Rojnameya Ronahî

Operasyonên li ser Sûriyê ranawestin

Zekî Bedran

Erdoganê faşîst di qadên hilbijartinê de ragihandibû; “Em ê bi fînansmaniya Qeterê li axên Sûriyê ji bo milyonek penaber malan çêbikin.” Penaber li Tirkiyê bibûn pirsgirêk. Erdogan di dema xwe de deriyên Tirkiyê ji Sûreyiyan re vekir û derbasbûna wan rêxistin kiribû. Jixwe di destpêkirina şerekî xwînrij de rolek aktîf lîstibû. Dê ev penaber hem ji bo hêza erzan a kar hem jî weke depoya leşkerkirinê bi kar bianîba. Tevahî armancên xwe yên xeternak û dermirovî pêk anî. Heman demê de bi milyonan mirov di derdorek ne ewle û ne tendirust de kom kir, li hember welatên Ewropayê jî weke amûrek a bazar û şantajê bikar anî. Li kêleka van pirsgirêkan jî, di polîtîkaya nav Tirkiyê de bikar anî û xistin rojevê. Muxalefetê dixwest van penaberan paşde vegerîne û di raya giştî de jî bertek derketin. Di demek wiha de Erdogan jî ji bo vegerandina penaberan gotin dikirin.

Erdogan li aliyekî penaber li dijî muxalefeta hindir bikar dianî, li aliyê din jî birînên ku di hindirê Sûriyê de vekiribû kûr dikir û ji bo tunekirina Kurdan kiribûn amûr. Hêjmara wan baş nayê zanîn lê beşek ji penaberên Sûriyê kir hemwelatiyê xwe û hat ragihandin ku ji bo deng bidin AKP’ê hatibûn amedekirin. Li şûna ku Erdogan weke mirovan li penaberan binêre, ew piralî bikar anîn û kir amûrek a bazarê. Ev pir zelal e. Pêwîste bê diyarkirin ku di vî alî de lêkolînek baş nehatiye kirin. AKP û saziyên dewletê xerîkin ku rastiyan veşêrin û ji bo armancên xwe bikar bînin. Muxalefet û zanyarên civakî jî qasî tê xwestin li se mijarê nesekinîn.

Me di nivîsên xwe yên berê de qala aliyên cuda yên vê mijarê kiribû. Erdogan dixwaze xeta Îxwan di nava Ereban de pêş bixe. Hewl dide ku herêmên dagirkirî di serweriya van hêzan de bihêle. Eger nekaribe pêk bîne jî, armanc dike ku li ser xeta hevkariyê bide rûniştandin. Nikare vê projeyê tenê bi sparteka Îxwanan pêk bîne, divê Kurdan jî tune bike. Li gorî ku nikare Kurdan îqna bike, dê hewl bide hijmara Kurdan a heyî jî ji axên wan derbixe, yan jî biperçiqîne. Jixwe bi awayekî vekirî dibêjin ku dê herêmên Kurdan ji gelê Kurd bidin paqijkirin û korîdorek Kurd li ser sînorê Başûr naxwazin.

Êdî herkes dizane ku Erdogan û dewleta Tirk a qirker li dijî Kurdan qirkirinê dide meşandin. Cihek weke Efrînê ku piraniya wan Kurd bûn, ji bo ji Kurdan bide paqijkirin tiştek nema ku nekir. Herêmên din ên dagirkirî jî heman in. Niha jî weke berdewamiya vê qirkirinê, dixwaze milyonek penaber bîne û li van herêman bi cih bike. Heman demê de bi pere û piştgiriya Qeterê ku yek ji Emîrtiya Ereban e.

Dê milyonek mirov li axên kê bi cih bike? Ma ev ax bê xwedî ne? Ma xwediyên axê û yên xwedî tapû tune ne? Ji derveyê wê, ma evqas mafê dewletek dagirker heye ku li ser axa dewletek din evqas tişt bike? Rêveberiyên Tirkiyê nikarin evqas kiryaran li ser axa welatê xwe bikin, bi çi mafî dikare evqas kiryaran li ser axa welatek din bike? Di zagonên NY û navnetewî de gelo cihê tiştek wisa heye? Em dikarin van pirsan zêde bikin. Lê di tu zagonan de cihê tiştek wiha tune ye? Tirkiyê tu hiqûq û zagonan nas nake. Heman demê de sûcê herî mezin ê mirovahiyê, plana qirkirinê li dijî Kurdan dide meşandin.

Mafê hikumeta Sûriyê û gelê herêmê tune dihesibîne, bi biryarek yekalî hindirê Sûriyê sazûman dike. Eger tiştek wiha li dijî Tirkiyê bê kirin, gelo dê ew bi xwe bipejirînin? Ne gengaz e, dê qiyametê rakin, lê li hemberî cîranê xwe Sûriyê bi asayî biryaran digrin û mafê xwe dibînin ku van kiryaran pêk bînin. Yên ku pêwîste nepejirînin û qiyametê rakin Yekîtiya Ereb û gelê wê ne, ew jî xwe bêdeng dikin. Tirkiyê ji vê bêdengiyê cesaretê digir e. Welatên NY û Ewropayê jî weke şermeke mezin dibin hevkarên vî sûcî. Bêdengiya wan tê wateya erêkirin û piştgiriyê. NY li hemberî van operasyonên li ser axa endamê wan tê kirin û hiqûq tê binpêkirin, tenê temaşe dike.

Dest didin ser erdê gel, malên wan desteser dikin û hinek din li cihê wan bi cih dikin, derî ji şer û nakokiyeke ku belavî salên dirêj bibe re tê vekirin. Dema Tirkiyê dijminahî û evqas xirabiyê dike çawa temaşe dikin û piştgirî didin? Em bêjin, hema sibe Tirkiyê êrişên xwe yên dagirkeriyê bidawî kir. Dê gelê vê herêmê vegere axa xwe û malên xwe bixwazin. Kesên ku li cihê wan bi cih kirine, ma dê hema bêjin başe û ji axên wan derkevin? Bi awayek xwezayî dê dernekevin, dê nakokî û pêvçûnên nû destpê bikin. Tirkiyê tovê pevçûn û dijminahiyên nû diçîn e.

Çima Qeter li hemberî gel û dewleta Sûriyê van nebaşiyan dike, çima ketiye xizmeta Erdoganê faşîst ê dagirker? Çima Qeter dibe hevkarê van sûcên mirovahiyê yên li dijî gelê Kurd? Tişta ku Qeter dike ji ya Erdogan ne cudatir e. Pêwîste rêveberiya Qeterê destê xwe ji van lîstokên xeternak bikişîne.