Rojnameya Ronahî

’Divê jin bi hêza xwe bawer be’

 

Jinên xebatkar yên bajarê Qamişlo diyar kirin ku divê jin bi hêza xwe ya pêşxistna civakê bawer be û gotin”Divê her jinek nirxê hêza xwe nas bike û ji bo civaka xwe kar bike”

Norşîn Sîno\Qamişlo

Li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, beriya Şoreşa Rojava, jin bi rêgezên civakê yên ku azadî, jiyan û reftarên wan sînordar dike dorpêçkirî bûn. Herwiha derfet ji bo jinan nedihat dayîn ku kar û xebatê bike.

Piştî Şoreşa Rojava ya ku bingeha wê  fikir û felsefeya Rêber Apo ye ,jin di tevahiya qadan de tevlî kar û xebatan bû û roleke sereke di tevahiya qadan de lîst. piştî şoreşa 19 tîrmehê jinê roleke giring û bi bandor li ser civaka Rojava lîst ji bo azadiya xwe pêk bîne û ji bin zihniyeta mêr û ji nezaniya civakê  derkeve, di vê şoreşê de jin rabûn ji bo azadiya xwe pêk bîne , kete rewşeke ku pêşketinek pir mezin pêre çêbû,  gava yekemîn avête pêş ji bo  rewşa xwe biguherîne û bighêje rewşeke baştir, weke ku me dît jinê  di vê  şoreşê de cihê xwe girt di gelek cihan de,tevî  karên xweyî malê û xwedîkirin zarokên xwe .

Lê ku ne bi hesanî karîbû bighêje vê asta giring, gelek astengî û pirsgirêk di riya wê derket û di gelek zehmetiyan de derbas bû lê ku hêdî hêdî bi îradeya xwe karîbû van pirsgirêkan çareser bike,her wiha jî cihê xwe girt di nava qadên tekoşîn û berxwedanê .

Di vê şoreşê de gelek Sazî hatin avakirin ji bo parastina mafên jinê , mala jinê hat avakirin ji bo jin fêrî mafên xwe bike berxwebide û çawa zanibe pirsgirêkên xwe çareser bike û parastina mafê xwe bike û ji jiyana koletiyiê derkeve.

 

Derbarê girîngiya kar û xebatê jinan, jinên xebatkar yên bajarê Qamişlo ji rojnameya me re axivî û dan zanîn ku jin bi xebata xwe nasnameya xwe ji civakê re isbat dike, her wiha ji tevahiya jinan xwestin ku ji bo pêşxistina civakê kar û xebatê bikn.

‘ Em bi karê xwe nasnameya xwe isbat dikin’

Jina bi navê Nisrîn Hesen ya ji bajarê Qamişlo ku karê çêkirina amûrên xwexemilandinê yên filiklorî dike, diyar kir ku ew hestekî pir mezin dibîne dema ku ew bi karê xwe berpirsyariya xwe dike û wiha axivî: “Di demên berê de, jinan ji ber destlatdariyê herwiha bandora zihniyeta zilam û civakê, nikarîbûn kar bikin û mafên wan dihat qedexekirin. Lê piştî Şoreşa Rojava ya ku bingeha wê fikir û felsefeya Rêber Apo ye ,hêza me çêbû ku em li hemberî tundî û koletiyê, li berxwe bidin û têkoşînê bikin. Herwiha derfeytên me çêbûn ku em tevlî qadên şer, siyaset, aborî û tevahioya qadên jiyanê bibin. Bi rastî ev tişt me bi hestekî pir mezin dihesîne ku em gihiştine vê astê, dema ku em bi karê xwe berpirsyariya xwe dikin, em pir kêfxweşin. Em bikarê xwe nasnameya xwe isbat dikin.”

‘Jin bingeha pêşketina civakê ye’

Jina bi navê  Roj Mihemed ku di beşê Çavdêrî û kontrolkirinê li desteya jinê de kar dike, da zanîn ku  jin bingeha pêşketina civakê ye û wiha domand: “Piştî şoreşa Rojava, civaka ku li ser fikirê destlatdarî û baviksalariyê rabûye, hêdî hêdî ber bi guhertinê ve diçe. Di demên borî de nerînên li ser  jina xebatkar pir hişk bû ,lê niha bi saya felsefeya Rêber Apo civak tê guhertin û jin rola xwe ya pêşengtiya civakê dilîze. Her jinek ji me hêzeke wê heye , hin jin hene ji ber nêrîna civakê ji jina xebatkar re , cesareta wan tuneye ku hêza xwe bi kar bînin û li milê hevalên din kar bikin . Ji bo vê yekê em ji tevayî jinan dixwazin ku nirxê hêza xwe nas bikin û wê bike xizmeta civakê de .”