaka xwe.

 

‘Beriya Şoreşa Rojava gelê kurd dihat çewisandin ‘

Hunermenda kurd ya 27 salî Hojîn Hêriz , ku ji bajarê Dirbêsiya Rojavayê Kurdistanê ye , ji sala 2009 `an de ,bi bandora bavê xwe, her wiha gelek hunermendên kurd yên mîna Eyşê Şan û Mihemed Şêxo, dest bi kar û xebatê hunerê kir .

Di wê demê de kurdan nikarîbûn bi rehetî tev bigerin bi taybet jî jin .Bi sedema hişmendiya desthilatdariya wê demê ku li ser çewisandina gelan xwe ava kiribû, derfet nebû ku jinên kurd karekî ku dilê wan dixwaze bikin. Ji ber vê yekê Hojîn û hevalên xwe karê Çand û Hunera veşartî dikirin û rastî gelek zehmetiyan hatin, wekî işkence, binçavkirin û kiryarên nemirovî. Lê tevî van astengiyan jî wan karê xwe berdewam kir.”

‘Şoreşa Rojava şoreşa vejîna jinê ye’

Piştî Şoreşa Rojava ku bingeha wê fikir û felsefeya Rêber Apo ye , jinên Rojavayê Kurdistan û Sûriyê çavên xwe li dunyayê vekirin û hebûna xwe naskirin, ji ber ku di her demê de bindestbûn û ji mafê xwe bê par bûn. Lê bi şoreşê re û bi taybet piştî avabûna Yekêneyên Parastina Jin (YPJ) yên ku rûmeta jinan diparîzin, jinên Rojava bûn jêdera hêza hemû jinên Cîhanê û êdî rabûn li ser pêyan, herwiha doza mafê xwe kirin. Di derbarê wê de Hojîn da zanîn ku ew wek jin xwe di şoreşa Rojava de dît û derfet jê re çêbûn ku hunera xwe bi azadî herwiha bê tirs pêşkêş bike û got, Şoreşa Rojava ji bo me jinan vejîn e”

‘Ew ê herdem deyndarê vê şoreşê bin’

Huner têra Hojîn nekir ku deynê şoreşê bide û xizmeta welat bike ,lewra li kêleka hunerê , dest bi kar û xebatên mamostiya Zimanê Kurdî kir , di heman demê de jî bernameyek hunerî li kenala Rojava Tv pêşkêş dike. Di nerîna Hojîn de ku ew çiqas kar û xebatan ji bo vê civak bike ,encax karibe deynê şoreşê bide. Ji ber ku şoreşê hişt ku xewnên Hojîn pêk werin. Piraniya berhemên Hojîn yên hunerî li ser Şehîd , Evînî , Şoreşgerî û her cureyên sitranan e , herwiha 6 ji wan kilîp in û hazirtiya derxistina 2 kilîpên nû tê kirin .

 ‘Divê jin ji bo xizmeta civakê kar û xebatê bike’

Hunermenda kurd Hojîn Hêriz di dawiya axaftina xwe de nameyek ji bo jinên Kurdistanî re pêşkêş kir û wiha gotina xwe bi dawî kir: “Ji bo her jinek Kurdistanî Şoreşa Rojava şanseke pir mezine da ku karibin azadiya xwe bi dest bixin. Ji ber vê divê bê tirs li hemberî her astengiyan li berxwe bidin herwiha kar û xebatên xwe ji bo xizmeta civaka xwe bikin. Herwiha li gorî hêza xwe çiqasî karibin kar bikin, ji ber ku ev derfet bi xwîna şehîdan û fikir û ramanên Rêber Apo, ji bo me hatiye peydakirin divê ku em lê xwedî derkevin û nirxê wê zanibin.”