Monday, July 27, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Em ê xeyalên 33 ciwananên sosyalîst pêk bînin

21/07/2018
in Uncategorized
A A
Em ê xeyalên 33 ciwananên sosyalîst pêk bînin
Share on FacebookShare on Twitter

KCK’ê got, “Ji bo pêkanîna xeyalên 33 ciwanên sosyalîst ên li Pirsûsê, bi hezaran mirovên Kurd ên 10’ê Cotmehê ku jin, zarok, kal û parêzvanên aştî, azadî û demokrasiyê ji di nav de hatin qetilkirin, pêşxistina îtifaqa antî-faşîst erkekî dîrokî ye.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya 20’ê Tîrmehê Qetilkirina Pirsûsê daxuyaniyek nivîskî da got: “ Ji bo bûna bersiva 33 ciwan, bi hezaran gelê Kurd û yên di 10’ê Cotmehê de hatibûn qetilkirin, bê ku dem winda bikin, hemû tevgerên sosyalîst, gelê Kurd û hêzên demokratîk divê li hev kom bibin, têkoşînê xurt bikin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di dewama daxuyaniya xwe de ev tişt got: “Beriya vê bi 3 salan li Pirsûsê 33 endamên SGBF’ê bi êrîşeke bombeyî hatin qetilkirin. Ji bo piştgiriya bi zarokên li Kobanê ku DAIŞ têk biribûn re bikin, dema diçûn Pirsûsê êrîşek bombeyî li hember wan hate kirin. Em ciwanên sosyalîs ên şehîd bibûn bi minet û rêzdarî bibîr tînin; azadkirina Kurdisatan, demokratîkkirina Tirkiyeyê û demokratîkkirina Rojhilata Navîn, soza pêkanîna xeyalên wan dubare dikin.

7 Hezîrana 2015’an beriya hilbijartinê li dijî hêzên demokrasiyê yên li dijî AKP’ê têkoşîn dikirin, êrîş hate kirin. qetlîam pêk hatin. Di 5 Hezîranê li mîtînga Amedê, 20’ê Tîrmehê li Pirsûsê ciwan û 10’ê Cotmehê jî li Gara Enqerê êrîşî mîtîngên aştiyê hate kirin. Hate gotin ku ev êrîş ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine kirin. Dema em lê binêrin hemû êrîşên li dijî hêzên aştîxwaz û demokrat ên li dijî AKP’ê bûn hevkariya AKP-DAIŞ’ê zelal dibe. Em qetlîam ji aliyê MÎT’ê ve hatiye plansazkirin û bi rêveberiya MÎT’ê ve bi destê hevkarên DAIŞ’ê hatiye kirin.

Ev qetlîam, qetlîamek bi destê deshiltata faşîzan a AKP’ê ya ku ji bo desthilatdariya xwe ya bi rêya hilbijartinê û li dijî hêzên demokrasiyê bide domandin hatiye kirine. Ev qetlîam, ji bo tirsandina muxalefetê ya ku ji bo pêşîgirtina li dijî AKP’ê têkoşînê neke ye. Bi taybet ji bo astengkirina gelê Kurd, sosyalîst û hêzên demokrasiyê hatiye kirin. Êrîşê û qetlîamên havîna sala 2015’an karekterê AKP’ê bi hemû aliyan ve raxistiye ber çavan.

AKP ji sala 2015’an ve bê navber êrîşî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê dike. Bi komkujiya Pirsûsê re hemû tevgerên sosyalîst û şoreşger bûn hedef. Ji wê rojê ve bi sedan mirovên sosyalîst û bi hezaran mirovên ji bo demokrasiyê têdikoşin hatin girtin. Niha jî li dijî gelê Kurd, hêzên sosyalîst û demokrasiyê êrîş têne kirin û her roj bi dehan mirov tên girtin.

Ger ku tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ji gelê Kurd û tifaqa hêzên demokrasî û şoreşger ewqas ditirse û êrîş dike wê demê divê tirsa windabûnê ya tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ji bo were têkbirin,pêwîste hêzên demokrasiyê tifaqa xwe pêşbêxin û tifaqa antî-faşîst avabikin. Eger yekîtiya hêzên demokrasiyê hate pêşxistin û bi têkoşîna antî-faşîst wê emrê faşîzma AKP-MHP’ê dirêj nebe.

Ji ber vê  Ji bo pêkanîna xeyalên 33 ciwanên sosyalîst ên li Pirsûsê, bi hezaran mirovên Kurd ên 10’ê Cotmehê ku jin, zarok, kal û parêzvanên aştî, azadî û demokrasiyê ji di nav de hatin qetilkirin, pêşxistina îtifaqa antî-faşîst erkekî dîrokî ye. Wê gelê me bi têkoşîneke hevpar faşîzma AKP-MHP’ê têk bibe.

Li ser vê bingehê ji bo em bibin bersiva hêviyên kesên di 10’ê Cotmehê, 33 ciwanên li Pirsûsê hatine qetilkirin û bi hezaran gelê Kurd ji bo ku dem neyê windakirin divê hemû tevgerên sosyalîst, gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bi bernameya demokrasiyê werin gel hev û têbikoşin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana Gerîla Misogeriya Pirrengî, Azadî Û Demokrasiyê Ye
ROJEV

Ji Lîbyayê Heta Sûriyê.. Stratejiya Tirkiyê Ya Kontrolkirina Korîdorên Enerjiyê

26/07/2026
DIVÊ QANÛN DERENG NEMÎNIN
HAJMARA PDF

DIVÊ QANÛN DERENG NEMÎNIN

26/07/2026
Hozan Comerd: Werin vê axa pîroz û dengê şoreşê bighînin her derê
ÇAND Û HUNER

Hozan Comerd: Werin vê axa pîroz û dengê şoreşê bighînin her derê

26/07/2026
Li Îranê kirîza avê  
CîHAN

Li Îranê kirîza avê  

26/07/2026
Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
Serbest

Serê hişk û req heta ku li dîwaran neqelibe…

26/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Zagona Çarçoveyî: Rêber Abdullah Ocalan çawa qonaxa nû dixwîne?

26/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.