Tuesday, July 21, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li başurê kurdistanê baregihên nû yên dagirkerên tirk

10/06/2023
in NÛÇE
A A
Li başurê kurdistanê baregihên nû yên dagirkerên tirk
Share on FacebookShare on Twitter

 

Dewleta Tirk a dagirker di avakirina baregehên xwe yên leşkerî yên di nava xaka Başûrê Kurdistanê de berdewam e. Hat ragihandin ku tenê li derdora bajaroka Şêladizê ya ser bi Amêdiyê artêşa Tirk 10 baregehên leşkerî avakiriye. Her wiha ji ber zext û êrişên artêşa Tirk a li deverê, bi hezaran malbat ji gundan koçî Dihok û bajarokên girêdayî wê bûne.

Rojnameya Hawlatî di raportek xwe de îşaret bi hebûna baregehên leşkerî yên dewleta Tirk ên li herêma Behdînanê kir.  Di raportê de hatiye diyarkirin ku artêşa Tirk li nava xaka Başûrê Kurdistanê bi sedan gund û herêman dagirkiriye. Her wiha li hinek bajarok û gundên sinorê Dihokê hatûçon qedexe kirine.

Di raporta rojnameyê de hatiye gotin ku bajaroka Şêladizê ya ku 30 kîlometran ji navçeya Amêdiyê ya ser bi Dihokê dûre, ji ber êrişên dewleta Tirk, piraniya gundên wê vala bûne.

Li gorî agahiyên ku Rêveberê Şêladizê Rizgar Ubêd dane rojnameyê, ji ber êrişên berdewam ên dewleta Tirk a dagirker, 85 gundên dikevin nava sinorê bajaroka Şêladizê vale bûne. Rizgar Ubêd diyarkiriye ku di wan gundan de jiyan bi temamî nemaye, her wiha qedexeya hatûçûna wan gundan hatiye ragihandin û ji xelkê deverê re hatiye gotin ku nabe kes serdana wan gundan bike.

Welatiyê bi navê Nayif Sîteyî yê ji komelgeha Sîrê ya ser bi Şêladizê ye, gotiye ku gundên hatine valekirin, wek kampan lêhatine, derdora wan hemû hatine girtin û welatî nikarin bi rehetî hatûçonê bikin.

Mamostayê Zanîngehê û xelkê komelgeha Sîrê Dilşad Nesrullah jî li ser mijarê agahî dane rojnameyê û gotiye; “Niha artêşa Tirk nêzî 10 baregehên leşkerî li ser çiya û girên derdora Şêladizê avakiriye. Ev baregeh dikevin devera Mam Reşa, Kêrya Dêrê, Serê Darê û Kelha Bêde. Her wiha artêşa Tirkiyê hêzek zêde li herêmê bi cih kiriye.”

Dilşad Nesrullah diyarkiriye ku gundên vala bûne, her yek ji wan herî kêm 50 ta 75 malbat têde hebûn. Ji ber metirsiya êrişan koçî navenda Şêladizê, Dêrelok, Sersing, Qediş, Amêdî û Dihokê bûne.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Qanûneke ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk dike, divê bê derxistin’
NÛÇE

‘Qanûneke ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk dike, divê bê derxistin’

20/07/2026
Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin
NÛÇE

Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin

19/07/2026
PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe
ROJEV

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe

19/07/2026
KCKê Çarşema Sor pîroz kir
ROJEV

KCK: Gelê Rojavayê Kurdistanê wê destketiyên xwe weke doh îro biparêze

19/07/2026
Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir
NÛÇE

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir

19/07/2026
Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin
CIVAK Û JIYAN

Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.