Rojnameya Ronahî

koalisyona navnetewyî ya li dijî daiş ê wê pirsgirêkê çareser bike?

Volkan Elî                                              

 Dema ku dîrokê rûpela Îlona 2001’ê nîşan dida, li Emerîkaya payîtexta modernîteya kapîtalîst tiştekî balkêş qewimî. Rêxistineke Îslamî ya radîkal a bi navê El-Qaîde li ser Bircên Cêwî çalekiyek ku tevahî pergala kapîtalîst xiste qirîzê li dar xist. Lê di demeke kurt de şik û guman ketin li ser wê ku ev rêxistin ji aliyê kê ve, bi çi armancê çê bûye û li cihekî wekî Emerîka cihê herî parastiyê yê modernîteya kaptalîst e, çawa dikare çalakiyên bi vî rengi li dar bixe. Mînak hê jî tê gotin ku wê roja ku (11’ê Îlona 2001’ê) ji aliyê Îsraîlê ve nêzîkî 5 hezar Cihûyên li wan Bircên Cêwî dixebitîn hatin şiyarkirin û ew neçûne ser xebatê û hwd.

Qirîza herî mezin di navbera mirov û xwezayê de ye

piştî vê bûyerê, Emerîkayê ev yek wekî sedêm nîşan da û qaşo wekî ku dayibe pey El-Qaîdeyê di 2003’yan de dest werdana xwe ya li ser Rojhilata Navîn berfireh kir. Kete Iraqê, pergala Sedam wê bi xwe ruh û can dabuyê şehitand û Iraq seranser dagir kir.

Ji beriya ku bûyera Bircên Cewî biqewime, ji beriya ku destwerdana Emerîkayê li ser Rojhilata Navîn pêk were û heta ji beriya ku pergala Rusyaya Sowyetê, pergala susyalizma pêkhatî ya heyî hilweşe, di navbera modernîteya kapitalîst û pergala real sosyalîzmê de jixwe qirîzek hebû. Heta ji beriya sosyalîzma real ava bibe, beriya şerê cîhanê yê destpêkê de jî di navbera dewletên kapîtalîst de ezme her hebûne. Ji vê jî wêdetir dîroka şaristaniyê ew bi xwe dîroka qirîzan e. Dema ku şaristanî-dewlet li Sumer ava bû, destpêkê jin kiriye kole û piştre jî piraniya civakê… yanî dewlet-îqtîdar hê di derketina xwe bi ezmeyê, xwe li ser civakê ferz kiriye. Bi civakê jî nemaye, mînak di roja me ya îro de krîza herî mezin ezmeya ekolojik, krîza di navbera civak  û xwezayê de ye. Di rastiya xwe de ezme di navbera modernîteya kapîtalîst û xwezayê de ye.

Sistema kaptalîst sersebebê hemû pirsgirêkan e

Em mijarê pir dirêj nekin, cewhera pirsgirêkê bi xwe resmaliyetê de; ew bi xwe encax dikare bi rengê ezme hebe. Eger nebe jî divê ku krîzekê derxîne da ku karibe civakê bixapîne û xwe wekî mehdî û rizgarkerê mirovahiyê nîşan bide.

Tê zanîn piştî ku sosyalîzma real li cîhanê wekî pergal xwe da rûnişkandin, Rûsyaya Sowyet Exfanîstan dagir kir. Bloka kapîtalîst ji bo vê pergalê tesfiye bike hemû hêzên fundamentalist (paşverû-olperest) bi taybetî yên îslamî li hev kom kirin. Perwerde kirin. Ev xebat ne tenê li welatên real sosyalîst li welatên cîhanê û bi taybet jî li welatên Rojhilata Navîn meşandin. Ber bi dawiya salên 1980’an ve di şexsê Rûsyaya Sowyet de pergala real sosyalist têk çû. Dibe ku hêza ev pergal têk biriye ne xebatên fîzîkî yên antî-sosyalîlst bû, lê piştî ku Sovyet û pergala wê hilweşiya, hêzên hegemonyaya kapîtalîst bi hêzên li dijî sowyetê li Efxanîstan û gelek cihên din şer dikirin re rû bi rû man.

Vaye rêxistina El-Qaîde ku çalakiya Bircên Cêwî girte ser xwe di şert û mercên wisa de ji aliyê îdeolojîk ve dest bi çêbûnê kiribû. Piştî ku Emerîkayê mudaxeleya Iraqê kir, di aliyê fîzîkî de rêxistina El-Qaîde ya bi pêşengiya Bin Ladin di astekê de tesfiye kir. Lê ji aliyê din ve mekanizmeya modernîteya kapîtalîst ku qirîzê diafirîne hemû hêzên paşverû yên mayî jî serbest berdan, yan jî rewş xweşkirin ku xwe çêbikin. DAIŞ jî di van mercan de li Iraqê wekî hêzeke Îsalamî ya siyasî li Iraqê derket holê û pêşket. Ji ber ku otorîteya Sedam ji aliyê Emerîkayê ve hatibû hilweşandin, hem hêzên Sedam yên bê serî mayine û hem jî kevneşopiya olî ya ji rê derketî DAIŞ bi hêztir kir.

Şerê QSD’ê li hemberî DAIŞê şerê ji bona xelasiya mirovahiyê ye

Ber bi sala 1914’an DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyeyê gelek erd bi dest xistin. Hêzên modernîteya kapîtalîst di astekê de yan çavê xwe ji vê re neqandin yan jî jixwe ev firsendek bû ku bi şerekî hîn mezintir dest li Rojhilata Navîn werde. Jixwe di sala 2011’an de li Tunusê pêvajoya ‘Bihara Gelan’ dest pê kiribû. Di encamê de hem hêzeke Hitlervarî faşîzmeke pir reş û tarî DAIŞ derketibû û pêş diket, ji aliyê din ve ji Libya, Misir û Sûriyeyê civaka Rojhilata Navîn di nava kaoseke tarî de dinaliya.

Dema ku DAIŞ’ê xwe gihand Rojavayê Kurdistanê, hesabên hêzên hegemonîk têk çûn. Çawa ku hêzên ku piştre bibûna El-Qaîde, Telîban li hemberê Sowyetê hatibûn bi rêxistinkirin, wexta ku li hemberê Emerîkayê çalakiya Bircên Cêwî li dar xistin, hesabên hêzên hegemonîk wê têk biçûna, wexta ku DAIŞ destpêkê li Kobanê û piştre jî li beramberê hêzên Azadiya Gelan têk çû, dîse hesabê wan xira bû. Di encam de bi civaka û hêzên xwe ya leşkerî Rojava hêzeke wekî DAIŞ’ê têk bir.

Di ser vê pêvajoyê re, eger mirov ketina Baxozê dîroka herî dereng a têkçûna DAIŞ’ê bihesibîne, herî kêm 4-5 sal derbas bûn. Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelên herêmê, piştî hitler dijminê mirovahiyê yê herî xeter têk bir, hewl dide jixwe re pergalekê çêbike. Wekî sîstema civakî Rêveberiya Xweser ji xwe re diyar kir. Lê di heman demê de bi dehezaran çeteyên DAIŞ’ê (girtiyên DAIŞ’î û yên li kampan dimînin) man bi serê xwe. Ji aliyê fermiyeta hêzên hegemonîk ên dewletdar ve ev pergala Rêveberiya Xweser nayê qebûlkirin. Maneya wê çi ye? Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çima DAIŞ’ têk birin! Bi taybetî Hêzên Navnetewî yên Li Dijî DAIŞ’ê dibe ku bi dengekî bilind wisa nabêjin. Lê mînak, ji bo ku bi dehezaran milîtanên ji her aliyê cîhanê hatine, werin darizandin ti hewldana wê ya şênber tine ye. Di vê civîna dawî de jî ti îşaretên wê xuya nebûn. Ruhê dehazaran şehîdên li dijî DAIŞ’ê şer kirine nerehet e. Ji ber ku wan ne tenê ji bo gelên Bakur û Rojhilatê sûriyê, ji bo tevahî gelên cîhanê şer kirine.  Ji ber vê yekê em bixwazin-nexwazin jî tiştekî wisa tê bîra mirov: Gelo hêzên dewletdar ên navneteweyî naxwezin DAIŞ têk biçe? Bi palpişteke wekî Erdogan, bi dehezaran milîtanên xwe û bi hêza xwe ya îdeolojîk timî îhtîmal heye ku DAIŞ biserxwe ve were. Gelo naxwazin qirîza ku gelên Rojhilata Navîn û gelên Sûriye di nav de ye xelas bibe?