Rojnameya Ronahî

Kovara ‘Asoyên Jinan’ çavkaniya lêgerên rastiya jiyanê ye

 

Kovara ‘Asoyên Jinan’ ku hejmara wê ya yekemîn berî çend rojan derketiye ruh û hişmendiya jinên ku li rastiya xwe ya jiyanê digerin temsîl dike û dibe dengê tecrûbeyên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di şoreşê de radigihîne.

Jinên ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rê ve biriye, îro hemû qadên civakî, siyasî û çandî bi rê ve dibin û di warê ragihandin û wêjeyê de jî bûne pêşeng û hemû zehmetiyên li pêşiya xwe derbas kirine.

Lêgerîna rastî û azadiyê armanca jinan bû nexasim di 12 salên dawîn de, ev lêgerîn heta niha bi rêbaz û şêwazên cuda didome. Ev ked û xebat jî di çarçoveya kovara ‘Asoyên Jinan’ de tê belgekirin.

KOVARA ‘ASOYÊN JINAN’ ÇI YE?

‘Asoyên Jinan’ kovareke siyasî, fikrî û çandî ye ku dozên jinan digire dest û siyasetê, jinên têkoşer, rewşenbîr û hunermend û jinên ku ji bo diyarkirina rastiyê tê dikoşin, bi tevahiya jinan dide naskirin.

Her wiha di kovara ‘Asoyên Jinan’ a ku her 2 mehan carekê bi zimanê Erebî tê weşandin de, hemû çalakiyên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hevdîtinên bi kesayetên ku li herêmê dixebitin re derdixe pêş.

Her wiha, kovar balê dikişîne ser nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên ji bo jinan û civakê û di beşeke taybet de pêşkêş dike. Her wiha beşên din wek asoyên fikrî ku tê de gotar û analîzên jinên hemû pêkhateyên herêmê der barê hejmarê tên pêşkêşkirin de, diyalog, nêrîna siyasî, nemir, vedenga ruh, pistînên helbestî û çalakî hene.

Pêşxistina rola jinan û asta wê ya rewşenbîrî

Derbarê vê mijarê de, seroka beşa edîtoriyê ya kovarê Nêrgiz Îsmaîl got: “Li gor rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û zehmetiyên leşkerî, siyasî û civakî nexasim ên di aliyê zarok û jinan de, me di destpêka salê de dest bi nîqaşkirina derxistina kovareke bi zimanê Erebî kir û li gor wê me amadekarî kirin.”

Nêrgiz destnîşan kir ku gava yekemîn a derxistina kovarê damezirandina tîmeke jinan bû ku erkê wan sererastkirina rêzimanî û xêzkirina wêneyan bû û ev li gotinên xwe zêde kir: “Çavê civakê her tim li mêr bû di aliyê perwerdehî û pêşxistina fikrî de. Sedem jî bandora pergala berê li ser wan e û nebûna ragihandekê ku rola jinan bi pêş dixe yan jî derfetê li pêşiya wê vedike ji bo ku xwe bi awayekî azad bide nasandin.

Pêşketina qada ragihandinê bi beşdariya jinan

Nêrgiz diyar kir ku destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an bû mîrasa têkoşîna jinan nexasim di rewşên zehmet ên qada ragihandinê de û bi awayekî mezin hişt ku jin di hemû qadan de û bi taybetî di qada ragihandinê de beşdar bibin.

Nêrgîz wiha pê de çû: “Ez nikarin behsa Asoyên Jinan bikim beyî ku behsa mîrasa demdirêj a kar û xebatên jinan bikim ku hewl da ev qad pêş bixin. Yek ji wan in ku kovara Dengê jiyanê sala 2015-2016`an bi zimanê erebî û kovara Asoya jinê bi zimanê kurd derxistiye ez bûm. Kovar ji 80 rûpelan pêk tê û di şert û mercên zehmet de li jinan tê belavkirin.”

Yekemîn kovara ku karûbarên jinan derdixr pêş

Nêrgiz wiha zêde kir: “Ger em vegerin dîrokê, kovara yekemîn ku jinan bi rêya wê xwestin mafên xwe nîqaş bikin û dewa wê bikin, kovara Dengê jinê bû. Ev kovar li Bexdayê sala 1953`yan derket û tê de gelek mijar cih girt bi taybet tundiya li dijî jinan.”

Derbarê çîrokên jinan li Kurdistanê de Nêrgiz got: “Beriya derxistina kovaran, jin çîrokên xwe bi devkî digotin. Dixwazim vê bêjim li ku derê jin hebe, şoreş û têkoşîn bi rêve biriye, xwe wek rastiya jiyanê nasandiye.”

Nêrgiz diyar kir ku di her hejmarekê de, mijareke sereke heye û di hejmara ku beriya çend rojan de derketiye, felsefeya “Jin jiyana azadî, mijara yekemîn bû.

Nêrgiz eşkere kir ku gelek jinên ku di derxistina vê hejmarê de beşdar bûne ne nivîskar û ne jî xwenda ne, lê belê ew xwedî hişmendiyeke kûr in ku di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de bi dest xistine û got: “Em hewl didin bihêlin kovar ruh û hişmendiya jinên ku li rastiya xwe û ya civaka xwe digere temsîl bike.”

Destpêka weşana malpera kovarê

Nêrgiz destnîşan kir ku jinên nivîskar ên derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dikarin di hejmarên kovarê de beşdar bibin û got: “Em amadekariyê ji bo destpêkirina weşana malpera dijîtal a kovarê dikin, da ku her jinek bikare mijarên di nav ajansê de bixwîne.”

Nêrgiz di dawiyê de got: “Berî nêzî hefteyekê me hejmara yekemîn a kovarê weşand û ew li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta bigihêje jinên koçber ên Minbicê hat belavkirin. Ew jî gelekî pê kêfxweş bûn. Em hewl didin ku dozên têkildarî rastiya civakê jî bînin ziman û em amadekariyê ji bo amadekirina hejmareke kovarê ya bi zimanê Kurdî jî dikin, ji ber ku em ji bo dîrokê dinivîsin.” ANHA