Rojnameya Ronahî

Navenda Mihemed Şêxo afrênera Çand û Hunerê ye

Hevserokê Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner ê ya bajarê Qamişlo Ehmed Hemo diyar kir ku navenda Mihemed Şêxo di Şoreşa Rojava de gelek serkeftin bi dest xistiye û bûye afrênera Çand û hunera resen.

Norşîn Sîno /Qamişlo

Huner  yek ji girîngtirîn pêkhateyên şaristanî yên civakê ye, ji ber ku beşeke bingehîn a pêvajoya pêşketin û geşepêdana civakan e. Herwiha zimanekî taybet di xwe de dihewîne û dihêle ku mirov xwe îfade bike. Di heman demê de jî hebûna  mirov ya ku dihêle ew bi derdorên xwe re têkiliyê deyne da ku çanda xwe bi civakên cihêreng re parve bike. Em çand û hunerê wek bîranîna hunerî bi dîroka xwe ya folklorî dibînin. Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê jî ku li bajarê Qamişlo ye ,civaka hunerê afirand û bi taybet jî civaka kurdî . Beriya Şoreşa Rojava derfet ji bo kurdan tune bû  ku fêrî huner û çanda xwe bibin. Lê piştî destpêkirina Şoreşê navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner gelek serkeftin bidestxist û bû jêdera çand û hunerê. Derbarê kar û xebatên Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner ê , hevserokê navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê Ehmed Hemo  ji rojnameya me “Ronahî ” re axivî .Ehmed Hemo diyar kir ku rêjîma Sûrî astengiyên mezin ji bo wan derdixist holê û wiha axivî: “Despêkê me mala çandê li Qidûrbek ava kir, ji ber zordariya Rêjma Bass ya wê demê, tevahiya çalakiyên me bi awayekî feşartî pêk dihatin, herwiha heta xwendina pirtûkên bi zimanê kurdî jî qedexe bû.”

‘ Ji bo pîroziya keda Mihemed Şêxo , me navend bi navê wî vekir’

Ehmed hemo dazanîn ku wan , ji bo pîroziya keda hunermendê kurd  Mihemed Şêxo, wan navend bi navê wî vekir û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Sedema binavkirina navendê jî , ji bo pîroziya keda hunermendê nemir Mihemed Şêxo , di milê hunera kurdî dede bû. Mihemed Şêxo ji bp hunera kurdî gelek ked da, ji bo wê jî rastî  gelek îşkenceyan ji aliyê rêjîme ve hat , em jî  tu carî keda wî vala dernaxin û herdem wê didin ber çavên xwe, herwiha li ser eynî xetê kar dikin .”

‘ Navenda Mihemed Şêxo di şoreşê de gelek serkeftin bi dest xistiye’

Ehmed destnîşan kir ku  ,navenda Mihemed Şêxo di warê hunerê de gelek serkeftin bi dest xistin e û wiha domand: “Tevî ku me koma Botan ava kiribû  û em tevlî çalakiyên ku dihatin lidardixist dibûn , lê zehmetiyên me gelek hebûn .Niha em  bi azadî kar dikin. Herwiha komên me gelek sekeftin bi dest xistine û bidestdixin . Ji komên, koma Botan e û koma Sakîne ya xweser e. Komên me yên şano ên zaroka û mezinan jî hene . Di heman demê de Komên navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê tevlî gelek festîvalan bû ne û serkeftinên berçav bidestxistine .Herwiha em li navendê jî  festîval , pêşengeh û gelek çalakiyên derbarê çand û hunerê li dar dixin, wek feststîvala’ Yekta Herekol ya şano, Orkêş ya mûzîkê ‘ ,pêşengeha Rojava ya ji bo wênesaziyê û gelek çalakiyên hunerî lidar dixin , tê de endamên ji dervî Rojavayê Kurdistanê jî , li gorî derfetan  bi coşeke mazin beşdar dibin.”

‘Êrîş bandorekê neyênî li karê Çand û hunerê dike’

Ehmed hemo di çarçoveya karê xwe de diyar kir ku ambargoya li ser Rojava û girtina deriyên sînorî dibe sedema derketina astengiyan li pêş karê wan û wiha got: “Ambargoya li ser Rojava û girtina deriyên sînorî bandoreke neyinî li karê me dike, di festîval û pêşengehan de   hunermend herwiha şanoger û wênesazên me dixwazin tevlî bibin ,lê ji ber girtina deriyên sînorî  di hin caran de ew nikarin beşdar bibin. Herwiha êrîşên ser Rojava jî bandorê li xebatên çand û hunerê dike.Armanca me ya sereke ew e ku em Civaka Kurdan bi Cîhanê bidin nasîn .”

‘Em dixwazin Çand û Hunerê geştir bikin’

Hevserokê Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner ê Ehmed Hemo daxwaz kir ku çand û huner geştir bibe û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Bi çand û hunera xwe ya ku bingeha wê felsefeya Rêber Apo ye ,emê hewl bidin xwe bighênin hemû Cîhanê , herwiha xwesteka me jî ewe ku çand û hunera me geştir bibe.”