Rojnameya Ronahî

“Şaristan Asmîn şopdara heqîqeta Rêber Apo bû”

 

Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) diyar kir Şaristan Asmîn a ku çaryek sedsalê têkoşiya û şopdara herî xurt a heqîqeta Rêber APO bû ji ber nexweşiyê şehîd ketiye.

Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku xebatkara çapemeniyê ya YJA Starê Şaristan Asmîn (Leyla Yildiz) a ku 24 sal in têdikoşiya, ji ber nexweşiyeke giran şehîd bûye.

“Têkoşîna azadiya Kurdistanê, ji roja pêşîn ve rastiyeke civakî ye ku ji bo jiyana azad, xwedî îdiayên mezin ên welatekî azad e û ji bo pêkanîna vî tiştî bi fedakarî tevlî nav refên şoreşê dibe. Ev rastiya di xeta Apoyî ya bi mîlîtanî de ku tu astengiyan nas nake, îro jî li çiya, li gund û bajaran, li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û qirker û li dijî mêtingeriya modernîteya kapîtalîst berxwedanên destanî li dîrokê dineqişîne. Dema ku ev têkoşîn didome, hevalên me yên herî paqij û kirdeya jiyana watedar in şehîd dibin. Bi şehadeta xwe dibin şahidên avakirina kêliyên azadiyê, di nav krîza civakî de ku dinya ber bi wê ve diçe, li ser asasê paradîgmaya Rêber Apo ku wek hêviya jiyana azad bi pêş ve diçe, têkoşîna şehîdên me ku xwedanên meşeke bêdawî ne û ev meş bê navber didom e. Hevrêya me Şaristan Asmîn (Leyla Yildiz) hevrêyeke me ya ji wan hevrêyan e ku li gor vê rastiyê jiyaye, di demên herî zor de bûye xwedana têkoşîneke afirîner.

Hevrêya me Şaristan, di sala 1981an de li Mersînê hatiye dinê. Bi eslê xwe ji Botanê ye. Botana ku cihek ji cihên qedîm ên Kurdistanê ye, cihek ji wan cihan e ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê lê geş bûye. Malbatê ji ber sedemên aboriyê koçî Mersînê kiriye. Malbata hevrêya me Şaristan, li wir jî welatparêziya xwe domandiya. Hevrê Şaristan jî bi bandora vê çanda xurt a welatparêziyê mezin dibe.

Wê têkoşîn û hevrêtiya nav PKK’ê ji xwe re kir esas

Ji ber Komploya Navneteweyî ku sala 1998’an li dijî Rêber Apo hate destpêkirin, li seranserê Kurdistanê serhildan çêdibe, ev tişt bandora xwe li hemû cîhanê jî dike. Di vê pêvajoyê de hevrê Şaristan jî berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Hevrê Şaristan sala 1999’an vedigere Botanê û digihîje gerîla. Ji gava ku dest bi têkoşînê dike, jiyana li gor pîvanên têkoşînê ji xwe re dike esas û dikeve rêya pêkanîna serfiraziyên mezin. Wekî gerîlayeke jin li serê çiyayên Kurdistanê, pêkanînê têkoşîna li dijî dagirkeriyê û kûrahiya hevrêtiya PKK’ê ku rastiyeke afirîner e di her kêliyê de ji xwe re dike esas. Li Botanê dest bi têkoşîna gerîlatiyê dike, li Heftanînê têkoşîna xwe didomîne. Di dawiya sala 1999’an derbasê Qendîlê dibe. Heta sala 2002’yan li Qendîlê dimîne, dibe xwedana tecrubeyên mezin.

DI DESTEKÎ DE ÇEK Û DI DESTÊ DIN DE JÎ KAMERA

Hevrê Şariştan bawer dikir ku têkoşîna gel bi naskirina jiyana gel, bi awayekî serkeftî dikare bê meşandin, di her qadê de xebat ji xwe re kir rêgezeke bingehîn. Bi vê yekê re tenê bi çiya re sînordar namîne. Di sala 2014’an de dema çeteyên DAÎŞ’ê li Şengalê li dijî gelê me yê Êzidî êrîşeke qirkirinê pêk anî, hevrê Şaristan jî kedeke mezin da ku haya cîhanê ji vê qirkirinê çêbibe. Hevrê Şariştan li qadên Mexmûr, Kerkûk û Şengalê hem weke gerîlayeke jin hem jî weke xebatkara çapemeniya azad têkoşiya.

Hevreyê me Şaristan Asmîn ku şopdarê tevlêbûna têrwate, dilsoziyeke bêsînor û heqîqeta Rêber Apo ye, li pey xwe mîrateya mezin a berxwedanê hişt. Hevrê Şaristan di 3’ê Hezîrana 2023’an de ji ber nexweşiyê tevlî nav karwanên nemiran bû. Em sersaxiyê ji malbata hêja ya hevrê Şariştan û ji gelê Kurd ê welatparêz re dixwazin. Em di şexsê hevrê Şaristan Asmîn de hemû şehîdên xwe yên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soz dikin ku em ê xeyalên wan ên Kurdistana azad ku jiyana xwe ji bo vê feda kirine, pêk bînin.

Nasnameya heval Şaristan wisa ye:

Nasnav: Şaristan Asmîn

Nav û Paşnav: Leyla Yildiz

Cih û dema jidayikbûnê: 1980 / Mêrsîn

Navê dayikê: Hediye

Navê bav: Alî

Cih û dema tevlêbûnê: 1999 / Mêrsîn

Cih û dema şehadetê: 3’yê Hezîrana 2023’an