Rojnameya Ronahî

Kujerên bi hezaran kurdan çi bê şermin

Hafiz Ahmet Turhalli

Ecêba giran bi destê neyarên me, di nav Milletê mede tê gerandin. Henekî ji Kurdên ku jixw er dibêjin em Kurdperwerin û em dewleta Kurdî dixwazin, axeftin û nivîsandinên ecêb û sosret dikin. Ev axeftin û şîrove wek sosretekî ecêb li ser medya dijîtalî hên jî tê berdewam kirin. Gelo ev nêzîkbûn di nav miletekî ku tekoşîna azadiyê dide werin kirin, dê çawa werin pêşwazî kirin? Desthilata ku Kurd kuştine û dikujin, bi hijmara kuştina Kurdan eşkere pesnê xwe didin û bi navê desthilatdariyê henekî duvkurdan dikine Vezîr, kesên qaşo dewleta Kurdî dixwazin, bi van vezîrên duvkurd, Kurd kujer û qirker wek destkeftên Kurd pênase dikin kêne? Bi Vezîrbûna van duvkurdan kîjan mejî û dil, kîjan exlaq û pîvan, xwe ser navê Kurd û Kurdîstanê serkeftî pênase bike? Gelo ev sosret li cem Filistîniyan an jî, li cem milletekî din were kirin, wê çi biqewime? Kesên mil bi mil li cem kujerên milletê xwe cîh bigre, sererd û binerdê welatê xwe bide talan kirin û bixwejî tevlî vê talanê bibe, divê çawa were pêşwazî kirin? Kesê li cem kujerê milletê xwe û dagirkerê welatê xwe cîh bigre li cîhana Mirovahiyê çawa tê pêşwazî kirin? Milletê ku tekoşîna azadiya xwe dide, bi van sosretan re rûbirû bimîne, gelo çawa bertekan nîşan dide? Kesê van nivîsan dinivîsin û van şîroveyan dikin Dibêjin: Mehmet Şîmşek, Hakan Fîdan û Cewdet Yilmaz bûne payebilindê dewleta dagirker, ev ji bo Kurdan destkefte! Gelo va ecêba di dîroka mirovahiyê de hebûye? Ger henekî karibin bi navê Kurd û Kurdistanê van hişmendiyan binivîsin û şîrove bikin û bi tûndî neyên ruswa kirin, ev Civak wê kengî û çawa bighêje azadî û serxwebûna xwe?  Gelo Piştî van guftugoyan kesên kû li cem dujminê milletê xwe cîh girtin, bi çek û fermanên dagirkerên Welatê me, gellekî Alim û seydayên me jî di navde, 17 hezar Kurdê sivîl û bêguneh kuştin û neha têne sipî kirin, kîjan wîjdan û exlaq karê vê rûreşiyê bipejirîne? Qatil û kujerên vê milletî wek HUDAPAR ku jêre tê gotin Qontra bi kîjan exlaqî behsa Kurdan dike? Heta qirikê di nav xwîna Kurdan de digevizin û neha henekî dibêjin ev jî Partiyekî Kurd e. Ev çi sosrete, evçi karesate û ev çi bêheşiye ku di nava civaka mede, binezanî an jî bi zanatî tê guftugo kirin! Bi van nîqaşan dixwazin qatil û kujerên me, bi me şêrîn bikin. Di vê tu Kurdekî di nava van leystokên gemar de cih negre. Divê tu bawermendekî paqij, van kujerên Seyda û alimên me û 17 hezar miirovên bê guneh ji rêzê nebîne.  Divê Milletê Kurd xwîna Şehîd û cangoriyên Welatê xwe, li ser zimanê van qatilan nebihîze û nepejirîne.

Ev nîqaş gellekî xeteriyan di Pîvanên welatparêziyêde pêş dixe.

Divê tu caran kujerên milletê me, nikaribin bi vê rengî nîqaşan li ser xak, ziman û gelê me bikin.

Raste kêmasiyên me hene, lê divê gelê me tu caran deriyan li van hişmendiyan veneke.

Em wek gelê Kurd gellekî nêzikê azadiyêne, dagirkerên me jî ji hêz ketine û sedsala lozanê de dewleta Kemalîst dê bi hemû rengên xwe têkbiçe.

Neha ji bo Lozanekî teze, plana HÛDAPAR û van Vezîran di rojevêdeye, lê divê were zanîn ku dê gelê Kurd serbikeve.