Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hişmendiya tûndirew a desthilat û gurkirina aloziya Sûriyê

04/06/2023
in ROJEV
A A
Share on FacebookShare on Twitter

Biradostê Mîtanî

Berya hemû sedemên vê aloziyê, siyaseta rêjîma Sûriyê, ji sedemên nedemukrasiya wê, ya bi dehên salan. Her weha avabûna wê li ser bingiha netewdewlet û partîtî û kesayetperestî bûne sedemên pêxistina agirê vê aloziyê û bû sersebebê ku di 16-3-2011z milet dest bi şoreşê bike. Lê ji ber ku hişmendiyek rêxistinî, şoreşgerî û niştimanperwerî di rêvebirina gel de nebû û kesayet û rêxistinên tûndrew li keştiya wê siwar bûn.  Şoreşê zû berê xwe ber xirabbûnê ve guhert û  navê xwe winda kir û  ecindên xwedî hişmendiyên tûndirew destwerdan tê de kirin. Ji bo vê yekê Sûrî parçe kirin û rewşa wê di aloziya siyasî,civakî,abûrî,wêrankirin,Kuştin,koçberkirinê de hiştin.

Destwerdanên derve ta îro berdewam in. Nexasim rêjîma Tirkiyê ya ku rewşa Sûriyê ji bercewendiyên xwe yên mayendî dagirkerî re bi kar anî, ji bo mîsaqa milî û xewnên embiratoriya Osmanî bi cih bîne. Alozî gurtir kir û bi rengekî pir xirab bû sedem ku çareserî ev (12) sal in winda bibe.

Ji ber hişmendiya xirab,bi taybet a wan her sê aliyan:Rêjîm,çete û dagirkeriya Tirkiyê,çareserî winda bûye. Çi qas ew her sê alî bi piştgiriya Rosiyayê û Îranê li hev dicivin jî, ji bo lihevhatinê,lê bi ser nakevin. Dîtinên Cinêvê,Asîtanayê,Sotişî,Komîta Destûrê û niha dîtinên Moskoyê tev pûç û vala derdikevin.

Di derbarê rewşa xirab a Rojavayê Kurdistanê – Bakurê Sûriyê, ji destpêka wê ve   hêzên xwe yên tekoşer YPG,YPJ,QSD,û Asayîş û yên din ava kirin û gel parastin û bûn hêzên yekemîn bi hêzên hevpeymana Navdewletî re dijî terora DAIŞê û hevkarên wê re tekoşînê dikin. Li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rêvebiriya Xweser hate damezrandin û ew gelê xwe diparêz e. Li ser bingehê biratiya gelan û bi hişmendiya Netewa  Demuqrat a ji remanê  ronakbîr  Abdulah Ocelan a karîbû di şert û mercên pir zehmet de xwe bisepîne û di piratîkê de bibe hêvî û aramiya gelan.

Rêvebiriya Xweser bi hişmendiya xwe ya aştîxwaz, civakparêz û niştimanperwer xeta rast diparêze. Ji bo rewşa Sûriyê bi giştî û pirojên çareseriyê mîna Fedralîzimê û dewletek nenavendî danî holê û her tim bi erkê berpirsiyariyê radibe û ji hemû aliyan ve kar û xebatê dide meşandin. Piroja dawî ya destpêşxêriya MSD ya ji (9) xalan û ya ku deng veda û pir helwest ji yên kesayetên rikberiya Sûriyê û dewletên herêmê û navnetewî kişandin aliyê xwe. Lê ew her sê aliyên nedemukrasîxwaz ên ku piştî ewqas encamên xirab ji hişmendiya wan a xirab ber bi çareseriyê ve nayên. Weke îro  dewletên mîna Siûdiyê û Îmarat bi serpereştiya Emerîka û ta radeyekê Komkara Erebî,yên ku nirxên vê destpêşxêriya MSD nas kirine, zextan li wan aliyan dikin,bi taybet li rêjîma Sûriyê,  ji bo pejirandina wê destpêşxêriyê. Ji ber ku ev (12) sal in ew destpêşxêrî delîva ku herî rast û yekem e ji bo çareseriya rewşa Sûriyê û ta îro ew dewlet di fişarê de berdewam in,nexasim ji bo ku ev hêza gewre û tekoşer QSD jî bibe beşek ji artêşa niştîmanî ya Sûriyê û Rêvebiriya Xweser jî bibe aliyek ji rêvebiriya Komara Sûriyê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.