Rojnameya Ronahî

Foza Yûsif: Navnîşana çareseriyê Rêveberiya Xweser e

 

Endama Konseya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif got “Sedema mezinbûna pirsgirêka Sûriyeyê ya ku beriya 2011’an dest pê bûye û piştî meha Adarê ya sala 2011’an veguheriye pevçûnan, hikûmeta Şamê û hêzên navneteweyî ne.”

Tiştên beriya sala 2011’an û piştî wê, rewşa jê re krîza Sûriyeyê tê gotin çi ye? Kê kir ku krîz kûr bibe, kî ket hewila çareserkirina wê? Endama Konseya Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif, li ser pirsgirêka Sûriyeyê û hûrguliyên nirxandinên xwe kirin.

Rewşa bi ‘pirsgirêka Sûriyê, krîza Sûriyê’ tê pênasekirin, çi ye?

Rewşa jê re pirsgirêka Sûriyeyê tê gotin, nebûna pergaleke demokratîk, mafên olî û jinan e. Ev, pirsgirêka hemû dewletên li herêmê ye. Ji ber nebûna pergaleke wiha, rê li ber gelek pirsgirêkên siyasî û aborî vebû. Bi vê jî rê li ber krîza civakî vebû. Rastiya netewe dewletê ya li Rojhilata Navîn, hêzên serwer ku şerê Cîhanê yê Yekemîn kar kir, li ser nijadperestî, olperestî û zayendperestiyê dewlet ava kirin. Ji van netewe dewletan yek jê jî Sûriyê bû ku di vî şerî de parçe bû. Dewleta Sûriyeyê jî ket heman rewşê. Çimkî Sûriyeyê jî xwe spart netewe-dewletê. Bi heman awayî Kurd, Suryan û pêkhateyên civakî ku li Sûriyeyê dijîn, hatin înkarkirin. Ji ber vê, ji xeynî zextan rê li ber pirsgirêkên siyasî û olî jî vebû. Ji ber pêvajoya em tê re derbas bûn, ji ber tiştên qewimîn, di nava civaka Sûriyeyê de, ji ber aciziyên li dijî vê pergala nedemokratîk rê li ber destpêbûna tevgerînên sala 2011’an vebû. Ji wê boneyê ye ku mirov dikare bibêje ku pirsgirêka bingehîn a Sûriyeyê, netewe dewlet û nebûna pergaleke demokratîk e.

Li Rojhilata Navîn netewe dewletê îflaskirî ye

Beriya sala 2011’an jî pirsgirêk hebûn. Bo mînak; siyaseta nijadperest a li Rojavayê Kurdistanê ya sala 2011’an. Sedema derxistina komên radîkal li gelek herêman, polîtîkayên olî bûn. Pirsgirêkên cidî yên zayendperest hebûn. Rewşa sala 2011’an li tevahiya Rojhilata Navîn bi îflaskirina netewe dewletê derket holê. Ev pêvajoya wek bihara Ereban dest pê bû. Îflasa netewe dewletê li Sûriyeyê bi aşkerehî derket holê. Netewe dewlet êdî nikare xwe bi rê ve bibe, bi guherîn û veguherînan pêdivî bi avakirina pergaleke din heye. Çimkî xitimînek hebû. Ne bi tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên Sûriyeyê xitimîn hebû. Ya balkêş jî ew bû ku tevgerîn li Deraa’yê dest pê bû. Ji vê xuya ye ku pirgsgirêka Sûriyeyê hatiye asteke wisa ku mirov nikare tehemulê wê bike. Lewma sala 2011’an gelan serî hilda.

Mirov dikare ji du aliyan ve bi vê de bikeve. Yek; bingeha destpêbûna serhildanê aciziyên gel bû. Daxwazên gel, gelek bûn. Daxwaza asas, wekhevî bû. Ji wê boneyê jî divê pergal bê guhertin. Daxwaz ji bo danîna diyalogê hebû. Ji ber ku xizanî û bêedaletî zêde bûn. Azadî nîn bû, zext pir bû. Li her derê pergala mixeberatê û ewlehiyê hebû. Li cihên Kurdan, nasnameya Kurdan dihat înkarkirin, pirsgirêkên aborî û demokratîk. Li cihên Ereban pirsgirêkên demokrasî, aborî û civakî gelek bûn. Nasnameyên civakî dihatin înkarkirin. Gava mirov van hemûyan tîne ber hev, gelên Sûriyeyê dixwest ku pergalek bê avakirin ku cihê hemû gelan di nav de hebe.

Rêveberiya xweser riya çareseriyê ye

Krîz, di nav 12 salan de bû sedema gelek êş û xerakirinê. Bi milyonan kesan koç kir, bi sedhezaran kes hatin kuştin û bi sedhezaran kes jî birîndar bûn. Binesaziya Sûriyeyê gelek xera bû, hin bajar ji binî ve îmha bûn. Şerê DAÎŞ’ê û pirsgirêka Sûriyeyê ku zêde li ber xwe da, bi neyînî bandor li seranserî sûriyê dike.  Bi xizaniyê ev yekcar zêde bû. Zêdeyê nîvê gelên Sûriyeyê di nava xizaniyê de ne. Di warên zanist û perwerdehiyê de jî texrîbat zêde çêbûn. Bi van xemû texrîbatan civak birîndar bû. 12 sal in rû bi rûyê van pirsgirêkan in û bi van hemûyan rê li ber pirsgirêkên mezintir vedibe.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, înîsiyatîfa çareseriyê ava kir. Di rewşa siyasî ya îroyîn de, cardin dixwaze ku projeya xwe ya çareseriyê pêşkêş bike. Çimkî Rêveberiya Xweser li Sûriyeyê hêzeke giring e. Ji % 30’ê gelên Sûriyeyê di bin banê Rêveberiya Xweser de tên birêvebirin û xwdî projeyeke çareseriyê ye. Lewma, înîsiyatîfa Rêveberiya Xweser giring e. Rêveberiya Xweser, ne bi tenê li ber gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di ber hemû gelên Sûriyeyê de berpirsyar e. Modêla yekane ya ji hemû gelên Sûriyeyê re bibe bersiv, Rêveberiya Xweser e.