Rojnameya Ronahî

Kabîneya şer a Nû

Farûk Sakik

Me demekî dirêj e hemû enerjiya xwe da hilbijartinên 14’ê Gulanê. Bi hilbijartinên Tirkiyê, em rabûn û rûniştin. Hedef û hêviyên me hebûn.

Bendewariya me ya ku Erdogan têk biçe hebû, lê nebû. Dîktator 5 salên din emrê desthilatdariya xwe dirêj kir. Kabîneya ku herkesî meraq dikir, deklere kir.

Piştî deklerekirina kabîneyê hemû îşaret nîşan didin ku ji bo kurdan û Kurdistan wê pêvajoyeke nû û dijwar dest pê bike. Bi salan e ji êrişên xwe yên dagirkeriyê encam negirtin. Suleyman Soylu yê ku dijminê kurdan ê sondxwarî bû, ji wezaretê girtin. Em nebêjin di dewsa wî de ku Wezîrê Karê Hundir yekî nû hat. Di dewsa wî de anha sê wezaret hatine erkdarkirin. Hakan Fîdan, Wezîrê Karê Derve. Yaşar Guler, Wezîrê Şer û Alî Yerlîkaya Wezîrê Karê Hundir.

Ev her sê kes demên dirêj di pîlana çokdaninê ango tunekirina Kurdan de aktîv rol girtine. Hakan Fîdan di salên îstixbaratê de çi kir nekir tê zanîn. Ev Hakan Fîdan dema musteşarê MÎT’ê bû,  bi Sûrî, Iraq û Îranê re bi koordîne dixebitî. Dijminatiya wan bi van dewletan re hebûya jî, di warê îstixbaratî de danûsandinên wan tu caran qût nebûn. Di vê serdemê de jî wê ev yek derkeve asta herî bilind.

Yaşar Guler, di komkujiya Roboskî de fermandarê îstixbarata eskerî bû. Ferman ji aliyê wî ve hatibû dayin. Dîsa di kaseta deng a ku Hakan Fîdan digot ‘em ê ji Sûrî 2-3 rokêtan bavêjin Tirkiyê û şer bidin destpêkirin’ de dengê Yaşar Guler jî me bihîst digot; ‘her tim pêdivî bi eskeriyê heye’.  Ji  van kiryarên wî derdikeve hole ku di rojên pêş de wê çawa hewldanên wî yên dagirkeriyê pêkwerin.

Alî Yerlîkaya jî kiryarên wî yên dema ku li Şirnex û Agirî walî bû em nas dikin. Ev yek derbasî dewsa Soylû bû û ji bo ku xwe bide îspatkirin wê diha zêde êrişkar be.

Dema ku em li lîsta vê kabînê û axaftina Erdogan a şeva hilbijartinê binêrin, em ê bibînin ku talukeyek çawa li pêşiya kurdan heye. Em bibînin ku ewê metirsiyek çawa li ser destkeftiyên kurdan hene. Em ê bibînin ku rojên zor û zehmet ê çawa li pêşiya siyaseta demokratîk a li Tirkiyê hene.

Dema ku van yekan dibûn û van kesan bi kînek mezin amadekariya sefera Kurdistanê dikirin, em bihev ketibûn. Hin kesan bi hevpeyvîna xwe, hin kes bi daxwiyaniyan û hin kes jî di media dijîtal de erişî HDP’ê (bi zanebûn dibêjim HDP. Kesî negot tîfaq, kurd, Tevgera Azadiyê, hêzên demokrasiyê) dikirin. Di bin kîjan şert û mercên dijwar de ev encam bi destketine nedîtin. Hin kes bi zanebûn hin kesan jî ji bo rexnekirinê êriş kirin.

 

Ev kesan encamên ku Erdogan bi dest xistine rexne nekirin û bal nekişandin rojên çawa li pêşiya me nin. Nirxandinê wan rojev guhertin. Êdî kesî behsa Erdogan nekir. Her kesî HDP girtin rojeva xwe û êrişkirin. Hin caran HDP’ê jî êrişî xwe kir. Dixwestin rexnedayina xwe bidin (çima didan jî me nizanîbû). Bi vê yekê rûn li nanê wan kesên ku li jor me behsa wan kir, dikirin.

Lê Kurd û Kurdistan dibin talukeyek de bû. Erdogan ji bo di hilbijartinên 9 meh şûn de, hilbijartinên xwecihî de bi ser keve, dîsa kampanya xwe li ser dijminatiya kurda saz kiriye. Divê Kurd jî hertişî bidin aliyek û ji bo Kurdistanê ji serdema Erdogana nû biparêzin seferber bibin.