Rojnameya Ronahî

Huner çanda gelan tîne cem hev

Birûc Resûl/Qamişlo_


Desteya Çandê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Desteya Çandê ya herêma Cezîrê, bi diruşmeya “Bi hev re, em ê bikin ku huner buhara dilan be”, Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li bajarê Qamişlo, 8`e mîn pêşengiha hunerî û hevdîtina rojava ya 4`e min ji 28`ê heya 30`ê gulanê hat bi dawîkirin.
Desteya Çandê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Desteya Çandê ya herêma Cezîrê, bi diruşmeya “Bi hev re, em ê bikin ku huner buhara dilan be”, Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li bajarê Qamişlo,  8`e mîn pêşengiha hunerî û hevdîtina rojava ya 4`e min, ji 28`ê heya 30`ê gulanê bi dawî bû. Bi beşdariya zêdetirî sed hunermendan, ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.  Di pêşengehê de her hunermendekî bi tabloyekê beşdar bû. Piraniya tabloyan rola jinan di jiyanê de, li herêmê vedibêje û rastiya gelên herêmê raberdike.
Di dawiya pêşengehê de ji milê desteya çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê komîteyek  ji bona belavkirina xelatan hate avakirin.
Girêdayî pêşengehê û kar û xebatê wê, wênezaz Emel Etar û Mehemed Cawîş ji rojnameya me re ev gotin:
Emel Etar  ji bajarê Reqaayê ye destnîşan kir ku tabloya ku wê beşdarî pêşangehê kiriya, hêza jinan di nava xwe de digire û wiha got:” Berê jinan nedikarî rêya hunerê hilbijêre û em îro bi beşdarbûna jinan di pêşangehê de, bi tabloyên xwe peyama aşîtiyê didin û cihê xwe li her derê isbat dikin. Emel da xwiyakirin ku cara 2`e mîn tevlî pêşengiha hunerî dibe û cara yekemîne tevlî sempoziyom dibe.”
` Jin cihê xwe li her derê isbat dike `
Emel Etar bal kişand ser girîngiya van pêşangehan, bi taybetî ji bo jinan û wiha got:” Ji bo ku jina hunermend di warê hunerê de pêşbikeve, divê karibe kevneşopiyên kevnar ên di nava civakê de bişkîne. Bi riya tabloyên ku xêzkirine vîn û hebûna jiyê û hêza wê derketiye holê û isbat kiriye ku ji di her warî de jin dikare bibe pêşng.
Emel di dawiya axaftina xwe de got:” Armanca me ji vê pêşengehê  bilindkirina asta hunerî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û  piştgirîdayîna hunermendan e, her wiha bi riya wêneyan pêşxistina çand û folklora kurdî.  Weke din bi riya hunerê vegotina rastiya  koçberiyê, malên kurdan, girêdana bi darên zeytûnan, xweza û hwd….”
‘Huner sînoran nasnake’
Mihemd Cawîş wênesazê ji bajarê Efrînê, ji mere diyar kir ku pêşangeh mîna pêşangeheke cîhanî ye,  û ji ber ku ev pêşangeh rengekî çandî û hestiyar  dide Sûriyê bi taybetî giştî bakur û rojhilatê Sûriyê. Ji ber vê yekê em hunermendên bakur û rojhilatê Sûriyê me gelek kar û xebat da meşandin û em bi rojan li ser van tabloyan sekinîn, ji bo ku hunereke baş û bedew were pêşkêş kirin.”
Cawîş  anî ziman ku:” Huner deng û neynika gel e, ku êş û trajediyên xwe yên ku niha tê re derbas dibe tîne ziman û huner tiştekî zelal û tê fêmkirin e. Di derbarê pêşketina civakê de jî peyameke ku dighêje hemû cîhanê.”
` wêne ku hestî û çandî ya Sûriyê diyar dike `
Mehemed Cawîş bi vê gotinê axaftina xwe bi dawî kir:” Em piştgiriya hemû hunermendên xwe yên li Bakur û rojhilatê Sûriyê dikin, em bang li hemû hunermendên herêmê dikin ku beşdarî pêşangehên wiha bibin, da ku em wêne û çanda xwe ji hemû deverên cîhanê re ragihînin. Ev wêne bi giştî hest û çanda  Sûriyê diyar tînin cem hev, her wiha em xwediyê şaristanî û dîrokeke kevnar in. Hunermendên me bi tabloyên xwe yên bedew dîrokê zindî dikin.”