Tuesday, July 21, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

HPG’ê bîlançoya şer a meha Gulanê eşkere kir

03/06/2023
in NÛÇE
A A
HPG’ê bîlançoya şer a meha Gulanê eşkere kir
Share on FacebookShare on Twitter

HPG’ê bîlançoya şer a meha Gulanê eşkere kir. Artêşa Tirk a dagirker ji bejahî û hewayî ve bi sedan carî bombe li çeperên berxwedanê barand. Di şer de 54 dagirker hatin kuştin. 13 gerîla şehîd bûn.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de hate gotin, “Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku hêza parastina rewa û îradeya azad a gelê Kurd e, ji bo gelê me yê bindest bibe xwedî paşerojek bi çand, ziman û dîroka xwe ya bi rûmet li dijî êrîşên mêtingeran berxwedaneke dîrokî kirin û ev berxwedan hîn jî dewam dike. Hêzên me ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a mêtinger bi berxwedaneke bêhempa bersivê didin, piştî erdheja 6’ê Sibata 2023’an ya li Mereş-Bazarcixê, eşkere kir ku wê li gorî biryara bêçalakiyê ya tevgera me tevbigere û nêzî 4 mehan li gorî vê yekê tevgeriya. Li gel vê biryara me, ku ji bo pêçandina birînên gelê me yên erdhejê li ser bingeha mirovî hate wergirtin, rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst û artêşa Tirk a dagirker a di bin kontrola serkêşê şerê taybet ê qirêj Hûlûsî Akar de ye, êrîşên xwe dewam kirin. Artêşa Tirk a dagirker di serî de Herêmên Parastinê yên Medyayê hemû qadên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê gelek caran bi balafirên şer, helîkopterên êrîşê, obus, hawan, tank û topan bombe kir, li dijî çeperên berxwedanê yên gerîla bi çekên qedexekirî û kîmyewî bombe kir, bi vî rengî sûcê şer kir. Artêşa Tirk a mêtinger di nava meha Gulanê de bi taybetî li Bakurê Kurdistanê her cûre derfetên teknîkî bi kar anî û il gel bi sedan dagirker û kontrayî operasyonên berfireh pêk anî.”

Artêşa Tirk a mêtinger ku li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bêçare ma, meha Gulanê çeperên berxwedanê yên gerîla 8 caran bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bombe kir û sûcê şer kir. Li gel vê yekê çeperên berxwedanê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê 126 caran bi balafirên şer, 11 caran bi helîkopterên êrîşê, 435 caran bi hawan, obus, tank û çekên giran bombe kir. Di dema êrîşa dagirkeran de şer qewimî. Di şer de 54 dagirker hatin kuştin, 2 dagirker birîndar bûn. Di êrîşên dijmin de 13 hevrêyên me şehîd bûn.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku têkoşîna şehîdên me ji xwe re dikin mîrate û bi vî rengî mezin dibin, wê doza mafdar a azadiyê ya gelê me teqez bi ser bixînin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Qanûneke ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk dike, divê bê derxistin’
NÛÇE

‘Qanûneke ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk dike, divê bê derxistin’

20/07/2026
Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin
NÛÇE

Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin

19/07/2026
PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe
ROJEV

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe

19/07/2026
KCKê Çarşema Sor pîroz kir
ROJEV

KCK: Gelê Rojavayê Kurdistanê wê destketiyên xwe weke doh îro biparêze

19/07/2026
Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir
NÛÇE

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir

19/07/2026
Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin
CIVAK Û JIYAN

Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.