Rojnameya Ronahî

Reva ji kesayeta netewî diyrdeyeke di cihê matmayê de ye

Biradostê Mîtanî

Îro li Rojava -Bakur û Rohilatê Sûriyê perwerde biwe ya bi zimanê hemû netewan, di nav wan de pewerdeya azad a bi zimanê Kurdî. Ji xwe ev destkeftiyeke di cihê şanaziyê de ye û bi tekoşîn û xwîna pakrewanan pêk hatiye. Lê diyardeya xirab a di cihê matê de ye,ew e ku beşek ji kesên pêkhateyên di herêma Rêvebiriya Xweser de nirxên zimanê dayîkê bi taybet û yê biratiya gelan û demukratîxwaz nas nakin û ji vê perwerdeyê direvin.

Van rojan bi rengekî serkeftî û kêfxweşî, li cem beşek ji pêkhatan, sala xwendinê ya Rêvebiriya xweser, piştî ked û westanê bi dawî hat. Ji dêla ku pêkhateyên me tev vê bidawîhatina sala xwendinê ya Desteya Perwerdê bi şanazî û kêfxweşî pêşwaz bikin, beşek ji wan bi bêbawerî helwesteke xirab girtin û zarwên xwe rêdikin ezmûnên rêjîmê, bi taybet ji gelê Kurd ê ku zimanê wî di wê perwerdeyê de nîn e û di rêbazên wê de erêkirin û pênasiya çand,kesayet û hebûna wî nîne. Mixabin ta îro ew rêbaz civaka Sûriyê-Weke ku di prseke ezmûna R(9) ya heybera Niştimaniyê de hatî-dike civaka Erebî tenê. Ta bi birayên me yên Ereb vê yekê napejirînin û dibêjin civaka Sûrî. Vêce çawa Kurdê me hene vê hişmendiya xirab li ser xwe dipjirînin û zarokên xwe rêdikin vê perwerdeyê û wilo çawa mamoste jî pê pabend in?.

Mixabin henek Kurd zarokên xwe rênakin dibistanên Kurdî û rêdikin wê perwerdeya stemkar û nijadpereset. Gelek ji wan zarokên xwe ji perwerdeya kurdî vedkişînin û dibin a wê, ya nedemukratxwaz. Ta îro gelek malbat û mamoste ji kesayeta wan a netewî ya qelis têkildarên wê perwerdeya nijadperest in û ev (11) sal in perwerdeya Rêvebiriya Xweser a bi hemû zimanên pêkhatan e û bixwe nimûne ji mirovahiyê û biratiya gelan re,jê dûr in.

Îro li gor ku hestên netewî geş dibin û netew azad dibin, nexasim netewa Kurd, lê hê beşek hevalbendên wan desthilatdarên kevneperest in û dijî destkeftiyên xwe yên netewî û demuqrasî ne. Di cihê matê de ye ku beşek Kurd ta îro hevalbendê wan rêjîman e,yên ku çand,kesayet  û netewa wî tine dikin.

Ma ne di cihê matê de ye ku beşek Kurd dijî perwerdeya bi zimanê Kurdî radwest e? Ma ne diyardeyek xirab e ku beşek Kurd hevalbendê çeteyên dagirker in di Efrîn,Serê kaniyê û Girê spî de ne? Ma ne di cihê matê de ye û xerîb û ecîb e ku bi melyonan ji Kurdan di hilbijartnên serokatiya Tirkiyê de,dengê xwe dane Erdogan û ew e yê ku kesayeta Kurdî tine dike,zindanan ji kurdperweran tejî dike û bi hezaran ji miletê me li Rojava bi taybet û li Kurdistanê bigiştî pakrewan dike û gund û bajaran wêran dike?. Ma ne di cihê matê de ye ku ew qas berlemaniyên Kurd hevalbendên wî ne û (4) wezîrên wî yên nû Kurd in û wê hevparên wî bin di qirkirina gelê Kurd e?

 

Ew diyarde hemû û ji xeynî wilo jî ên bi wan Kurdan re heye, ji ber ku ew ji kesayeta Kurdî û mirovahî dûr in û ji bercewendiyên kesayeta xwe re dikin û mêjiyên wan ji kurdiyetê hatiye şiştin!!!.