Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Dorpêçkirina wargeha Mexmûr beşek ji planên dagirkeriya Tirk e’

04/06/2023
in ROJEV
A A
‘Dorpêçkirina wargeha Mexmûr beşek ji planên dagirkeriya Tirk e’
Share on FacebookShare on Twitter

Reşo Qamişlo/ Qamişlo

Sema Begdaş diyar kir ku dorpêçkirina Wargeha Mexmûrê beşek ji pilanên qirêj yên dewleta Tirk ya dagirker e û got”Armanc ne tenê wargeha Mexmûre, armanc têkbirina vîna gelê berxwedêr e û divê tevahiya gelê Kurd li wargeha Mexmûrê xwedî derkevin.

 

Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di sala 1998’ê li ber çiyayê Qereçûx hatiye avakirin û têde 12 hezar welatiyên sivîl dijîn. Xelkê Wargeha Mexmûrê Kurdên Bakurê Kurdistanê ne ku di encama şewitandina gundên wan, girtin, kuştin û revandina xizmên wan ya ji aliyê dewleta Tirk ve ku bi destê JÎTEM û Hîzbûllahê (Huda Par’a niha) kir bi neçarî dest ji mal, milk, xizim û warê xwe yê bi sedan salan berdan û sala 1994’ê bi neçarî koçberî Başûrê Kurdistanê bûn.

Ji destpêka avabûna wargehê de û heta niha planên qirêj ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û Partiya Demokratî Kurdistan (PDK) ve li ser vê wargehê tên meşandin. Herwiha gelek caran wargeh ji aliyên balafirên bê mirov yên dewleta Tirk a qirker ve tê hedefgirtin.

Herî dawî Artêşa Iraqê di 20’ê Gulanê de xwest derdora Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi têlan bigire. Di danê êvariya 20’ê Gulanê de hêzên Iraqê bi çekan êrişî xelkê Wargeha Mexmûrê kirin û xelkê Wargeha Mexmûrê jî bi keviran bersiva wan da. Di encama gulebarana artêşa Iraqê de ciwanê bi navê Ehmed Emer Mijînî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. Berxwedana xelkê wargehê ji 20’ê Gulanê ve li dijî hewildanên dorpêçkirinê yên artêşa Iraqê bê navber û bi biryarî didome.

Derbarê dorpêçkirina wargeha Şehîd Rustem Cûdî berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk  PYD`ê Sema Begdaş, ji rojnameya me re axivî.

‘Dorpêçkirina Wargehê plana dewleta Tirk ya dagirker e’

Sema Begdaş destnîşan kir ku armanca hikumeta Îraqê ji dorpêçkirina Wargehê pêkanîna siyaset û planên qirêj yên dewleta Tirk ya dagirker e û wiha got: “Rengê jiyana gelê Wargeha Mexmûrê xweser û azad e, gel hemû awayên bindestiyê red dikin. Lê niha dewleta Tirk A dagirker pilaneke qirêj daye pêşiya hikûmeta Îraqê. Ew dixwaze wargehê ji gel re bike zindan û dest deyne ser. Pilanên wisa qirêj ji taybetmendiyên siyaseta dagirkeriya Tirk e, lewra  ji bo dorpêçkirina Wargehê û pêkanîna armancên xwe, hikumeta Îraqê kir weke alavekê û bikar anî. Armanca ji vê yekê jî ku dewleta Tirk a dagirker wargehê û herêmê bi giştî dagir bike.”

‘Gelê Wargehê bi vîneke mezin têdikoşe’

Sema Begdaş diyar kir ku bingeha hêza gelê Wargeha Mexmûrê esas di vîn û têkoşîna wan de ye û wiha axivî: “Ev zêdetirî 20 sal in, ku ev weageh hatiye avakirin. Herwiha  ji destpêka avakirina  wê ve û heya niha, herdem li ser gelê wargehê  êrîş, bomebarankirin û zordarî  ji aliyê dewleta Tirk û DAIŞ`ê ve hatiye kirin.  Tevî van zehmetiyan jî em dibînin ku gelê vê Wargehê berxwedaniyeke bêhempa dikin û pilanên dijminan vala derxînin. Herwiha di dema niha de em dibînin ku pilaneke qirêj li ser gelê wargehê tê meşandin, li hemberî vê yekê jî, tevahiya gel bi helwesteke xurt,  berxwedaniyeke mezin li hember hêzên Îraq nîşan didin. Bingeha vê yekê jî, vîna gelê azadîxwaz e. Lê ev yek tenê têrê nake, divê em weke gelê kurd li tevaya Kurdistanê  li gelê wargehê û berxwedniya ku tê kirin, xwedî derkevin.”

‘Armanca dijmin qirkirina gelê Kurd e’

Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk ( PYD) Sema Begdaş da zanîn ku dorpêça Wargeha Mexmûr pêvajoyeke ji siyasetên ku li dijî gelê Kurd tê meşandin  û wiha axaftina xwe qedand: “Dorpêçkirin pêvajoyeke ji siyaseta ku li dijî tevaya gelê kurd tê kirin. Bila tu kes nebêje ku armanc tenê wargehe, ev plana dijminê gelê kurd e. Xeter ne tenê li ser wargehê ye, xeter li ser her bajarekî kurdan heye. Dijmin dixwaz e gelê kurd qir bike û ji bo wê bi şev û roj kar dike. Herwiha pilanên ku niha li ser gelê Wargeha Mexmûra berxwedêr tê meşandin, beşek ji pilanên qirêj yên Trkiyeyê û hikumeta Îraqê ne, pêwîst e hikumeta Başûr li dijî vê yekê derkeve.  Di heman demê de, ji bo ku pilanên dijminê doza kurdî pêk neyên pêwîstî bi yekîtiya gelê kurd heye.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.