Rojnameya Ronahî

Sûriye ji çiravê dernakeve

Zekî Bedran

Hikumeta Sûriyê hevdîtinên xwe yên bi dewletên Ereban re didomîne. Piştî ku vegera wê ya ji Yekîtiya Ereban re  hat pejirandin, derî ji hevdîtinan re vebûn û trafîka hevdîtinan lez qezenç kir. Dê çi ji van hevdîtinan derkeve, gelo dê sûdekî bide gelê Sûriyê, dê dem diyar bike. Piştî destpêkirina şer pêşketina herî berbiçav ev hevdîtin in. Ji ber ku Yekîtiya Ewropayê biryar dabû ku rêveberiya Esad nasneke. Li şûna wê muxalefet weke nûner pejirandinbû. Li gel ku DYE’yê diyar kir ku li dijî asayîbûna têkiliyên bi Sûriyê re ye jî ev gav hatin avêtin.

Di vê navberê de yek ji pêşketinên girîng jî careke din serkeftina Erdoganê faşîst a di hilbijartinê de ye. Di vê rewşê de dê 5 salên din li ser desthilatê bimîn e. Dê çeteyên çekdar û Îxwaniyên ku jêre dibêje muxalefet destek bike. Diyar kir ku leşkerên xwe ji Sûriyê nakişîne û dê dagirkeriya xwe bidomîne. Li gel vê jî cîhan û gelê Sûriyê dixe şûna bêaqilan, di hevdîtinên Rûsya û Îranê de dibêje “Em alîgirên yekbûna axa Sûriyê ne”. Di vê rewşê de kî li dijî yekîtî û îstiqrara Sûriyê ye? Bêguman Kurdên ku hemwelatiyên Sûriyê ne. Kurd û Ereb, Sûryan-Asûriyên bi hev re dijîn. Li herêmên xweser ên ava kirine bi hev re bi demokratîk dijîn. Di her gavê de dibêjin ku dixwazin pirsgirêkên xwe yên bi Şamê re di nava yekbûna Sûriyê de çareser bikin.

Tirkiyê tenê bi dagirkeriyê re sînordar namîne. Bûye altirnatîfa hikumeta Şamê û hikumetê ava dike. Artêşa Netewî ya Sûriyê ji dehhezaran çekdaran pêk tê. Heman demê de Erdogan penaberên Sûriyê ji hindir û derve de weke dixwaze bikar tîne. Niha dibêjin dê milyonek penaberan bînin û li herêmên dagirkirî bicih bikin. Ev mirov ne xelkê vê herêmê ne. Axa kê dide kê? Evqas bi rihetî û bi kêfa xwe destwerdana Sûriyê li gorî kîjan cîrantî û zagonê ye? Piştî hilbijartinê êrişên SÎHA’yan ên li ser herêmên rêveberiya xweser zêde bûne. Ji Til Rifat heta Til Temirê her roj rastî êrişên bi tang û topan tê.

Welatên Ereban li hemberî van komkujî û êrişên Tirkiyê bertekek cidî nîşan nadin. Helwesta Rûsya û DYE’yê jî ne cuda ye. Eger welatên mezin ên li herêmê destûr nedin ku qadên hewayî bikar bînin, dewleta Tirk dê nekaribe van êrişan pêk bîne. Biryar an jî cezakirinek li dijî Tirkiyê ne di holê de ye. Ev jî dibe sedem ku rêveberiya Erdogan li herêmê dînemêrî û zilmê bike.

Heta ku dewletên herêmê weke temaşevan li zordarî û avakirina aloziyê binêrin dê çawa îstiqrar û aştî li Sûriyê çêbibe? Em Sûriyê bidin aliyekî, Iraq û welatên din jî di xeteriyê de ne. Ev êriş dê ne tenê zirarê bidin Kurdan. Kurd jî weke gelên din gelekî kevnar ê vê herêmê ye. Ma dê mafê wan ê li welatên xwe jiyînê nebe? Bi giranî nexşeya Rojhilata Navîn di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de ji aliyê Fransa û Îngilterêyê ve hatibû xêzkirin. Tirkiyê niha vê têrker nabîne, bi xwe jî hewl dide nexşeyê biguhere û qadên serweriya xwe berfireh bike. Pişta xwe daye NATO’yê, xeyalên wî yên Osmaniyan geş bûye û xerîka herêmê li gorî xwe rêkûpêk bike.

Dewletên heyî ji bo rewş û berjewendiyên xwe biparêzin hevdîtinên veşarî û vekirî didomînin. Gel bûne amûrên van hevdîtinan. Kesek ji wan pir nake û nêrînên wan nagir e. Her cûre lêgerîn û daxwazên demokrasiyê yên gel ji bo xwe weke xeterî dibînin. Giringî nadin wêrankirin û koçberiya bi milyonan kesên Sûriyê. Rêveberiyên xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku modêlek demokratîk pêş dixe ji beriya hertiştî di hedefa yekemîn de ne. Hevdîtin û bazarên Tirkiyê, NATO, DYE û Rûsyayê yên bi dewletên din re li ser vê mijarê ne. Erdogan piştî hilbijartinê di civîna MGK’ê de biryara xwe ya “Divê Sûriye ji rêxistinên terorîst bê paqijkirin” nû kir. Herkes dizane ku Edogan bi van gotinan Kurdan armanc digir e. Pirsgirêka wî bi çete û rêxistinên sûc re tune ye. Ji bo wana dijminê sereke Kurd û demokrasî ye.

Her ku diçe pereyê Sûriyê nirx winda dike. Gel bi lez xizan dibe. Welatên Ereban jî weke berê deriyan venakin ku gel biçe ji derve kar bike. Beşek hewl dide bi qayîkên rizî bigehin Ewropayê. Êdî hêjmarên di deryayan de dixeniqin baş nayên zanîn. Ewlehî, xizanî û nediyariya pêşerojê her ku diçe rê ji bêhêvîtiyê re vedike. Armanca Tirkiyê û desthilatên din jî ev e. Bila gel koçber bibe, axa xwe terk bike, ji bo Erdogan û kesên weke wî jî derdorê ji bo xirabî û êrişên xwe ava bikin. Ji bo ev lîstik û planên heyî bên valaderxistin divê gelê Sûriyê û hêzên demokratîk hîn hişyartir bin û berxwedanek bi biryardarî nîşan bidin.