Rojnameya Ronahî

Parastina amûrên kevneşopî mîraseke çandî ye

 

Egîd Mehmûd/Qamişlo

Hin mirov ji bo parastina çandê, ji komkirina amûrên kevneşopî hes dikin. Yek ji wan kesan jî Fîxan Hîmo ye, ji sala 2004’an de dixwest ku amûrên kevin kom bike, Şoreşa Rojava bûye sedemek girîng ku daxawza xwe pêkbîne û muzexaneyeke biçûk ava bike.

Çand nasnameya neteweyan nîşan dide, çand û kevneşopiyên civaka Kurd jî hişt ku çanda Kurdan heta roja me ya îro bê jiyîn. Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek mînakên heskirên amûrên kevneşop hene ku heya roja îro hatin, bi dilxweşiyek mezin alavên folklorî di malên xwe de dihewînin û bi kar tînin.

Fîxan Hîmo ku mamosteyê ziman û wêjeya Kurdî ye, ji gundê Hîmo yê girêdayî bajarê Qamişlo ye, di mala xwe de mûzexaneke biçûk çêkiriye û alavên folklorî diparêz e. Dema mirov derbasî mûzexaniya biçûk ya di mala Fîxan de dibe, ji xwe re kêliyek vedigere dewlemendiya çanda Kurd.

Fîxan Hîmo ev çend sal in van kevnareyên çandî li gel xwe dihewînê û di nêrîna wî de ew dema li van mîrateyên dîrokî mêze dike jiyana wê ya bi ked dilnizmî û heskirî di bîra wê de derbas dibe. Fîxan weke mafekî xwezayî erkeke pîroz li ser xwe dibîne ku van amûrên kevnar biparêze. Derbarê mûzexaniyê de û hiskirina çanda komkirina alav û amûrên kevnar yên kurdan, Fîxan Hîmo ji rojnameya me Ronahî re axivî.

Fîxan diyar kir ku wê di sala 2004an, ji bo danheva amûrên çanda kurdî, dixwest ku muzexaneyeke biçûk avabike, lê wê demê rêjîma Baas derfet nedida ku çanda kurdî were naskirin û pêşxistin.

Piştî sala 2011an ku kirîza Sûriyê û Şoreşa Rojava destpêkir, Fîxan dest bi pirojeya vekirina dibistanekê ji bo afiradina zimanê kurdî û muzexaneyke biçûk kir. Wî di hundirê wê muzexaneyê de amûrên girêdayî çanda kurdî komki, her wiha dixwst ku van amûrên kevnar bike wekî erşîfekê ji bo parastina çanda kurdî.

Li gorî Fîxan dîroka xaniyê wî yê ku kiriye muzexane, vedgere sala 1915’an, herwiha wî navê her amûrekî ku di muzxaniyê de û bikaranîna wê li cem xwe qeyd kiriye.

Şêwazê danheva amûran û astengî

Fîxan diyar dike ku ji bo komkirina amûran, wî kedeke mezin daye û gelek astengî kişandin e, ji ber ku gelek amûr dihatin firotin û buhayê wan pir dihate dixwestin, ji ber rewşa aborî jî wî  nikarîbû nirxê wan bide, lê neçar ma ku wan amûran bikire da ku ev amûr wendanebin.

Fîxan destnîşan kir ku wî lêkolînên meydanî li gundan dikir û çi amûrên balkêş didîtin, derbasî gel wan malan dibû û ji wan dixwest ku radestî wî bikin. Li gorî fîxan wî hin amûr ji bakurê Kurdistanê jî dan hev bi rêya hin kesan aniye muzexanoiya xwe.

Çand nasnameya gel e

Fîxan Hîmo da xuyakirin ku tu kesî ji bo karê komkirina amûrên çandî piştgirî pê re nekirî ye. Herwiha wî çend caran alîkarî xwestiye ji bo nûjenkirina muzexaneyê an jî firehkirina wê, da ku amûrên tê de bên parastin. Fîxan da zanîn ku amûrên ku wî komkirine çanda gelekî û nasnama netewekî pênase dike, lê mixabin tu kesî giringî neda karê wî. Fîxan pirs dike ku gelo çima heta niha ew negihiştin e wê asta ku çanda xwe biparêzin an nasbikin û wiha pê da çû û got: “Bila her kes nasbike eger ev amûr winda bibin wê çand jî winda bibe, heta dawiyê jî em ê vî karê pîroz dewam bikin û em daxwaz dikin ji saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser ku alîkariya me bike. Armanca me ew e ku çanda kurdî li herçar perçeyên Kurdistanê were naskirin û parastin.