Rojnameya Ronahî

’Li hemberî tecrîdê divê hiqûqnas bêdeng nemînin’

Endamê Insiyatîfa Parastina Rêber Abdullah Ocalan A Parêzerên Sûriye Mustefa Şêx Muslim  diyar kir wê çalakiyên insiyatîfê yên ji bo azadiya  fîzîkî ya Rêber Apo dewam bikin û berfierhtir binin, herwiha bang li tevahiya hiqûqnasên cîhanê kir ku li hemberî kiryarên li îmraliyê tên kirin, bêdeng nemînin.

Norşîn Sîno /Qamişlo

24 sal in gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn li ser astên siyasî, dîplomatîk û fikirî ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan kar dikin. Azadiya Rêber Ocalan azadiya hemû civakan e taybet gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  ku fikirên Ocalan ji bo şoreşa xwe weke bingeha sereke dibînin.

Li ser wê bingehê li seranserî cîhanê gelek komîte, sazî û însyatîf ji bo belavkirina firkir û felsefeya Rêber Ocalan hatin avakirin. Ji sala 1999’an ve têkoşîneke hiqûqî û dîplomatîk ji bo teşhîrkirina binpêkirinên dewleta Tirk ên li hember Rêber Ocalan tên kirin.

Yek ji wan însyatîfan, Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê e ku di 9 Cotmeha 2019’an de ji aliyê gelek kesayetên siyasî, dîplomatîk, hiqûqî, bijîşkî, şêx û rûspiyên ji hemû pêkhateyan ve hat avakirin.

Însiyatîf li seranserî bajar û navçeyên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bajarê Helebê, ji bo pênasekirina fikir û felsefeya rêber Ocalan  kar dike, ji bo azadiya fîzîkî jî têkoşîneke hiqûqî û qanûnî dide meşandin.

Herî dawiyê di 20 Gulanê de, Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê konferansa xwe li bajarê Reqayê li dar xist û navê xwe guhert û kir Însiyatîfa Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Parêzerên Sûriyeyê.

Derbarê kar û xebatên Însiyatîfa Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Parêzerên Sûriyeyê, endamê Insiyatîfê parêzer Mustefa Şêx Muslim ji Rojnameya me ” Ronahî ” re axivî.

Mustefa Şêx Muslim diyar kir ku di konfiransa li bajarê Reqa li darxist , navê Însiyatîfê hat guhertin û wiha domand: “Hefteya borî me konfiransek ku parêzer û çalakvanên mafên mirovan li bakurê rojhilatê Sûriyê tê de beşdar bûn , li bajarê Reqayê li dar xist. Di encamê de navê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriye hat guhetin û navê xwe kir Insiyatîfa Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Parêzerên Sûriyeyê. Navê nû yê insiyatîfê hemû xwedî wateyeke berfirehtir e û parêzerên li ser erdnîgariya Sûriyê digre nava xwe,Herwiha ev insiyatîf ji aliyê parêzeran ve tê bi rêvebirin. Ji ber ku Rêber Apo ji bo demokrasî, wekhevî û edaletê têkoşînê dike, ji erkê parêzer yê exlaqî ye ku di milê hiqûqî de parastina Rêber Apo bike.”

‘Armanca me eşkerkirina kiryarên dijmirovî yên dewleta Tirk a faşîst’

Mustefa Şêx Muslim dazanîn ku wan di konfiransê de biryara aktîvkirina Komîteyên ji bo aşkerekirina kiryarên ku li Îmraliyê çêdibin da û wiha domand: “Yek ji biryarên ku di konferansê de hat girtin, ser biryarên ku me di konferansê de girtin, ew e ku 3’ê komîte ji bo eşkerkirina kiryarên ku li Îmraliyê tên kirin, bên aktîvkirin. Yek ji wan Komîteya jî, ya Têkiliyan, ya duyemîn Komîteya Ragihandinê û ya sêyemîn jî Komîteya Lêkolînên Zanistî û Yasayî ye. Armanca van komîteyên di nava înîsiyatîfê de ew e ku bi eşkerekirina binpêkirinên dewleta Tirk ên li girtîgeha Îmraliyê ya xerab, ji raya giştî re şîrove bikin û ji aliyê hiqûqî ve bidin nasîn û eşkerekirin.”

’Em ê gelek çalakiyan li dar bixin’

Mustefa Şêx Muslim  tekez kir ku armanca xebatên wan  ew e ku gel di nav de dost û alîgirên Rêber Ocalan li ser rewşa wî agahdar bin û wiha dirêjî da axaftina xwe : “Li gorî plansaziyên me, wê di çend mehên pêş de gelek çalakî û civîn bên lidarxistin ku armanca wan ew e ku gel di nav de dost û azadîxwazên cîhanê ji rewşa Rêber Ocalan agahdar bikin. Herwiha bi armanca balkişandina van xalên navborî em tevlî medyayê jî dibin ”

‘Divê hiqûqnas bêdeng nemînin’

Endamê Insiyatîfa Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Parêzerên Sûriyê Mustefa Şêx Muslim  destnîşan kir ku divê hiqûqnas li hemberî kiryarên dewleta Tirk yên li Îmraliyê dibin, bêdeng nemînin û axaftina xwe wiha qedand: “Em bang li hemû hiqûqnasên cîhanê dikin, ku li gorî fermanên wijdanê xwe yên pîşeyî û exlaqî tevbigerin û em ji wan daxwaz dikin ku li hemberî kiryarên di derheqê Rêber Abdullah Ocalan de tên kirin, bêdeng nemînin. Her wiha em bang  li rêxistinên mafên mirovan dikin ku li gorî erkê xwe yê exlaqî tevbigerin.”