Tuesday, July 21, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 Rêwîtiya tekoşîna Feysel Ebû Leyla bê navber didome

06/06/2023
in NÛÇE
A A
 Rêwîtiya tekoşîna Feysel Ebû Leyla bê navber didome
Share on FacebookShare on Twitter

Li Akademiya Şehîd Ebû Leyla bi hezaran şervanên hatine perwerdekirin, hêvî û armancên wî jiyanî dikin.

Dema ku em dîroka berxwedana Rojava, sembol û fermandarên wê bi bîr tînin, bêguman fermandar Feysel Ebû Leyla tê bîra me. Ebû Leyla bi hesert bû ku herêma xwe azad bibîne, ji bo wê jî heta kêliya şehadeta xwe (5`ê Hezîrana 2016`an) ji bo pêkanîna wê armancê têkoşiya.

Rizgarkirina minbicê yek ji armancên wî bû

Endamê rêveberiya Akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla ya girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ezîz, behsa fedakarî û têkoşîna şehîd Ebû Leyla kir û got: “Salvegera şehadeta fermandar Ebû Leyla ku dikeve 5`ê Hezîranê, ne bûyerek asayî ye. Ji ber ku Ebû Leyla ji destpêka şoreşê de, yek ji sembolên berxwedanê û nimûneyeke têkoşîn û fedakariyê bû.”

Ezîz diyar kir ku rizgarkirina bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ`ê yek ji armancên sereke yên şehîd Ebû Leyla bû û wiha dewam: “Wî zaroktî û ciwaniya xwe li Minbicê jiyan kir, di oxira pêkanîna biratiya gelan, jiyana hevbeş, aramî û aştiyê li tevahî herêmê de xwe feda kir. Ew bi têkoşîna xwe bû yek ji sembol û fermandarên Şoreşa Rojava.”

Fermandaê eniyên şer

Ezîz bal kişand ser pêngava rizgarkirina Minbicê jî û got: “Dema ku pêngava rizgarkirina Minbicê dest pê kir, şehîd Feysel Ebû Leyla û hevalên xwe li eniyên pêş ên şer bûn. Wî ji hevalên xwe re nedigot herin pêş, digot Ii pey min werin. Ebû Leyla ew pênav bi cesareteke mezin bi rê ve bir, heta ku gihaşt tixubên bajaroka Ebû Qelqel. Dema ku hin hevalên wî ketin dorpêça DAIŞ`ê, ew tavilê bi hawara wan ve çû û ew xilas kirin. Wê demê bi topeke hawanê birîndar bû û piştî du rojan şehîd bû.”

Akademiya  şehîd feysel ebû leyla

Ji bo zindîkirnia têkoşîn û bîranîna wî, piştî rizgarkirina bajarê Minbicê (2016) Akademiya “Şehîd Feysel Ebû Leyla” hat vekirin û bi hezaran şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê tê de perwerde dîtin.

Endamê rêveber ê akademiyê Mihemed Ezîz got: “Wek wefedariya me bi fermandar Ebû Leyla re, me akademiyek bi navê wî vekir, da ku şervanên herêmên werin perwerdekirin û têkoşîna wî bidomînin.” Di akademiyê de Waneyên aborî, civakî, exlaqî, demokrasî û dersên berxwedan, têkoşîn û şerê taybet jî tê de tên dayîn.

Mihemed Ezîz wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Şehîd Feysel Ebû Leyla bi têkoşîna xwe ya bi salan dihat naskirin. Wî wate da berxwedanê û ew bi serket. Piştî şehadeta wî jî bi hezaran keç û xortên ku bi wî bandor bûne, tevlî Meclisa Leşkerî ya Minbicê bûn. Li akademiyê rêwîtiya têkoşînê ya şehîd Feysel Ebû Leyla tê berdewamkirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Qanûneke ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk dike, divê bê derxistin’
NÛÇE

‘Qanûneke ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk dike, divê bê derxistin’

20/07/2026
Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin
NÛÇE

Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin

19/07/2026
PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe
ROJEV

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe

19/07/2026
KCKê Çarşema Sor pîroz kir
ROJEV

KCK: Gelê Rojavayê Kurdistanê wê destketiyên xwe weke doh îro biparêze

19/07/2026
Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir
NÛÇE

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir

19/07/2026
Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin
CIVAK Û JIYAN

Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.