Saturday, May 24, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dewleta Tirk, êrîşî rûmetên Kurdistanê dike

04/06/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
AKP Tirkiyê, PDK jî Kurdistanê difiroşe!
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmed Aktaş

Di bingeha êrîşên dewleta dagirker a Tirk de, rûmet û pîroziyên gelê Kurdistanê heye.

Mirov bi kûrayî bala xwe bide êrîşên dewletê, bi piranî jî di dema dîktatoriya R.Erdogan de, wê baş were dîtin ku ne êrîşin ji rêzê ne. Belê bi taybetî êrîşî ser destkeftiyên pîroz û hêja yên Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê dike.

Hinek ji van rûmetên sereke yên pîroz, dikare wisa werin rêz kirin:

Ji ber ku ev destkeftî, bi saya Rêbertî û pêşêngên Tevgerê pêktên, di rêza yekemîn de êrîşên gîran li ser vanan e. Mînak; tecrîda Imrali û êrîşên IHA û SIHA yên li dijî pêşengan.

Êrîşên li ser bîrdozî û siyaseta gelê Kurdistanê. Ji bo felsefeya Rêbertiyê liberal bike, ji naveroka wê dûr bixe û kesatiya şoreşgerî û civakê ji hev qut bike, rola pêşengiya jinê û hêza civanan pûç bike, bi her cûre rêbaz û şêwazan êrişên bê exlaqî û nemirovî didin meşandin.

Êrîşên li ser rûmeta herî bingehîn û pîroz şehîd û şehîdgehan.

Dijberî û dujminahiya li himber deskeftî û damezrandinên pergalên civakên demokratîk ên li Rojava, Şingal, Mexmûr û hwd.

Siyaset û kiryarên li dijî berxwedana zîndanan. Hewldanên qirker ên ji bo şikandina dirûşim û ruhê “teslimiyet û xiyanetê, BERXWEDAN JIYAN E”!

Derxistina asteng û pêkanîna provakasyonên li dijî yekîtiya neteweyî ya li ser bingeha NETEWA DEMOKRAT. Her wiha, derxistina keleman pêşiya bi hevre jiyana netewan û baweriyan, ên li heremê û li cîhanê yên bi navên XWESERIYA DEMOKRATÎ, FEDERALÎ, KONFEDERALÎ, KOMARÊN DEMOKRATÎ û hwd.

Mînakek herî nêz û balkêş a li ber çavan rûda, hewldanên rêgirtin û hilweşandina siyaseta aştîxwaz û yasayî û demokrat a li Bakûr û Tirkiyê bû. Ji bo ku tevgêra herî demokrat û yasayî ya gelê Kurdistanê ya bi navê HDP-YSPê, bi ser nekeve hemû şêwazên ne yasayî, ne edaletî û zordarî dan xebitandin. Jixwe çi anîn serê şaredar û rêveberên rêxistinên yasayî û aştîxwaz ên gelê Kurdistanê tên zanîn! Wisa diyar dike ku “ev hîn ne tiştek in”, wê hîn jî xerabtir bibin!

Begûman dewleta tirk, bi taybetî jî  faşîzma AKPê ya ku ev bû bîstûyek sal in li ser destkeftî, pîrozî û hêjayên gelê Kurdistanê, bênavber êrîşên bêexlaqî, bêûjdanî, bêedaletî yên qirker dide meşandin, ne bi serê xwe tenê ye.

Helbet palpişt û desteka herî mezin û dorfireh ji dewletên giregirên cihanê distîne û her weha alîkariyê, ji sê dewletên hevparê xwe Iraq, Îran û Sûrî yên heman gunehkarên ser Kurdistanêne jî digre.

Lê belê alîkarî û yarmetiya herî xeter, xedar, xemgîn, qirêj û genî, ji xayinên bi nav Kurd in distîne. Serkêşiya van xayinan jî serokên malbata Berzanî Mesûd, Mesrûr û Nêçîr dikişîne. Vî karê ewqas xerab û kirêt, ne li Başûr bi tenê, belê li her çar perçeyên Kurdistanê û niha jî ta ku ji destê wan tê, di asta cîhanî de jî teqsîr nakin û vê bêrûmetiyê didomîn in!

Bêgûman BERXWEDAN JIYAN E û parastina destkeftiyan, rûmetan û pîroziyan, hîmên jêneveger in!

 

Post Views: 35
ShareTweetPin

Herî Dawî

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’
JIN

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’

22/05/2025
‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’
ÇAND Û HUNER

‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’

22/05/2025
Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir
NÛÇE

Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir

22/05/2025
Neteweya Demokratîk
POLÎTÎKA

Neteweya Demokratîk

22/05/2025
Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike
JIN

Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike

22/05/2025
‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’
ROJEV

‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’

21/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.