Rojnameya Ronahî

 Ber ve duristkirina takekesiya zanyarî

 

Rêber Hebûn

 

Xwedîkirina pepûkiya ramanî li cem piraniya rêxistinên qezencî makzayîyek e zordarî ye kevin e, sîstemên bavanî berve dîrokê çêrandibûn û ne seyr e ev tişt, ji ber ku piraniya rêxistinên kilasîk a rojhilat navînî yên di hembêza hevrista zordariyê de xwedî bûn, karibû ew hevrist têkeve nav refên wan de bi rêya istixbaratê û giyanê valahiyê têde biafirîne û wan bihêle bibin wek qalibên mîna hev bê rewan û afirandin.

 

ji ber vê yekê hebûna van rêxistinên vala û sist ji bona berdewamiya lawazî û parçebûnê ye, ta civak ji koçberiya deronî rizgar nebe, ewê ku rêxistina nezanîbûnê cîgir kiribû bi rêya serkotkirinê û saxkirina pergalên nexweş ew rêxistinan nikarîn tiştekî ava bikirana, lê erkên xwe timî ku bilerizînin û belav bikin heta bê dawiyê, ji ber ku bi hêsanî nikarin van şêweyên hişk ji holê rabikin, ku desthilata serkotker di nav de çandibû û bi vî rengî dibin destikek e gerentîkar ji parçebûna civakê û valakirina wê ji ronakbîran û bê guman ev tişt qumployk e li ser zanyar û civakê berve demek e dirêj û dûr û ne diyar de û ji sedema tunebûna baweriyê di nav tof û qaşên civakê ta ew civak bibe tenê guhek e vekirî bi ya ekranên medyaya reşker bike, a mirin û cengên demdirêj belav dike ji bo berdewamiya serdestkirin û serweriyê.

Ew hêzên serwer bi rêya wan tofên gêre û kêşe di hundirê civakê de diçînin temenê xwe dirêj dikin û ev tişt di hundirê civakên rojhilat navîn de bi giştî û a kurdistanî bi taybet diyar dibe.

Bûyîna vê penaberiyê windabûneke cûda dûz kiribû ji civakên bi sivîlbûnê ve navdar in.

warhiştî îro pêdiviya wî bi derfeta ewlehiya winda ve heye li welatên têde piştrastbûn tune dibe û tundî têde belav dibe, yê bû nanê van civakan, berhinde peywendiya di navbera tundî û desthilatê  de rê dûz kiribû li pêş çêbûna sabara tirsê li ser dirêjî neqşeya rojhilata navîn û ev nîşanekî diyar ji sirûştiya jiyana rabûyî li ser windabûn, bahatîn û awanteyê dide.

Berhindê kêşeya mirinê di vê çatê de ne tenê bi gerdûn, erd û ezmanê navçeyê ve girêdayî ye û ne tenê ji ber ku vê deverê buxçeya ezmûnan e ji cureyê çekan lê ji ber mirin asta xwe yî xuristî derbas kiribû û êdî di wijdana komî û bîraweriyên wê  de bi cih dibû û va şagirt û ayîndariyên partiyan serok û serweran dikiribûn e  xweda li rex şagirtên rêbazên olî û oldarên bexşînkirinê û di vir de dirindiya mirinê û kanîbûna wê ya zorkuj xuya dibe ji bo belavkirina tirsê bi awayên nûjen, ji ber vê felsefe bi xwestekên desthilatdar ve ji bo kuntirolkirina hişên cemaweran nameşe, û zanîna serkêş bi namesazên kevirbûyî re nameşin û bi baweriyên bîrdozbûyî re lihevnakin yên armanca wana sawkarîkirina bijardeyên ciwan û dijminatî bi zaroktiyê re û anîberkirina wan bi awayekî zorbed di rewşên cengan de, tevî wan hewildanên hov ji bo lîstina bi têgehan û lêkirina wêna bihaneyên girêdayî bi başiyê û zanîna kêşeyê di hewildana xwendina destpêkên wêna ye, û dibe bikaraîna derdên mirovî û anîberkirina rewrewkê dihêle dirindî nexweşiya mirovê niha be, û ti çare nîne ji bilî ceng ve ji alîkî û niştecîbûn ji alîkî din ve, bi pîrozkirina gendelî û sitemkariyê û ev yeka tenê diyarkirineke bêhiş e ji lawaziya mirovî re ye, û bêzariya wî ku bi lingekî qayîm ji bo jiyaneke baştir derbas bibe, bê girtinheviyên wêrankirî û dibe bazdan mîna alavekî bergiriyê be li hember mirin û sertiya jiyanê, palpiştina wê mîna lîstoka belavbûyî ye  li hember rewşên pepûk yên dibin e rastiyên hebûnê, yê dagirtî kelem û nakokî, li gel wê em bi demê re nirxê kêliya yê ku em wê dijîn winda dikin.

Demborîn ji bîrê niştecî dernakeve yê ku penaberiyê hilbijartibû mîna derbirînekê ji gewrebûna xeman di cem xwe de, ji ber vê axaftin li ser kêşeya koçberîkirinê û veguhêztinê divê me bi rêve bibe li rêyên felsefî  û me vegerîne ji babetê yê em li dor wê dizîvirin û ew tirs û mirin e, yên dibin tek bûyer mirov bi rêve dibe li zêdetir ponijîn ji êşên henas û encamên wê bi felekê re.

 

Ev pêvajoya lêkolînê mirovê Kurdistanî dikir di talîzoka serkotkirin û tirsê de, herwiha penaberî dibe aliyê din ji jiyana wî ve, ji ber ew di talîzokeke cûda de di hundirê welêt de dijî, li vir bîranîn û bûyerên berê ji deroniya koçber ve venaqetin û bermayên tiştê ku di bîrê wî de mayî dijî, çendîn tirs ji mirin an pişaftinê an jinavbirinê bi serdestbûna tek çandê li ser komek çandan ve an hewildana hêzeke siyasî ji qirkirina komeke mirovî metirsiyekî mezin bû li cem takekesan û bijardeya berketî bi taybetî ve, ji ber vê dima metirsiyeke cîgir divê mirov li ku derê be lê birame, li welêt an li derve,û ev yeka bû cureyekî ji rikberiya dijber ji reweştên êrîşkeran re bi çewisandina kesên din ji bo bêne jinavbirin, ji ber vê em takekes dibînin bin siha ricîma dûrkariyê tê birêveberkirin û ji rastiya jiyana xwe yê ku li ser metirsî û tirsê cîgir bûye tê razandin,û ew tu carî ji van tiştan qut nabe, tevî ku li penaberiyê be, nikare bi lez ji derdên xwe rizgar bibe, dibe ku li ser tehtên xewina xwe yê binpêbûyî li rojhilatê xwe yê pepûk bijî, berhinde çendîn nakokî di navbera takekesî û sitemkariyê de heye, û ev yeka me dehf dide ku em helwestekê li hember zorkariya bûyerê li ser deronî û kiryarê bistînin. Ev zorenga dijwar di navbera ramanan de mirov dihêle ku ji rewşa xwe qut bibe û li hember wê serî hilde, bi rêya berdêlkirina vê rewşê bi rewşeke din, berhinde takekesî dibe mîna barekî li ser henas, dema ji komê û hatinrêza xwe qut bibe, tevî bosta azadî, derbirîn û tekbûyînê.