Rojnameya Ronahî

Bi azadiya jinê re civak tê avakirin

Nehîr Pale

Li herêma Minbic, Tebqa, Reqa û Dêra Zorê tecrubeya jin a xwe birêvebirin û ji pirsgirêkên jin re buyîna çareserî, mezintir dibe. Berhema têkoşîna jin êdî li van herêman hêdî-hêdî berhem dide.

Piştî şoreşa Sûriyeyê sala 2011`an jin ji hemû pêkhateyên Sûriyeyê heyanî astekî bilind bû parçeyek ji vê şoreşê. Li herêma Minbic, Tebqa, Reqa û Dêra Zorê jî ev tevger çêbû.

Piştî sala 2013`an çeteyên DAIŞ`ê Reqayê û bajarên dîtir dagir kir, destê xwe xiste qirika jinê û her diçû nefes lê teng dikir. Dîmenên qirêj mîna recim, jinên Kurd ên Êzidî li bazaran firotin û hemû jinên ku li gorî çeteyên DAIŞ`ê zagon pêk ne anîne ceza kirin, li ber çavên jin bûn. Hemû jin êdî bi şev û roj di tayê de bûn, gelo wê rojekê wan bigrin, an recim bikin an jî bikujin?

Kî ew ji vê yekê rizgar kirin?

Sala 2016`an hemû hêzên leşkerî bi navê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji herêma Minbicê li hemberî çeteyên DAIŞ`ê dest bi hemleyê kirin. Hemleyên rizgarkirina herêma Minbic, Tebqa, Reqa û Dêra Zorê ji çeteyên DAIŞ`ê heyanî sala 2019`an dewam kirin. Şervanên YPJ`ê parçeyek ji van hemleyan bûn û di eniyên pêş de bûn. Beşdarbûna şervanên jin ji hemleyan re ji bo jin bû hêzeke mezin û mîna ku çavên wan li rastiyê vebibe. Di têkoşîna jin a li van herêman de gelek jin mîna Henai El-Seqir, Hevrîn Xelef, Hebûn Ereb, Hind Xideyîr, Seida Hurmaz, Rûweyda El-Ebid, Nadiya Xeşan û hwd. Şehîd bûn.

Jinê di her qadê de xwe birêxistin kir

Piştî ku herêm dihatin rizgarkirin, Meclîsa xwe ya Jin ava dikirin, jin tevlî xebatan dibûn û hêdî-hêdî Mala Jin di çareserkirina pirsgirêkên jin de dibû xwedî rolekî mezin. Ew jina hatibû qeydkirin û fetisandin êdî nefes stand û ciyê xwe di nava xebatê de girt. Di aliyê civakî, perwerde, aborî, tendurustî û hwd berpirsyartî rakir. Li van herêman Akademiyên Jin vekirin û dest bi perwerdeya xwe kirin.

Sala 2021`an jin êdî rêxistinbûna xwe ferehtir kir û mekanîzmayên rêxistinî dan guhertin. Kongrê lidarxistin û di encama wê de nav hat guhertin û bû Kombûna Jinên Zenûbya. Navenda wê bajarê Reqayê ye. Li herêman Meclîsa Giştî ya jin û 11 komîte (Komîteya Têkiliyan, Dada Civakî, Malbata Şehîdan, Perwerde, Tendurûstî, Aborî, Çand û Huner, Parastin, Civakî, Raghandin û Arşîv û Darayî) hatin avakirin. Rêziknameya xwe li ser bingehê wekhevî di navbera jin û mêr de û hevjiyana azad amade kirin û xwe birêxistin kirin. Piştî du salan herêma Minbic, Tebqa, Reqa û Dêra Zor meha Gulanê û Hezîrana 2023`an konferansê xwe lidar xistin.

Konferans bi dirûşmeya: Bi têkoşîna jina rêxistinkirî, şoreşa xwe biparêzin û bighîjin azadiyê, hatin organîze kirin.

Di bernameya Konferansan de perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ku bal dikşandin ser rêgezên Tevgera Jin, hatin xwendin, rapora xebatên xwe yên du salan û rêzikname jî xwendin. Salonên konferansan bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên li ser hatibûn nivîsandin: Jin, Jiyan, Azadî  û wêneyên şehîdan hatibûn xemlandin. Herêm di konferansên xwe de xebatên xwe yên du salan nirxandin, pêşniyarên xwe pêşkêş kirin, berdevkên xwe ji nûve hilbijartin û Meclîsa xwe ya Giştî çalak kirin.

Piştî ku konferansên Kombuna Jinên Zenûbya yên herêman hatin lidarxistin, wê êdî berbi Kongreyê ve biçin. Kongraya Kombûna Jinên Zenûbya dê di mehên pêşde were lidarxistin.