Selena Dêrik
Dewleta Tirk a dagirker 25’ê Nîsana 2017’an bi balafirên şer êrîşî çiyayê Qereçox ê Rojavayê Kurdistanê kir. Dewleta Tirk heya rojê bi rêya çeteyên girêdayî xwe hewl dida destkeftiyên gelê Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê ji holê rake. Lê dema dît êdî çeteyên wê û bi taybet çeteyên DAIŞ’ê li hember vîn û hêza şervanên azadiyê yên Apoyî têk diçin, bi êrîşên hewayî yên hovane, xwest derbê li şoreşa Rojava bixe.
Di encama vê êrişa bêbext de bi dehan şervanên azadiyê şehîd û birîndar bûn. Weke tê zanîn Dewleta Tirk a di nav NATO’yê de weke hêza duyemîn tê terîfkirin, di şerê li hember Tevgera Azadiyê de tevî hemû hêza xwe ya teknîkî û desteka derve jî bêçare ye. Dewleta Tirk ji bo ji rewşa têde ye xelas bibe û bi komkujiyan hêviyên gelê Kurd bişikîne, piştgiriyeke mezin da çeteyên DAIŞ’ê. Berê wan da bajar û gundên Kurdan. Lê DAÎŞ’a ku artêşên dewletan ên weke Îrak û Sûriyeyê nikarîn xwe li hember bigirin, rastî berxwedaneke mezin a şervanên Apoyî hat.
Bi berxwedana Kobanê re êdî DAÎŞ’a bibû bela serê hemû cîhanê ber bi hilweşînê ve diçû. Şervanên YPG û YPJ’ê bi îradeyeke ji pola derseke mezin dan dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê. Di pêvajoyeke ku şervanên azadiyê ji bo Reqayê DAÎŞ’ê kiribû paytexta xwe rizgar bikin, di nav hemleyeke muazem de bûn, dewleta Tirk êrişeke dijwar û nemerd bir ser çiyayê Qereçoxê. Di heman wextî de çiyayê Şengalê jî bombebaran kir.
Helbet ev êriş di wextekî welê de pêk hatin ku dewleta Tirk dixwest çeteyên DAÎŞ’ê ji wê rewşa xerab a ketibûn nav, rizgar bike. Lê tevî hemû êrişan û desteka ji dewleta Tirk û çeteyên wê re jî şervanên YPG-YPJ’ê bi berxwedaneke herî bi rûmet dawî li xîlafeta DAÎŞ’ê anîn û mirovatî ji tehlûkeyeke pir mezin parastin. Dewleta Tirk a dagirker jî weke her carê negihişt mirad û meqsedê xwe. Şoreşa Rojava her çû mezin bû û îro weke şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hemû gelên azadîxwaz bûye çavkaniya hêvî û serketinê.
Bêguman di vê têkoşîn û berxwedana rûmetê de rol, pêşengtî û sekna gelê me yê berxwedêr her tim cihê serbilindî û şanaziyê ye. Tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşanî her kesî dan ku wê timî li pişt şervanên xwe bin û dema pêwîst bike wê di çeperan de jî li rex zarokên xwe yên xwedî vîneke mezin in, şer bikin. Mînaka vê ya herî berbiçav li Bendava Şehîdan (Tişrînê) rû da. Gelên me tevî ewqas êrîşan jî bi îradeyeke mezin di nav berxwedanê de cih digirin. Ev berxwedana bi rûmet a hemû mirov bi heyranî lê temaşe dikin, dide xuyakirin felsefe û bîrdoziya Rêber Apo çiqasî xurt, pîroz û mirovî ye.
Di 8’emîn salvegera êrişa li ser çiyayê Qereçoxê de ez tevahî şehîdên me bi bîr tînim. Divê herkes zanibe ku heya zilm, zext, êriş hebin wê têkoşîna me neqede. Em ê bi gelên xwe yên hêja re welatekî azad û wekhev ava bikin. Em ê hêvî û xeyalên şehîdên xwe tekez pêk bînin. Di vê mijarê de pêwîst e gumana ti kesî nebe.