Tuesday, July 21, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 5’emîn Konferansa Yekîtiya Êzîdiyan  A Efrîn Û Şehbayê  Tê Lidarxistin

12/06/2023
in NÛÇE
A A
 5’emîn Konferansa Yekîtiya Êzîdiyan  A Efrîn Û Şehbayê  Tê Lidarxistin
Share on FacebookShare on Twitter
Di bin dirûşmeya “Êzdiyatî Nasname, Çand, Dîrok û Berxwedaniye”Yekîtiya êzîdiyan Efrîn û Şehba 5’emîn konferansa xwe li herêma Şehbayê li dar dixin.
Zana Roj/ Şehba_

Li herêma Şehbayê bi tevlîbûna bi 100’an ji gel, rêxistin û saziyên li herêmê,Yekîtiya Êzîdiyan A Efrîn û Şehbayê 5’emîn konferansa xwe li dar dixin. Konferans li ser asta kar û xebatê 2 salan di bin dirûşmeya “Êzdiyatî Nasname, Çand, Dîrok û Berxwedaniye” hat birêxistin kirin.
Konferans bi deqeyek rêzgirtin hat destpêkirin, her wiha axaftina vekirinê ji aliyê hevseroka Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê û Şehbayê Eyşe Sîdo û ji aliyê Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk TEV- DEM Xerîb Hiso ve axaftin hatin kirin.
Her wiha perspektîvên Rêber Ocalan hatin xwendin. Sînevîzyona kar û xebatê 2 salan hat pêşkêşkirin, dîwana konferansê hat derxistin û rapora kar û xebatê 2 salan ji aliyê Orîvan Menan ve hat xwendin.
`Li darxistina Konaferansê valaderxistina dijmin e`
Eyşe Hiso 5’emîn konferansa Yekîtiya Êzîdiyên Efrîn û Şehbayê li tavahî gelê Kurd pîroz kir û bal kişand ser girîngiya lidarxistina konferasê di vê pêvajoyê de û wiha got: “Yekîtiya Êzîdiyan li Efrîn û Şehbayê ji destpêkirina qonaxa koçberiyê de bi gel re di nava kar û xebat de bû, bi tavahî pêkhateyan re karekî mezin dide meşandin. Li hember polîtîkeyên dijmin yên qirkirinê tu carî bê deng nema û li hember tavahî siyasetên bi taybet li ser êzîdiyan tên meşandin di nava têkoşîneke mezin de ye. Li ser wê esasê lidarxistina konferansekî di vê demê de û girîngiya xebatê xwe nîqaş kirin tê wateya valaderxistina siyasetên dijmin e”.
Di heman çarçoveyê de Xerîb Hiso anî ziman ku bi fikra Rêber Ocalan gelê Êzîdî xwe kir yek û li hember qirkirinê têkoşîn kirin û wiha domand: “Di sedsala 21’emîn de gelê me yê êzîdî bi naskirina fikrê Rêber Ocalan yê ji bo azadiyê karî xwe li hember tavahî hêz û siyasetên qirkirinê biparêze û hebûna xwe weke gelek Kurd yê kevnar îsbat bike. Gelê me bi berxwedanî û têkoşîna xwe îro dikare konferansên xwe li dar bixe û ji cêhanê re bidin diyar kirin ku  tu hêz nikare wan têk bibe”.
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Qanûneke ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk dike, divê bê derxistin’
NÛÇE

‘Qanûneke ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk dike, divê bê derxistin’

20/07/2026
Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin
NÛÇE

Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin

19/07/2026
PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe
ROJEV

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe

19/07/2026
KCKê Çarşema Sor pîroz kir
ROJEV

KCK: Gelê Rojavayê Kurdistanê wê destketiyên xwe weke doh îro biparêze

19/07/2026
Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir
NÛÇE

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir

19/07/2026
Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin
CIVAK Û JIYAN

Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.