Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê Nûrî Mehmûd diyar kir ku yekane hêza ku di nava şeş salên derbasbuyî yê şoreşê de li gorî pîvan û armancên civakê tevgeriya YPG ye. Mehmûd da zanîn ku Efrîn niha eniya şer e û şervanên wan rojane çalakiyan dikin û got, “Ji bo rizgarkirina Efrînê wê her tim amadekariyên me, hebin. Dagirker wê ti carî nikaribin li Efrînê bi hêsanî tevbigerin. Em ê Efrînê teqez rizgar bikin û gelê me wê vegere.”
Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd destnîşan kir ku rizgarkirina Efrînê ji bo wan pîvan û armanca sereke ye û got, “Em ê Efrînê teqez rizgar bikin.”
Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê Nûrî Mehmûd salvegera 6’an a Şoreşa Rojava, rewşa siyasî û leşkerî ya li Sûriyê, rola YPG û YPJ’ê ya di nava şoreşê de û paşeroja Sûriyê nirxand.
YPG JI BO PARASTINA NIRXÊN CIVAKÊ AVA BÛ
Mehmûd bi bîr xist ku bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyê re gelê Rojava bi taybetî Kurd li ser xeta 3. tevgeriyan û YPG jî di demeke wiha de weke hêzeke şoreşger ji bo parastina nirxên civakê û pêşîvekirina li sîstemeke alternatîf derkete holê.
Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd da xuyakirin ku li herêmên ji aliyê YPG’ê ve hatin parastin projeyên çareseriyê derketin holê û wiha dewam kir: “Lê belê dema mirov bala xwe didin herêmên ku YPG lê nebû, dibînin ku teror, çetekarî û xizmeta ji bo hin dewletan hebû. Li şûna parastin û avakirina Sûriyê, li wan herêma Sûriye hate firotin, komkujî li gel hate kirin, mirov hatin koçberkirin û niha jî kes xwe ji wê rewşê berpirsyar nabînin. Yanî li herêmên ku YPG bi erka parastinê rabû, modeleke civakî û demokratîk hate destnîşankirin.”
Mehmûd 6 salên bihurî yên şerê li Sûriyê bi bîr xist û got, “Yekane hêza ku di nava şeş salên bihurî de li gorî pîvan û armancên civakê tevgeriya YPG ye. Astengiyên li pêşiya civakê rakir ku karibe li ser demokrasiyê nîqaş bike, sîstem û projeyan biafirîne. YPG-YPJ ji bilî van pîvanan bi ti awayî tevnegeriya. 6 salên bihurî nîşanî me da ku YPG-YPJ alternatîfa artêşan e. Eşkere û zelal li holê ye ku modela dikare civakê û saziyên wê biparêze modela YPG-YPJ’ê ye.”
Mehmûd diyar kir ku şerê li Efrînê hate kirin şerekî adîl û exlaqî nebû. Şerekî talan, dagirkeriyê û jenosîdê bû û got, “Dixwestin demografiyê biguherînin. Bi vî rengî êrîş birin ser Efrînê. Hêzên navneteweyî bi binpêkirina exlaq, hiqûq, pîvan û prensîbên xwe, dagirkeriya Tirkiyeyê ji nedîtî ve hatin.”
EM Ê EFRÎNÊ TEQEZ RIZGAR BIKIN
Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd da xuyakirin ku dewleta Tirk ji bo Efrînê dagir bike bi salan amadekarî kiribû û wiha dewam kir: “Dewleta Tirk artêşa xwe li Ezaz, Îdlibê bi cih kiribû. Ji bo êrîşî Bakurê Sûriyê û Efrînê bike amadekarî kiribû. Şerê li Efrînê ne tenê li dijî artêşa Tirk bû. Artêşa Tirk bi bêdengiya cîhanê dest bi şer kir. Me dît ku armanca xwe ya bingehîn teror e, komkujî ye û guhertina demografiyê ye. Jin, zarok, sivîl, Kurd, Ereb, Xiristiyan, Misilman ne xema dewleta Tirk e û ya girîng ji bo wan ketina nava Efrînê ye. Me dît ku wê gelek komkujiyan bikin û pêwîstî pê dît ku gel ji Efrînê derxînin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê ji bo teror û komkujiyeek mezintir li gel neyê kirin biryar da ku civakê ji Efrînê derxîne.”
Mehmûd destnîşan kir ku hêzên wan ên YPG û YPJ’ê hîn li Efrînê çalakiyan dikin û got, “Em nikarin bêjin ku îro bi temamî ji aliyê terorîstên DAÎŞ’ê, artêşa Tirk û çeteyên Nûsra ve hatiye dagirkirin. Efrîn niha eniyeke şer e. Ji bo rizgarkirina Efrînê wê her tim amadekariyên me, hebin. Dagirker wê ti carî nikaribin li Efrînê bi hêsanî tevbigerin. Em ê Efrînê teqez rizgar bikin û gelê me wê vegere.






