Dilyar Cizîrî
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja 10’ê Hizêranê bi daxuyaniyekê diyar kir, ew ê zêdeyî deh hezar çeteyên DAIŞ’ê yên ji 60 nasnameyên cûda û niha di 26 girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne bi awayekî vekirî û zelal dadgeh bike.
Bi vê biryara Rêveberiya Xweser re gelek nîqaşên cûda derketin pêş. Hin şîrovekaran îda kirin ku Rêveberiya Xweser ji bo qezencên malî werbigire, biryarek bi vî rengî girtiye. Hinan jî pirsa gelo derfeta Rêveberiya Xweser heye, wan çeteyan bi awayekî adilane, dadgehe bike?, dikirin.
Beriya mirov pirsên bi vî rengî bike, gelo mane erka hikûmetên cîhanê ye, pirsa hemwelatiyên xwe yên di girtîgehên Rêveberiya Xweser de bikin. Mane erka wan e, di vê mijarê de alîkariya Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên leşkerî yên ku li şûna hemû cîhanê şerê çeteyên DAIŞ’ê kirin, bikin.
Pirsgirêka mezin hemû hikûmetên cîhanê yên ev çete hemwelatiyên wane, xeteriya van çeteyan baş dizanin. Bi taybet di rewşeke wekî niha dewleta Tirk a wan ji hemû welatan kom kir, perwede kir û derbasî Sûriyê û Iraqê kir, nêzîke û li bendê ye wan ji girtîgehan derbixe û bi wan şerê gelên herêmê bike.
Divê Koalîsyona Navdewletî û hemû welatên di bin sîwana wê de van metirsiyan paşguh nekin. Di heman demê de divê baş bizanin dawîkirina çeteyan bi qutkirina çavkaniya piştgiriya DAIŞ’ê hikûmeta Erdogan e. Heta Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê, Neteweyên Yekbûyî û hemû welatên hemwelatiyên wan di girtîgehan de ne, çavên xwe ji van rastiyan bigire, ne mimkine pirsgirêka navdewletî ya girtiyên DAIŞ’ê çareser nebe.
Rêveberiya Xweser û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên di şerê li dijî DAIŞ’ê de zêdeyî 15 hezar şehîd û 25 hezar birîndar dane, ji her kesî zêdet dixwazin pirsgirêka van girtiyan û malbatên wan ên di kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne, were çareserkirin.
Lê mixabin tişta li ber çavan di serî de hikûmeta Iraqê, civaka navdewletî û welatê din wekî nema serê xwe xistine axê û naxwazin bibînin. Hikûmeta Iraqê duh civînek derbarê metirsiya Kampa Holê lidar xist. Îda dikin, divê kamp ji koçberan were valakirin.
Şêwirmendê Ewlekariya netewî ya Iraqê Qasim El-Erecî derbarê kampa Holê de gotibû, kampa herî xeternak û behsa xeteriya wê ya li ser tevahî herêmê kiribû. Di civîna duh a li Iraqê derbarê Kampa Holê de hate lidarxistin jî behsa metirsiya kampê tê kirin û bahsa valakirina wê dikin.
Hikûmeta Iraqê ya behsa valakirina kampê dike, zêdeyî 30 hezar hemwelatiyên wê di kampê de bûn. Heger hikûmeta Iraqê li şûna axaftinan kar kiriba, wê barê nîvê kampê ji ser pişta Rêveberiya Xweser daketa. Lê li şûna rakirina bar û hemû berpirsên hikûmeta Iraqê xwedî li berpirsyariyên xwe beranberî hemwelatiyên xwe dernakevin. Dijberî wê jî daxuyaniyan didin û îda dikin divê pirsgirêk were çareserkirin. Ev rewş li ser girtîgehan jî heman tişte. Rêveberiya Xweser beriya niha bi dehê caran ji Koalîsyona li dijî DAIŞ’ê û ji civaka navdewletî daxwaz kiriye, ew bê helwest dimînin. Niha bi vê biryarê dibe neçar bibin, hinekî xwedî li berpirsyariyên xwe derkevin.