Rojnameya Ronahî

Li Akademiyê fêrî xwendin û nivîsandine dibe

Nehîr Pale

 Temenê wê 29 salî ye, weke jinekê rêwîtiya jiyana wê bi hemû şert û mercên bajaran re heyanî roja îro berdewam kiriye. Li Minbic ji dayîkbûye û di rêwîtiya xwe ya pê re dem bi dem rastî şikandinê hatiye. Belkî jî ji temenekî biçûk ve berpirsyartî rakirin, wext nedaye ku êşa van şikandinan bikşîne, her tim şert û mercan wê mijûlkirine û pê re bûne alîkar ku rê û rêbazên tûndwarî yên cinsiyetparêziyê wê lewaz nexînin.

Ew jî Diyai Ibrahîm Silêman e. Dibistan heyanî refa heftemîn xwendiye, ew hîna pênc salî ye bavê wê di encama pirsgirêkên tendurûstî de wefat dike, tedbîrên wan nînin ku debara xwe bikin, êdî keç û xortên malê her yek ji aliyê xwe ve dest bi kar dikin. Keç her mewsimî diçin palehiyê û xort jî li bajar çi karî bibînin, xwe didin ber. Diyai, xwişk û birayên xwe hemû neçar dimînin dev ji dibistanê berdin û bixebitin da ku pêdiviya wan bi kesî çênebe û xwe ji bin rehma kesên zextê li wan dike, derbixîn in.

Diyai jî dibe yek ji qurbaniyên cinsiyetparêziyê

Di civakê de dayîka bê hevjîn û zarokên bê bav ne weke her malbatekê li wan tê nêrîn. Dayîka Diyai jî rastî zexta piskolojîk hatiye. Malbata dayîka Diyai her xwestine ew li gorî wan tevbigere, lê ew nikare dev ji ew qas zarokan (5 keçik û 4 lawikan) berde û wan radestî qederê bike. Malbata bavê wê jî berpirsyartiya wan ranekirine û mîna her kesî xêran li wan dikin. Diyai jî mîna her jinekê rê û rêbazên cinsiyetparêziyê tehemul dike, dizewicê, dibe xwedî zarok. Hîna demeke dirêj li ser zewaca wê derbas nebûye, veqetandin û li malbata xwe veger çêtir dîtiye. Niha lawikê wê 8 salî ye û wê berpirsyartiya wî rakiriye.

Akademî ruhê wê geş dike

Sala 2021`an bi riya cîran û nasên xwe Mala Jin dinase û li wêderê dest bi kar dike. Hêviya wê ji Mala Jin destpê dike û li Akademiya Civaka Demokratîk Şehîd Ismaîl Mûsa ya Minbicê mezin dibe. Niha li Akademiyê dixebite, xebatên jin mîna perwerde dayîn û bi riya nîqaşê xwe îfade kirin, dibin çavkaniya fêrbûyîna Diyai ya xwendin û nivîsandinê. Daxwaza wê ya pêşketin û fêrbuyînê di astekî bilind de ye. Wextê xwe baş dinirxîne, kengî xebatên xwe yên Akademiyê bi dawî bike, pirtûk digre destê xwe û dixwîne. Hem dixwaze agahî bigre hem jî xwe amade dike ku perwerde bide.

Bi sedan jin li Akademiyan hatine perwerdekirin

Li herêma Minbicê du Akademiyên Civaka Demokratîk hene, Akademiya Şehîd Ismaîl Mûsa ku sala 2016`an hatiye vekirin û Akademiya Jin a Şehîd Zîlan Heleb ku sala 2017`an hatiye vekirin.

Li her du Akademiyan hezar û 828 jin hatine perwerde kirin. Bi riya dewreyên perwerdê yên fikrî hêz girtine ku ciyê xwe di hemû xebatan de bigrin, xwe bidin îfade bikin û berpirsyartiyê rabikin. Hejmarek ji wan niha rêveberin, hem kar birêvedibin hem jî li sazî û Akademiyan perwerde didin.

Diyai Ibrahîm Silêman jî yek ji jinên ku riya çareseriyê li pêşiya wê vebûye û niha xwe fêrî xwendin û nivîsandine dike. Hêza ku ji Akademiyê girtiye hêvî dayê ku bikarbe li beramberî cinsiyetparêziyê dest bi têkoşînê bike.