Dîlan Mulhim\Qamişlo
3’emîn Festîvala Biharê ya Xwendekaran li zanîngeha Rojava roja duyemîn li bajarê Qamişlo hat lidarxistin.
Îro li zanîngeha rojava li navenda wê ya bajarê Qamişlo 3 emîn Festîvala Biharê ya Xwendekaran roja duyemîn hate lidarxistin.Di festîvalê de xwendekarên zanîngeha Şerq û Kobanê amedebûn, herwiha xwendekarên zanîngehê, rêveberî û mamoste beşdarî festîvala Biharê li zanîngeha Rojava roja duyemîn bûn.
Festîvala bi deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanê şehîdan destpêkir.
Piştire pêşkêşvanê Festîvalê Diyar Sehdûn bixêrhatina hemû beşdaran kir.
Di roja duyemîn de ji bo xwendekaran çalakiyên cur û bi cur hatin lidarxistin .
Pêşbirên pêşbirka nîgarkêşiyê hatin kirin.
Koma ku ji Kobanê hatiye vexwendin govend gerandin.
Pêşbirka werzîşê hatin kirin.
Stran ji aliyê hunermendên ku hatine vexwendin ji bo festîvalê hatin gotin.
Navê xwendekarên serkeftî di pêşbirkan de hat ragihandin û xelat li kesên serkeftî hatin belavkirin.