Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Komkujiya Ermeniyan qirkirina mirovahiyê bû’

23/04/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Komkujiya Ermeniyan qirkirina mirovahiyê bû’
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Şêwirmendê Encûmena Civakî ya Ermen Îmad Teyran wiha got: “Di 24’ê Nîsana 1915’an de, bi destê dewleta Tirk a dagirker li dijî Ermeniyan komkujiyeke pir mezin pêk hat, di encamê de zêdeyî milyonek kes hatin kuştin û nêzî nîv milyon kes jî winda bûn.”

Ev komkujiya li dijî gelê Ermen yê ku bi destê dewleta Tirk a dagirker pêk hatiye, derveyî pîvanên mirovahiyê ye. Di encama vê komkujiyî de bi milyonan kes jiyana xwe ji dest dan, di nava wan de jin û zarok hebûn, ev kiryarên dijmirovî yên ku li ser gelê Ermen hatiye meşnadin sûcên dermirovî ne. Bi giştî nêzî 2 milyon kes jiyana xwe ji dest dan, hin ji wan winda bûn û kiryarên xerab li dijî jin û ciwanan hatin meşandin, ev komkujî û qirkirina ku hatî meşandin bû sedema hilweşîna gelekî.

Bi rasthatina salvegera komkujiya li dijî Ermenan şêwirmendê encûmena civaka Ermen û sikirtêrê partiya yekîtiya Ermen Îmad Teyran ji rojnameya me re axivî.

‘Komkujiya li dijî gelê Ermen kiryarên bê mirovî ne’

Îmad Teyran destnîşan kir ku komkujiya li dijî gelê Ermen kiryarên dij mirovîne û wiha got:” Ev komkujî ne tenê bi destê dewleta Tirk a dagirker, lê bi alîkariya hin dewletên din li ser gelê Ermenî pêk hat, û di encama vê komkujiyê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Herwiha gelek kes hatin winda kirin û gelek kes jî birîndar bûn. Ev komkujiya ku bi serê Ermenan hatiye, ji ber ku Ermen di warê siyasî, pîşeyî û piratîkî de gelekî pêşketî bûn, tirsa dewletên dagirker ew e, ku dema gelê Ermen pêşbikeve wê demê wê li pêşiya berjewendiyên wan bibe asteng û bi teybet erdê Ermeniyan gelek zengîn bû, ji bo vê yekê jî dewleta Tirk dixwest ku şerê cîhanê biqewime ji bo hemû dewlet çavên xwe li ser vê komkujiê bigirin.”

‘Ev komkujî di destpêkê de li ser rewşenbîr, siyasetmedar û leşkeran bûn’

Teyran diyar kir ku ev komkujî di destpêkê de li ser rewşembîr, siyasetmedar û leşgeran bûn û wiha domand:” Ev şer di destpêkê de li ser siyasetmedar, rewşembîr û leşkeran de pêk hat, piştî wê gel, jin û zarok hatin di destpêkê de xwestin esasê civakê hilweşînin û piştî wê dest bi qirkirina civakê kirin. Deverên ku Ermenî lê dijîn, Rojavayê Kurdistanê û bakurê Kurdistanê, li bajarên Orfa, Wan, Mûş û Rihayê, di van hemû cihan de Ermenî dijîn. Di destpêkê de zilam hemû kuştin, jin û zarok hin ji wan hatin kuştin û yên din jî harin winda kirin, hemû cûreyên êşkenceyê bi serê gel kirin weke rêbazê DAIŞ’ê niha dimeşîne dikirin. Di sala 1915’an de komkujiyên ku bi destê Osmaniyan li ser gelê Ermen pêk hatine niha dîsa bi riya çeteyên DAIŞ û dagirkeriya tirk komkojiyan li ser gelê Êzîdî û Elewî didin meşandin. Jinên du canî di nava wan de hebûn, eger keç ba ew dişewitandin û dikirin devereke girtî heya ku dimir. Di encama wê yekê de dewleta Tirk bê ku hesaban ji tu kesî re bike gelek komkujî li ser gelê Ermenî pêkanîn û li pêşiya çavê cîhanê tevahî ev yek dida meşandin. Di encama van kiryarên xerab de Ermenên ku mane berê xwe dan derveyî welat û hin ji wan derbasî olên din bûn.”

‘Ji bo ev komkujî dubare nebin divê gelê Ermen xwe bi rêxistin bike’

Şêwirmendê Encûmanên Civakî û Sikirtêrê Partiya Yekîtiya ermeniyan Îmad Teyran di dawiya axaftina xwe wiha got:” Ji bona ku komkujiyên mîna vê di derheqê gelê Ermenî û hemû gelan de dobare nebe, divê hemû gel di her milî de û li her cihî piştgiriya hev bikin. Ev komkujiyên ku li ser gelê Elewî tê kirin, eger niha girêdanek di navbera netewan de heba ev konkujî çênedibû. Fikra DAIŞ’ê gereke ji serê wî gelî derkeve, dibe ku ew werin hesab kirin ji ber ku ew di esas de çetene, ew xwe li ser xwîna gel jiyan dikin. Ji bo ku ev komkujî dobare nebin divê gelê Ermenî xwe birêxistin bike, yên ku li cîhanê belav bûne jî xwedî li çand û hebûna xwe derkevin û wê biparêzin. Pêwîste dewleta Ermenistan li van kesan xwedî derkeve û dewleta Tirk ji bona van kiryarên dij mirovî yên ku dane meşandin hesab were xwestin; hîn bêtir bi gelê Ermenî re alîkar bin, divê di qada navnetewî de dewleta tirk were dadgehkirin.           

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.