Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

3’emîn Festîvala Biharê li Zanîngeha Rojava hate destpêkirin

23/04/2025
in NÛÇE
A A
3’emîn Festîvala Biharê li Zanîngeha Rojava hate destpêkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

3’emîn Festîvala Biharê ya Xwendekaran li Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo ku wê 2 rojan dewam bike, hate lidarxistin.

Bi armnaca kêfxweşkirina xwendekarên Zanîngeha Rojava, Zanîngeha Şerq û Zanîngeha Kobanê bi amadebûna, xwendekarên zanîngehê, rêveberî û mamosteyên zanîngehê, 3’emîn Festîvala Biharê ji aliyê Zanîngeha Rojava ve li navenda wê ya li bajarê Qamişlo di 23’ê Nîsanê de hate destpêkirin û wê 2 rojan dewam bike. Di festîvalê de ji bo xwendekaran çalakiyên cûrbicûr tên lidarxistin.

Li ser navê rêveberiya zanîngehê Evîn Ehmed û li ser navê Meclisa Xwendekaran Rojîn Yûsiv axivîn û wiha gotin: “Armanca sereke ji Festîvala Biharê ya Xwendekaran ew e ku çand û bîranînek xweş di nava xwendekarên Zanîngehê de bimîne. Herwiha ji bilî ku bibe çandek di nava xwendekaran de, di heman demê de xwendekar ji rewşa xwendinê derkevin û rewşa tiştên xweş bi çalakiyên cûrbicûr yên festîvalê jiyan bikin.”

Bernameyê Festîvalê ya Roja yekemîn jî wiha bû:

– Ji aliyê 7 giropan ve ku yek ji wan a Mamosteyên Zanîngehê ye xwarinên gelerî û herêmî hatin çêkirin.

-Pêşbirka helbestan, pirsan û stranan di navbera xwendekarên Zanîngehê de pêk hat.

– Koma ku ji Kobanê hatibû vexwendin çend stran gotin, bi gotina stranan re xwendekarên zanîngehê bi çoşeke mezin govend gerandin.

– Koma Kobanê ya govendê hate pêşkêşkirin.

– Hunermendên ku hatibû vexwendin ji bo festîvalê dê bistirê.

-Komîteya nirxandina xwarinê, xwarina herî xweş hilbijêre.

Bernameyê Festîvalê ya Roja Duyemîn wiha ye:

–Pêşbirên pêşbirka nîgarkêşiyê bê kirin.

-Koma ku ji Kobanê hatiye vexwendin govendê bigerînin.

-Pêşbirka werzîşê bê kirin.

-Stran ji aliyê hunermendên ku hatine vexwendin ji bo festîvalê bên gotin.

-Navê xwendekarên serkeftî di pêşbirkan de tê ragihandin û xelat têne belavkirin.

Hêjayî bîranînê ye ku Zanîngeha Rojava di 3’ê Gulana 2023’an de ji bo xwendekaran yekemîn Festîvala Biharê ku 3`ê rojan dewam kiribû li dar xistibû. Herwiha 2’emîn Festîvala Biharê jî di 18’ê Gulana 2024’an de hatibû lidarixstin.

 

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.