Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Armanca dewleta Tirk têkbirina vîna gelê kurd e’

23/04/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Armanca dewleta Tirk têkbirina vîna gelê kurd e’
Share on FacebookShare on Twitter

 Hêvî Keleş/ Qamişlo

Rêveberiya Meclisa Jin a Malbata Şehîdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cewahir Osman anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca têkbirina vîn gelê kurd di 2017’an de êrişeke hovane li Qereçoxê pêk anî  û wiha got: “Bi vîna gelê kurd planên dagirkleriya Tirk têk diçin.”

Di sala 2017’an, di şeva 24′ Nîsanê de çiyayê Qereçoxê bû hedefa hêzên dagirker. Dewleta Tirk a dagirker hewil da ku bi van êrêşên hovan e vîna gel têk bibe û destkeftiyan ji holê rake. Lê li hemberî wê jî gel bi vîneke mezin li ber xwe da û meşa têkoşîna azadiyê domand. Bêguman bi vê êrişê re hem rûyê hêzên ku piştgiriya DAIŞ’ê dikin derkete holê.

Derbarê 8’mîn salvegera komkujiya Qereçoxê de Rêvebera Meclisa Jin a Malbatên Şehîdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cewahir Osman ji Rojnameya me re axivî.

 Êrişa li ser Qereçox êrişek hovane bû

Rêvebera Meclisa Jin a Malbata Şehîdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cewahir Osman anî ziman ku êrişa dewleta dagirker a li ser Qereçox êrişekE hovane bû û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker bi firokên şer êrişî Qereçox kir û di encamê de gelek têkoşer şehîd bûn. Armanca dewleta Tirk ew e ku metersiyekê bixe dilê gel de, herwiha êrişî pirojeya me dike, pirojeya Rêveberiya Xweser û pirojeya ku jin pêşengtiya wê dikin. Ew hewil didin îradeya gel têk bibin û herêmê tevî dagir bikin. Ev hewildanên wan bi giştî vala dedikevin ji be ev hewildanên wan bû sedema ku gel bêhtir xwe bi israr bike û bi yekrêzî û yek helwest li beramberî van êrişan derkevin û hêza xwe li beramberî êrişên dewleta Tirk xutir bikin.”

dewleta Tirk bi îradeya gel vala dedikevin

Cewahir Osman axaftina xwwe wiha qedand: “Piştî destpêkirina şoreşa Rojava dewleta Tirk gelek komkujî li ser herêmên kurdan pêk anîn. Armanca wê têkbirina şoreşa Rojava ye, herwiha têkbirina îradeya gel e. Ji bo salvegera komkujiya Qereçoxê em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin, ev bîranîn ji me re hem êşe û hem jî em bêhtir têkoşînê berdewam dikin. Em weke dayik û malbatên şehîdan dîsa bi israrin û dîsa soza xwe bi şehîdên xwe re nû dikin ku em ê li pey şopa wan bin heta dawiyê û em ê ji bo nirxên wan heta dawiyê em ê biparêzin, herwiha şer û têkoşînê bikin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.