Monday, July 27, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jinên Bakurê Sûriyê wê bibin mînak

21/07/2018
in Uncategorized
A A
Jinên Bakurê Sûriyê wê bibin mînak
Share on FacebookShare on Twitter

Hevseroka Meclisa Damezirîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediya Yûsif li ser rêbaz û rêxistina jinên Bakurê Sûriyê axivî û tekez kir ku pêşketinên ku bi dest xistine, ne tenê milkê wan in, lê belê rêya ku jin di Rojhilata Navîn û avakirina civakê de bibin mînak, diyar dike.
Duyemîn Konferansa Yekitiya Jina Azad bi dirûşma “Azadiya jinan mîsogeriya azadiya civaka demokratîk e” hat lidarxistin. Hevseroka Meclisa Damezirîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediya Yûsif di konferansê de axivî.
Hediya destnîşan kir ku ji berê rêjîma Sûriyê û niha jî kesên ku bi navê şoreşa Sûriyê bang dikin, tu carî mafên jinan û rola wan a sereke di avakirina civakê de nedinê û ew kesên ku banga azadî û sosyalîstiyê dikin, jin di nav wan de paşguh kirine û ev yek jî tekez dike ku ew ji fikrên jinan ên azad, rola wê di pêşxistina civakê de ditirsin.
Hediya di berdewama axaftina xwe de li ser lidarxistina konferansa jinan li Şehbayê wiha got: “Di rewşa ku li Sûriyê diqewime de û di nava şerê navdewletî, herêmî û hundirîn de, lidarxistina konferansê pêngaveke dîrokî ye. Ne tenê ji bo jinên Şehba û Bakurê Sûriyê lê belê rêya rast ku jin li Sûriyê û Rojhilata Navîn di avakirina civaka azad û demokratîk de bibe mînak e.”
Hediye tekez kir ku jinên Şehbayê xwe ji fikrên desthilatdar rizgar kirin û jinên ku tev li konferansê bûne, pêwîst e rewşa xwe di aliyê siyasî û rêxistinî de bi awayekî kûr binirxînin û karibin di hevrûkirinê di navbera jiyana jinên Şehbayê û jiyana ku beriya ku rêxistinê nas bikin.
Hediya di axaftina xwe de da zanîn ku pêwîst e rêxistinkirina jinan û zanebûna wê bilind bibe û jina Bakurê Sûriyê di guhertina aliyê siyasî û leşkerî de bibe mînak û ber bi civaka azad û demokratîk ve biçe.
Hediya destnîşan kir ku asta pêşketin û berhemên ku bi îradeya jinan a têkoşer di rêya azadiyê de hatiye bidestxistin misoger e ku rastî êrîşan were û got, “ji ber ku ew kelemê çavê hêzên li dijî azadiya jinan e, ji ber wê pêwîst e hemû jin li hember van hêzan yekitî û girêdanên xwe ava bikin.”
Di dawiyê de hevseroka Meclisa Damezirîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediya Yûsif di dawiyê de tekez kir ku baweriya wan bi jinên birêxistinkirî û azad a ku wê pêngava hesas a ku Sûriyê û Bakurê Sûriyê tê re derbas dibe, bi rêve bibe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana Gerîla Misogeriya Pirrengî, Azadî Û Demokrasiyê Ye
ROJEV

Ji Lîbyayê Heta Sûriyê.. Stratejiya Tirkiyê Ya Kontrolkirina Korîdorên Enerjiyê

26/07/2026
DIVÊ QANÛN DERENG NEMÎNIN
HAJMARA PDF

DIVÊ QANÛN DERENG NEMÎNIN

26/07/2026
Hozan Comerd: Werin vê axa pîroz û dengê şoreşê bighînin her derê
ÇAND Û HUNER

Hozan Comerd: Werin vê axa pîroz û dengê şoreşê bighînin her derê

26/07/2026
Li Îranê kirîza avê  
CîHAN

Li Îranê kirîza avê  

26/07/2026
Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
Serbest

Serê hişk û req heta ku li dîwaran neqelibe…

26/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Zagona Çarçoveyî: Rêber Abdullah Ocalan çawa qonaxa nû dixwîne?

26/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.