Rojnameya Ronahî

Hîlala Zêrîn Çanda Dayika xwedawend ji nû ve zindî kir

Birûc Resûl/Qamişlo

Kordînasyona Tevgera Hîlala Zêrîn Mizgîn Çolax diyar kir ku Tevgera Hîlala Zêrîn yek ji destkeftiyên şoreşa jinê ye ku bû model û got”Jina afrîner karibû bi riya çandê cardin xwedî li çand û zimanê xwe derkeve û bibe îlham ji tevahî jinên cîhanê re.   

Bi Şoreşa Rojava re, jinên bakur û rojhilatê Sûriyê bi berhemên dîrokî û çandî careke din dîroka xwe zindî dikin. Bi şoreşê re gelek tişt bi dest ketin û jinên ku xwedî dîrok bûn dikaribûn van destkeftiyan bi şoreşê re vegerînin û nasnameya xwe qezenc bikin. Jinên Rojavayê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe dikaribûn careke din çand, huner û nasnameya jinan bi kar û xebatên xwe re vegerînin. Îro Hîlala Zêrîn nasnameya çanda jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku li gelek deran rêxistinbûna xwe ava kiriye û bi beşên hunerê dikaribû jinan vegerîne çanda jinên xwedawend. Îro bi gelek beşên xwe mohra xwe li dîrokê dide.

Avabûna Hîlala Zêrîn

Tevgera Hîlal Zêrîn di sala 2015’an de li çiyayên Kurdistanê hatiye avakirin, di 2016’an de li herêma Cizîrê, di 2017’an de li herêma Efrînê û di 2018’an de li Kantona Kobanê hatiye avakirin. Her ku şoreş mezin bû, Hîlala Zêrîn jî xwe berfireh kir û li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe bi rêxistin kir. Niha li tevahî herêm û Kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî fermî navendên Hîlala Zêrîn heye û di wan navendan de bi dehan kar û xebat tên kirin. Jin di qadên hunerî de bûne xwedî tecrube û gelek ji wan jinan niha cihên xwe di nava govend, koma muzîk, şano, çîrok, helbest, wênexêzî, dengbêjî, pargîn û nivîskariyê de digrin.

Komîteyên Tevgera Hîlala Zêrîn

Tevgera Hîlala Zêrîn xwe li ser 5 komîteyên bingehîn mîna komîteya Ragihandin û Arşîv, Komîteya Perwerde, Komîteya Têkiliyên Dîplomasî û Komîteya Çalakiyan û komîteya darayî bi rêxistin dike.

Herwiha her du salan carekê konferansa Tevgera Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê li dar xistin. Beriya wê jî konferansa herêman tê li dar xistin. Di konferansê de xebatên du salan tên nirxandin, xeta çand û huner diyar dike, pilanlama derdixîne, rêziknameya xwe nû dike, diçe biryarên nû, meclisên herêman û tevgerê erkdar dike. Salê carekê komcîvîna berfireh çêdike. Meclîsa Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Koordînasyona Meclîsa Herêman pêk tê li gorî pêdiviyan ji 5 heta 7 kesan weke Koordînasyona Hîlala Zêrîn tê avakirin.

Der barê kar û xebatên Hîlala Zêrîn û avabûna wê de kordînasyona Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Mizgîn Çolax ji rojnameya me re axivî.

Mizgîn çolax diyar ku armanc ji avabûna Hîlala Zêrîn rêxistinkirin û perwerdekirina zarok, ciwan û dayikan di aliyê Çandî û hunerî de. Mizgîn da zanîn ku beşên wan li tevahiya kantonan hene û wiha domand: “Tevgera Hîlala Zêrîn di sala 2016`an de li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê hat avakirin,herwiha navendên wê li hemû herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê hatin vekirin. Tevgera Hîlala Zêrîn bi asteka baş xebatên xwe didin meşandin. Di nava xebatên wê de beşên rêxstinî û hunerî jî hene, armanca me ewe ku zarok, ciwan û dayikan di milê rêxistinî û perwerdeya hunerî û çandê de pêş bixin.”

Mizgîn da zanîn ku ew bi çand û hunerê dîroka dayikê ji nû ve zindî dikin. Wekî em dibînin rewşa niha çawa ye, piranî çanda qapteliyîzimê zêde bûye, ev yek bandoriyek pir mezin li ser ciwanên me dike. Ciwan xêza resen a çandê ne, em dikarin bi riya huner û vekirin navendên xwe yên çand û hunerî, van ciwanan pêşbixin û perwerde bikin.”

`Hîlala Zêrîn bi kar û xebatên xweser tê naskirin`

Mizgîn berdewamî da axavtina xwe û got: “Hîlala Zêrîn bi kar û xebatên xweser tê naskirin, xebatên çand û hunerê bi girûpên xweser didin meşandin. Armanca me ku em jina hunermend, jina civakî ku bi riya kevneşopiya wê, derbixe holê.Em kar dikin da ku em bikaribin xwe îsbat bikin û civakê ronî bikin.”

` Konfiransên ku hatina li darxistin `

Mizgîn Çolax da xwiyakirin ku sal bi sal xebatên Hîlala Zêrîn mezintir û berfirehtir bû û wiha domand: “Konfiransa Hîlala Zêrîn a yekem di sala 2016`an de heta lidarxistin, bi riya vê konfiransê kar û xebatên tevgerê hatin eşkerekirin, di heman demê de Tevgera Hîlala Zêrîn ji her kesî re hat diyarkirin. Sal bi sal kar û xebatên Hîlala Zêrîn mezintir bûn, herwiha girûpên wê berfirehtir bûn. Di Konfirasa 2`e mîn de navê Kevana Zêrîn hat guhertin û bû Hîlala Zêrîn. Her wiha têkiliyên xwe bi derdorekî mezin avakirin, bi taybetî  pêkhatiyên ereb xwe di nava çandê de rêxistin kirin. Di sala 2022`an de konfiransa 3`e mîn li ser asta bakur û rojhilatê Suriyê hat li darxistin, hin biryar derketin ku festival û perwerdeyên rêxistinî bên lidarxistin. Komîteya diblomasî jî, ji bo pêşxistina têkilyan hat avakirin. Piştî wê têkiliyên derve wekî Elmaniya, Lubnan, Rûsiya û Fransa hat kirin.”

Mizgîn da zanîn ku Festîvala Şehîd Berçem ya sala 2022’an ku li bajarê Helebê hat lidarxistin, tevahî pêkhate bi rengê xwe tê de beşdar bûn û wiha domand: “Festîvala şehîd Berçem bi tevlîbûna hemû pêkhatiyan hat li darxistin, tê de her pêkhateyekê ku tevlî festîvalê bûn, bi kevneşopî û çanda xwe derket li ser dikê. Di heman çarçoveyê de her sal festîvala zarokan tê li darxistin, weke roja zarokan a cîhanî. Perwerde ji bo van zarokan tên dayîn”

 

` Em çanda dayika xwedawend zindî dikin’

Kordînasyona Tevgera Hîlala Zêrîn Mizgîn çolax di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Armanca me ji kar û xebatên Hîlala Zêrîn ew e ku mirov civaka xwe nas bike. Em ê bi riya çand û hûnerê civaka xwe bidin nasîn û çandê zindî bikin. Çanda dayîkê mîna dayîka xwedawende ku berî 5000 hezar sal ked û xebat kiriye. Li ser vê bingihê em dixwazin vê çandê bi riya ciwanan, zarokan û kevneşopiyên me nû bikin. Ji ber ku çand nasnameya me ye.”