Rojnameya Ronahî

‘Dewleta Tirk a dagirker zarokan dike hedef’

Rêvebera Komîteya Şopandina mafê zarokan Şilêr Cûlya Xelo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di êrîşên ser bakur û rojhilatê Sûriyê de zarokan dike hedef û got”Em kiryarên ku li herêmên dagirkirî li dijî zarokan tên kirin, bi belgeyan ji raya giştî re eşkere dikin.”

Navenda Nûçeyan \ Qamişlo

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, li herêmên dagirkirî tevahiya zagonên navneteweyî yên mafên mirovan binpê dikin, bi taybet li dijî zarokan gelek kiryarên dijmirovî pêk tînin. Ji destpêka dagirkirina herêmên Efrîn, Serê kaniyê û Girêsipî û heta niha, rojane li dijî jin û zarokan kiryarên nemirovî pêk tên. Tevî ku tevahiya kiryarên dagirkeriya Tirk li pêş çavê cîhanê tên kirin jî, tevahiyua cîhan xwe bêdeng dike û bi taybet rêxistinên navneteweî yên mafê zarokan erkê xwe yê exlaqî pêk nayînin û ji bo berjewendiyan xwe kur û lal dikin.

Derbarê kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî zarokan li herêmên dagirkirî, rêvebera Komîteya Şopandina Mafê Zarokan Şilêr Cûlya Xelo ji rojnameya me ” Ronahî” re axivî.

‘Zarok dibin qurbaniyên êrîşên qirêj yên dewleta Tirk ‘

Cûlya Xelo diyar kir zarok dibin qurbaniyên hemû kiryarên qirêj yên dewleta Tirk a dagirker û wiha axivî: “Di tevahiya êrîşên ku ji aliyê dagirkeriya Tirk ve li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye kirin, zarok yên herî zêde bandor dibe û hatine hedefgirtin .Bi taybet jî li herêmên dagirkirî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û Çeteyên wê ve êrîşên veşartî li dijî zarokan, tên kirin, mînaka herî mezin jî , keça temen 8 salî ya ku li herêma Efrîn ji aliyê çeteyên ser bi dewleta tirk a dagirker ve ,hate tecawizkirin. Bi sedan ji bûyerên wisa li herêmên dagirkirî diqewimin ,lê ji ber ku dewleta tirk van bûyeran vedişêre. Ji rêxistinên mafê mirovan yên navneteweyî  bêdengiyeke eşkere ye.”

‘Ji bo parastina mafê zarokan zagon hatine nivîsandin ‘

Cûlya Xelo da zanîn ku  kir ku ji bo parastina mafê zarokan, ji aliyê komîteyê ve hin zagon hatin nivîsandin û wiha axaftina xwe domand: “Me wekî komîte ji bo parastina mafê zarokan gelek zagon nivîsandin , lê beşê ewlekariya sûc ya ji bo parastina zarokan hîn temam nebûyê. Li gorî van zagonan em zarokên ku çi ji malbat , civak , kesayetên derdora wan û kîjan aliyê ku bandoreke neynî li ser zarokan dike , diparêzin. Eger binpêkirinek di mafê zarok de ji aliyê malbatê bê kirin, em mudaxele dikin da ku malbat soz bidin ku nama bêmafiyê derheqê zarokê xwe bike, lê eger binpêkirin ji aliyên  kesin din ve be, em destpêkê hişyariyê didin, lê dema dûbare bibe em dest bi pêkanîna zagonan dikin û li gorî belgeyan ji aliyê dadgeha ve têne cezakirin.”

 

‘ Ji bo parastina zarokan perwerdekirina wan girîng e’

Cûlya da zanîn ku ew ji bo parastina zarokan, zarok û malbatên zarokan perwerde dikin û wiha  axaftina xwe berdewam kir: “Perwerdekirina zarok herwiha malbatan  gaveke sereke ye ji bo parastina zarokan, ji ber ku di gelek caran xerabî û kiryarên li dijî zarokan çêdibin , sedema wan bêhişiya wan  ji aliyê naskirina rastiyê ji şaştiyê ye , di heman demê de jî hin malbat zexteke mezin li zarokên xwe dikin him ji aliyê îşkence , him di milê mehrûmkirina zarokan ji gelek tişln pêwîst. Ji bo vê yekê perwerdekirina zarokan û malbatê jî girînge. Piraniya perwerdeyên me yên ji bo zarokan jî , li ser şîrovekirina bandorên neyênî yên dermanên hişbirê li ser mirovan û bi taybet li ser  zarokan,  herwiha çixare û hemû tiştên ku zirarê dighêjîne wan. Armanca me ji van perwerdeyane ku zarokên me şaştiyên mezin nekin û baldarbin, herwiha hişmendiyekê mezin li cem wan bê avakirin,”

‘Giropên me di komînan de jî tên avakirin’

Cûlya destnîşan kir ku ji bo alîkariya zarokan di aliyê hişmendiyê de, ew giropên xwe di komînan de ava dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kar û xebatên herî girîng yên ku em niha ji bo zarokan dikin , avakirina girûpên ji bo zarokan di her komînekê de , da ku em karibin bi rêya komînan semînerên hişmendiyê bidin zarokan, herwiha derxistina zarokan ji bo cihên bêhnvedanan û her pêwîstiyên ku ji bo rehetiya zarokan girînge , bikin . Bi vî awayî  wê karê me zêdetir bi rêxistinî bê kirin.”

‘Kiryarên li herêmê dagirkirî têne kirin bi belgeyan têne eşkere kirin’

Rêvebera Komîteya Şopandina Mafê Zarokan Şilêr Cûlya Xelo di çarçoveya karê xwe de tekez kir ku ew kiriyarên dewleta Tirk û çeteyên yên ku li herêmên dagirkirî, li dijî zarokan têne kirin bi belgeyan ,eşkere dikin û wiha axaftina xwe qedand: “Tevî ku dewleta Tirk û çeteyên ser bi wê ve derfet nadin ku kiriyarên wan yên li dijî zarokan li herêmêm dagirkirî, ji aliyê ragihandinê eşkere bibe, em çiqas ku ji dest me tê kiryarên wan bi riya belgeyan ji bo UNCF, herwiha saziyên eleqedarî mafê zarokan, eşkere dikin,  em ji rêxistinê parastina zarokan yên navneteweyî dixwazin ku kiryarên li dijî zarokan li herêmên dagirkirî bisekinînin. Em ê hewl bidin ku bi çi awayî be herwiha li gorî derfetên xwe, rehtiyê ji bo zarokên xwe û jiyaneke bi aramî ji bo wan peyda bikin.”