Rojnameya Ronahî

Avakirina  civakeke ekolojîk a saxlem

Yek ji berhemên Şoreşa 19’ê Tîrmehê kar û xebatên parastina jîngehê bû. Ji ber ku ji beriya şoreşa 19’Tîrmehê ji milê sistema serdest ve tu guhdan ji bona jîngeha deverê nedihate dayîn û hemû sererd û binerdên deverê dihatin talankirin. Bi avabûna  Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweser wê ji bona barastina jîngehê kar û xebat were kirin?

Neteweyên Yekbûyî (NY) roja 5’ê Hezîrana 1972’yan de wek Roja Jîngehê ya Cîhanê ragihand. Ji wê dîrokê ve heta niha her sal ev roj wek roja parastina jîngehê tê pîrozkirin.

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 24’ê Gulana borî di civîna xwe ya asayî ya 77’an de pêşniyara cudakirina Desteya Jîngehê ji Desteya Rêveberiyên Herêmî pejirand. Bi vê yekê Desteya Jîngehê bû desteyeke serbixwe girêdayî Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Ziyanên ku gihaştine jîngeha herêmê

Hevserokê Desteya Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îbrahîm Esed anî ziman ku li gel guhertina avhewayî û pêşketinên li cîhanê, bi taybetî Rojhilata Navîn û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di nav de rû didin, talankirin û wêrankirina jîngeha vê herêmê ranewestiyan e.

Îbrahîm Esed diyar kir ku ji sedan salan ve karekî ekolojîk li herêmê nehatiye kirin û got: “Di encama zihniyeta netewdewletê de, kiryarên qirkirin û dizî têne kirin, ji ber vê yekê em dibînin ku hişkesalî, birçîbûn û pirsgirêk di hevsengiya ekolojiyê de çêdibin.”

Îbrahîm Esed destnîşan kir ku pêwîstî hebû ku Desteya Jîngehê xweser be û eleqe bi xebatên rêgirtina li ber talankirina xwezaya dewlemend û pirrengiya ekolojîk û civakî were dayîn.

Esed got jîngeha herêmê bi qirkirineke rasteqîn re rû bi rû bû, bandora şerên ku pergalên hegemonîk li dijî civakê sînordar nema, lê di heman demê de bandor li jîngeha Kurdistanê jî kir. Her wiha diyar kir ku li hemberî talankirina jîngehê dê di pêvajoya bê de eleqeyeke mezin bi jîngehê re were dayîn.

Xebata desteya jîngehê xwe dispêre çi?

Desteya Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê projeya neteweya demokratîk a ku xwe dispêrê avakirina civakeke exlaq û polîtîk wekî bingeha meşandina xebatên xwe digire. Parastina ekolojiyê lingekî sereke yê projeya neteweya demokratîk e.

Ziyanên 200 salan

Hevserokê Desteya Jîngehê diyar kir ku her ziyaneke bigihêje jîngehê dê bandorê li mirovan jî bike û wiha domand: “Ji ber zîhniyeta xirabkirin û talankirina jîngehê ya ku pergalên kapîtalîst di 200 salên dawîn de afirandin, ziyaneke mezin gihaşt jîngehê, pirsgirêk di hevsengiya jîngehê de çêbû. Ev pergal ne wekî zindiyekî anku wekî rihekî li jîngehê dinêrin.”

Esed bi domdarî got: “Em xwe dispêrin fikrê neteweya demokratîk ya li ser esasê avakirina civakeke demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan. Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jîngehê wek hêmaneke sereke ya pergala xwe dibîne.”

Plansaziya desteyê

Têkildarî plansaziya Desteya Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Îbrahîm Esed got: “Em hewl didin di dema bê de li ser asta cîhanê konferansa parastina jîngehê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar bixin, da ku bibin nimûneya parastina jîngehê. Di konferansê de yê mijarên çawaniya parastina jîngehê, bandorên pergalan û civakî li jîngehê, talankirina jîngehê, girîngiya paqijiyê û xweprastina ji nexweşiyan, her wiha avakirina jîngeheke tendurist werin nîqaşkirin û nirxandin. Desteya Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê girîngiya belavkirina çanda çandina daran û parastina paqijiya civakê û avakirina daristanan belav bike. Ji bernameyên desteyê yên din, dê akademiyeke fikrî ya jîngehî were avakirin, dê kursên jîngehê derbasî minhacên xwendinê werin kirin. Her wiha madeyên ku ziyanên digihîne jîngehê dê li ber çavan were girtin, dîsa jî wê bi alîkariya ferdên civakê, rêxistin, partî û kesayetên girîngiyê didin jîngehê, komîteyên jîngehê di nava meclisan de werin avakirin.”