Rojnameya Ronahî

‘Bi Cezayên Disiplînê Nikarin Gelê Azadîxwaz Bêdeng Bikin’

Bi pêngava “Jin jiyan azadî ser bixe azadî” Yekîtiya Jinên Ciwan yên Efrîn û Şehbayê ji bo têkbirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li qadan çalakiyan li dar dixin, jinên ciwan diyar kirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan misoger nebe, wê çalakiyên wan dewam bikin.

Esma Efrîn/ Şehba

Di girtîgeha Îmraliyê de tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin, ji 25 mehan ve, tu rêxistinên navnetewî, parêzer û malbata Rêber Ocalan derbasî Îmraliyê nebûne û tu agahî jê nehatine girtin. Dewleta Tirk a faşîst careke din cezayê disiplênê li ser ferz kirine. Li hemberî tecrîda giran ya li ser Rêber Apo, tavahî gelê Kurd û gelên azadîxwaz çalakiyan cur be cur didin meşandin.

Têkildarî tecrîda giran ya li ser Rêber Abdullah Ocalan, pêngava’Jin Jiyan Azadî Ser Bixe Azadî ‘ berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan li herêma Şehbayê Cûdî Mistefa û endama Yekîtiya jinên Êzîdî Ahîn Elî ji rojnameya me re axivîn.

`Armanca sereke têkbirina tecrîdê ye`

Cûdî Mistefa di destpêka axaftina xwe de tecrîda Li ser Rêber Apo bi tundî şermezar kir û girêdayî hemleya hatiye destpêkirin wiha got: “Yekîtiye Jinên Ciwan li ser asta bakur û rojhilatê Suriyê pêngava “Jin Jiyan Azadî Ser Bixe Azadî” destpê kiriye, di çarçûveya vê hemleyê de xebatên berfireh tên meşandin. Armanca sereke ya pêngavê, di serî de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan e, her wiha ji bo azadiya tavahî jinên cîhanê yên ku di bin zordestiyê de jiyan dikin, ev pêngav hat destpêkirin. Tecrîda ku li ser Rêber Ocalan di girava Îmraliyê de tê meşandin ji derveyî exlaqê mirovî ye. Li dijî şikandina vê yekê em ê, bi rihê tolhildanê di xeta yekemîn de têdikoşin bikin.”

 ‘Tecrîda girankirî didome’

Cûdî diyar kir ku tecrîd ji kesayet bêtir li ser hişmendiyê ye, lewra cezayên disiplînê tên dirêjkirin û wiha domand: “Hêzên navnetewî yên kompiloger ji bo bêbandorkirina fikirê Rêbertî yê ji bo azadiya tavahî gelên Rojhiolata Navîn û cîhanê, kompilo destpêkirin. Hêzên serdestî cîhanê naxwazin gelên Rojhiolata Navîn bi rengekî azad bijîn. Li ser vî esasî ev 24 salin ku tavahî zagonên navnetewî yên girtiyên siyasî di derheqê Rêbertî de hatine binpêkirin û ew ji hemû mafên xwe yên hiqûqî bê par maye. Ji 25 mehan ve tu agahiyên fermî û zelal di derbarê rewşa Rêber Ocalan de nayên girtin. Rêxistina CPT jî bê rol û misyon maye, her wiha li gor berjewendiyên hêzên gilobal kar dike. Bi vê yekê careke din bi binpêkirina mafên girtiyekî siyasî faşîzma Tirkiyê cezayê disiplînê 6 meh din jî dirêj kir.”

‘Bi cezayên disiplînê nikarin gel bê deng bikin’

Ahîn Elî jî, anî ziman ku cezayê disiplînê ji bo bêdengkirina çalakiyên gel û parêzerên Rêber Apo ye û wiha got: “Dewleta Tirk a faşîst bi awayekî tûnd tavahî cezayên dijmirovî û nehiqûqî li ser Rêber Ocalan ferz dike. Her wiha tevahiya zagon û pîvanên mafên mirovan binpê dike. Ev cezaya disiplînê ya ku hatiye dirêjkirin tenê ji bo rawestandina serlêdanên parêzerên Rêber Apo ye, her wiha raewstandina çalakiyên gel yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye.”

`Li hemberî faşîzmê soza tolhildanê`

Ahîn di axaftina xwe de tekez kir ku heyanî ev tecrîd neyê şikandin ew ê têkoşînê berdewam bikin û axaftina xwee wiha bi dawî kir: “Ji bo têkbirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan em hemû berpirisyarin, li dijî faşîzmê me soza tolhilandê da ye. Li ser wî esasî em bang tavahî gelê azadîxwaz li cîhanê dikin ku asta çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo bilindtir bikin û bibin agirê şewtandina faşîzma Tirkiyê.”