Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şemsîxan Gulo: Bila CPT bi erka xwe rabe

07/06/2023
in ROJEV
A A
Şemsîxan Gulo: Bila CPT bi erka xwe rabe
Share on FacebookShare on Twitter

Reşo Qamişlo/Qamişlo

Rêvebera Saziya Malbatên Şehîdan Şemsîxan Gulo da zanîn ku ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bi dawî bibe, divê gelên azdîxwaz têbikoşin û Komîteya Pişgirtina li îşkenceyê (CPT) û Rêxistinên Mafên Mirovî bi erka xwe rabin.

Tecrîda  ku li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin,yek ji planên qirêj  yên dewleta Tirkiyeyê ye, ku bi komployeke navnetewî di şexsê Rêbertî de, di 15`ê sibata 1999`an de, hat kirin  di encama vê komployê de hate revandin û radestî hikûmeta Tirk hate kirin.

Her wiha bi demê re êdî cezayên dewleta Tirkiyê, li ser Rêber Apo  zortir û pirtir bûn. Qaşo di serdema heyî de Rêxistinên Mirovî û dijişkenceyê weke CPT û hwd… hene û piştgirên heqîqetê û mafên mirovan e, lê ev bû 24 meh ku dewleta Tirkiyeyê derfetê nade malbat û praêzerên Rêbertî ku têkilyê pê re bikin û rewşa wî ji nêzve bibînin û nasbikin.

Her wiha  di  navbera 15’ê kanûna 2022’yan heya niha, parêzeran bi 10`ê caran ji bo hevdîtina bi Rêbertî re serî li cihên têkildar dane, lê belê hemû serlêdan bê bersiv man e.

Têkildarî tecrîda girankirî ya ku li ser Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, Rêvebera Saziya Malbatên Şehîdan û dayika Şehîd Mihiyedîn û Nûredîn Gulo, Şemsîxan Gulo ji Rojnameya Ronahî re axivî.

‘Tecrîda li ser Rêbertî, li ser tevaya gelê azdîxwz e’

Şemsîxan Gulo tekez kir ku tecrîda di şexsê Rêber Ocalan de tê kirin ji bo tevahî gelên azdîxwaz e wiha pê de çû: “Bi hezarên salan e ku mirovahiyê gelek zordarî ji sîstemkar û serdestan dîtiye û mixabin ev yek hîna jî berdewam e. Her wiha sedema berdewamiya vê yekê, kêmbûna kesayetên berxwedêr û azdîxwaz mîna Rêber Apo ye.  Lê  ev bêtirî 2 sal in ku gelê kurd û hemû gelên azdîxwaz tu têkilî û peywendî bi Rêber Ocalan re nekirine û  tecrîdeke giran li ser wî tê meşandin. Rastiyeke ber bi çave ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya gelan e. Her wiha armanca  dewleta Tirkiyeyê û komplogeran ji pêkanîna  komplo û tecrîdê; qutkirina Rêber Apo ji  gelê kurd û hemû gelên azdîxwaz e û ev yek dikeve berjewndiyên wan, ji bona ku  bi hêsantir bikarbin civakê li gor siyaseta xwe bimeşînin.”

 

 

 

‘Rêber Apo bingeh û sembola aştî  û fikrên azad e’

Şemsîxan Gulo diyar kir ku fikr û felsefeya Rêber Apo ji bo gelên bindest, dibe çavkaniya aştî û azadiyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir:  Li seranserî cîhanê her sîstemekî serdest dixwaze li gorî bercewendiyên xwe civakê têxe bin serweriya xwe û kole bike. Her wiha Rêbertî qet vê yekê napejrîne, lê belê armanca wî ya bingehîn aştî, wekhevî û azadiya jinê û hemû gelên azdîxwaz e. Em di dema niha de berhemên vî fikrî û felsefeyê, li Rojava, Qadên Parastina Mediya û tevahiya kurdistanê û cîhanê dibînin. Hêjayî gotinê ye ku Şoreşa Rojava û Rojhilatê kurdistanê bi pêşengtiya jinê û bi diruşmeya “jin jiyane azadî”, destkeftiyên giranbuha hatin bidestxistin û cîhan tev ji vê têkoşîn û berxwedanê matmayî ma ye. Her wiha ev tev bi saya Rêber Apo, Şehîdên azadiyê û têkoşeran bû.”

 ‘Bila CPT bi erka  xwe rabe’

Rêvebera  Saziya Malbatên Şehîdan got bila CPT û Rêxstinên Mafên Mirovan bi erka xwe  rabe û wiha domand: Qaşo Komîteya Ewripî ya Dijî Îşkenceyê (CPT) û Rêxistinên Mafên Mirovan bi navê azadiya mafê mirovan û wekheviyê ban dikin. Lê ev bêtirî 20 salan e ku binpêkirinên qanûnî û tecrîdeke giran li ser Rêber APO tê meşandin, lê saziya CPT li hemberî vê yekê bêdeng e. Cîhan tev dizane ku tecrîdeke giran û dermirovî di derheqê Rêber Abdullah Ocalan de tê meşandin û azadiya fîzîkî ya Rêbertî erkekî mirovî ye. Şemsîxan Gulo destnîşankir ku, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan wê gelê kurd û hemû gelên azadîxwaz her tim li ser piya be. Her weha ji CPT û Rêxistinên Mafên Mirovî tê xwestin ku li beramberî Rêber APO bi erkê xwe yê qanûnî û mirovî rabin û nebin hevkarê kiryarên dijmirovî yên dagirkerên tirk.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.