Rojnameya Ronahî

DAIŞ’î tên dadgehkirin

Bedran Çiya Kurd li ser navê Rêveberiya Xweser got, bi alîkariya civaka navneteweyî yan jî bêyî alîkariya civaka navneteweyî, ew bi derfet û kapasîteyên xwe dest bi dadgehkirina endamên çeteya DAIŞ´ê yên biyanî dikin.

Li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî, Hevserokê Buroya Têkiliyên Derve ya rêveberiyê Bedran Çiya Kurd daxuyaniyek da çapemeniyê û got, ew ê dest bi dadgehkirina endamên çeteya DAIŞ’ê yên biyanî bikin.

Bedran Çiya Kurd da zanîn ku ew bi sedan endamên çeteyê ji ber sûcên şer dadgeh bikin, tevî ku civaka navneteweyî hevkariya wan nake. Bi giştî qederê 2 hezar endamên çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî wê bên dadgehkirin.

Bedran Çiya Kurd di daxuyaniyê de got, “Ev bû qederê 5 salan e, em êdî nikarin wan bê mehkeme bigirin. Ew ê li dadgehên civakî û li raya giştî vekirî bên dadgehkirin. Her kes, çavdêr, pispor û parêzer hemû, di van dadgehan de wê çavdêrbin. Dadgeh wê gelekî şefaf be.”

Tevî ku nîşanên wê yekê hene ku di nava çend rojan de dozên pêşî, dest pê bikin jî, Bedran Çiya Kurd got, hîna mohleteke diyar ji bo destpêkirinê wan nedaniye, ew li alîkariyê û hevkariya bi civaka navneteweyî re digerin. Nexasim jî di warê xwegihandina delîlên berhevkirî yên di dozan de bi kêr werin ew li benda hevkariya civaka navneteweyî û rêxistinên alîkariya insanî ne.

Derfet kêm jî bin dadgeh dest pê dikin

Bedran Çiya Kurd gazin ji civaka navneteweyî û rêxistinên alîkariya insanî jî kirin, “ew xwe ker û kor dikin.” Ew lê mikur hat ku derfet û kapasîteya Rêveberiya Xweser, nexasim jî di warê destnîşankirina parêzerekî ji her girtiyî re kêm in; heger alîkariya civaka navneteweyî nebe ew ê nikaribin standardên navneteweyî di dema dadgehkirinê de misoger bikin.

Hevserokê buroya têkiliyên derve ya Rêveberiya Xweser, Bedran Çiya Kurd, dîsa jî bi îhtîmam îşaret pê kir ku ew ê bi derfet û kapasîteyên li ber dest, endamên çeteyên DAIŞ´ê dadgeh bikin û heger ev kes bên mehkûmkirin, li gorî qanûna ceza ya li herêmên Rêveberiyê bi cih bûye, wê werin cezakirin.

Barekî gelekî giran e

Bedran Çiya Kurd da zanîn ku di qanûna wan a ceza de îdam nîne, û cezayê hepsê wê li sûcdaran bê birrîn û kesên beraet bikin jî wê bên berdan.

Bedran Çiya Kurd da zanîn ku her wiha hin jinên endamê çeteya DAIŞ’ê jî ji ber ku delîl hene wan zilm kiriye û sûcên şer jî kirine.

Bedran Çiya Kurd got, “Ev barekî gelekî giran e. Gelek kesên tên sûcdarkirin hene. Yên ku ceza li wan bê birrîn wê li hepsên rêveberiyê bên ragirtin. Ka yên ceza li wan bê birrîn, dikarin li welatê xwe vegerin yan na, ew jî elaqedarî peymanên dualî ya di navbera Rêveberiyê û welatên wan de be.”

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ji sala 2019´an ve bi hezaran girtiyên ji ber endametiya çeteya DAIŞ´ê yên welatiyê Sûriyê dadgeh kirin û ceza li pirraniya wan birîn. Hîna hin ji van dozan dewan dikin.