Rojnameya Ronahî

‘Hikumeta Îraqê û PDK’ê bi dagirkeriya Tirk re hevkarin’

Reşo Qamişlo/Qamişlo

Hediya Şemo diyar kir ku hikumeta Îraqê û PDK’ê hevkarên dewleta Tirk a dagirker in û got”Civaka Êzîdî koka gelê Kurd e û divê tevahiya gelê kurd li berxwedana gelê Şengalê xwedî derkevin.”

Êrişên qirkirinê yên li dijî Êzîdiyan di herikîna dîrokê de birêkûpêk hatine kirin. Êrişa destpêkê ya herî berfireh ya tê zanîn, sala 906’an dest pê kir û fermana herî mezin ya dawî jî sala 2014’an bû.

Şeva 2yê Tebaxa 2014’an, çeteyên DAIŞ’ê dest bi êrişa ser Şingalê kirin. Li Sîba Şêx Xidir, Girzerik, Til Benat, Til Qeseb û Koço, bi hezaran mirovên Êzîdî  hatin kuştin, bi hezaran dîl hatin girtin û revandin. Yên ji ber çeteyan reviyayîn neçar man berê xwe bidin çiyayê Şingalê.

Li gor serjimariya Rêveberiya Giştî ya Kar û Barên Êzîdiyan, derdora 1293 kesan di rojên destpêkê yên êrîşên çeteyan de, jiyana xwe ji dest dan. Herwiha  zêdetirî 80 gorên komî jî hatine dîtin, bi hhezaran jin û zarok jî ji aliyê çeteyan ve hatin e revandin.

Piştî rizgarkirina Şengal ji çeteyên DAIŞ’ê , herwiha damezrandina Rêveberiya Xweser û  hêzên leşkerî yên Şengal, dewleta Tirk a dagirker û bi hevkariya PDK’ê û hikumeta Iraqê, rojane pêşengên berxwdana Şengal û gelê sivîl dike armanc. Ne tenê li Şengal, dagirkeriya Tirk êrîşên xwe yên ser Qadên Girêlayên azadiyê jî zêdetir kirine, armanca wê ya sereke qirkirina gelê Kurd e.

Têkildarî  êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên ser Şêngal û Qadên Berxwedanê  yên Girêlayên Azadiya Kurdistanê hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya navçeya Tirbespiyê, Hediya Şemo, ji Rojnameya me “Ronahî” re axivî.

‘PDK`ê û Hikumeta Iraqê bi dagirkeriya Tirk re hevkarin’

Hediya Şemo diyar kir ku PDK`ê û hikumeta Îraqê hevkariyê bi dagirkeriya Tirkiyeyê re dikin û wiha axivî: “Dewleta Tirk ya dagirker, di dema niha de, dixwaze xwena Impratoriya Osmanî ji nû ve pêk bîn e û tevahiya herêmê dagir bike. Ev dewleta dagirker ji destpêka salên 90’î ve heya niha  êrîşî Qadên Berxwedanê yên Gerîlayên Azadiyê dike. Li hember vê yekê jî berxwedaniyeke mezin ji aliyê Gerîlayên Azadiyê ve tê kirin. Li Şengalê jî ji bo qirkirina gel gelek ferman pêk hatin. Di sala 2014’an de bi destê çeteyên DAIŞ’ê fermaneke nû li dijî gelê Şengalê hat kirin. Piştî wê bi saya berxwedana gel, DAIŞ têk çû û Şengal hat rizgar kirin. Piştî rizgarkirinaŞengalê  dewleta Tirk bi destê xwe ev qirkirin berdewam kir û hîna jî êrîş li ser Şengalê tên kirin. Ev kiriyarên qirêj yên ku dewleta Tirk li van herêman dike, PDK`ê û hikumeta Îraqê jî bêdeng in û ev tê wateya ku destê wan jî di van kiriyaran de jî heye”

‘Tu ferman nikarin vîna gelê Şengalê bişkîn e

Hediya Şemo da zanîn ku tu ferman nikarin vîna gelê Şengalê bişîkîn e û wiha domand: “Bi 100’ê salan e ku ferman li dijî civaka Êzidî pêk tên, fermana dawiyê bi destê çeteyên DAIŞ’ê pêk hat, fermana 74’an bû. Me hemû ferman nedîtin, lê dîroka gelê Şengalê berxwedana gel ya li dijî fermanan vedibêje. Fermana dawiyê keserek di dilê gelê kurd û civaka Êzîdî de çand. Me dît ku hêzên PDK’ê û Hêzên Îraqê çawa jin û zarok di destê çeteyan de hiştin û van çeteyan jî hemû rengê binpêkirinê di derheqê wan de kirin. Ev ferman bi xwe pilana  dewleta Tirik ya faşist bû. Herwiha fermana ku bi destê DAIŞ`ê û fermanên berya wê hatin kirin û hîn jî civaka Êzîdî tê hedefgitin, tev pilanên dewleta Tirkiyeyê ne, armanc jê qirkina civaka Êzîdî ye. Herwiha tevî van fermanan hîn jî civaka Şengalê hebûna xwe isbat dike û berxwedaniyeke bêhempa  dide nîşandan. ”

‘Civaka Êzîdî koka gelê kurd e

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya navçeya Tirbespiyê, Hediya Şemo da zanîn ku civaka Êzîdî koka gelê kurd e , ji ber wê dibe armanca dagirkeran û axaftina   wiha bi dawî kir: “Herdem dewleta Tirk ya qirker ji bo qirkirina civaka Êzîdî, êrîşî Şengalê dike, dixwazin di şexsê civaka Êzîdî de, gelê kurd qir biki. Ew dizanin ku civaka Êzîdî koka gelê kurd e. Em dizanin ku dewleta Tirk siyaseta xwe ya qirkirinê ya li dijî civaka Êzîdî ranawestîne, ji ber wê ji tevahiya gelê kurd li her çar perçeyên Kurdistan û li cîhanê tê xwestin ku xwedî li civaka Êzîdî  derkevin û ji berxwedana gelê Şengalê re bibin pişgir.”