Rojnameya Ronahî

Hawara Jin

Xecê Şen

Xwinêrên hêja, min di nivîsa xwe ya berî vê de balkişandibû ser Kovara Hawarê û zimanê wê yê zayendperest. Ez ê di vê nivîsa xwe jî, di Kovara Hawarê de rista jinan bigirim dest.

 Belê, dema ku mirov li ser dîroka mirovahiyê û ya gerdûnê lêkolînê dike mirov dibîne ku jinan ji dîroka mirovahiyê û heta niha berxwedêriyeke bêhempa daye meşandin, di her serdemê de berxwedêriya xwe jî jîndewer kiriye û her tim ji bo civaka mirovahiyê jiyaneke nû afirandiye. Ev jîndewerî hem di warê felsefî û hem jî di warê zimanî û perwerdehî ve civakbûyînekê nû avasazkiriye û parastiye.

Bêguman di heqîqeta kurd û Kurdistanê de û taybet jî di heqîqeta dîroka jinên kurd de jî ev her wisa bûye. Anku jinan di her serdemê de di gelek waran de têkoşiyane, di guhertin û veguhertina civakî de risteke mezin lîstine. Ji dîroka mirovahiyê û heta dîroka Kurdistanê yên ku li dijî zilmê û her cureyên desthilatdariyê mêrsalariyê serî rakirine û têkoşiyane bêguman jin in. Her çiqas di encama polîtîkayên şerên taybet ên ku dagirkeran li ser jinan hatibe meşandin û di encamê qirkirin-qetilkirin, pişaftin û biyanîbûn hatibe jiyîn jî, lê dîsa jî jinan di fersenda yekemîn de li dijî her cure qirkirin, pişaftin û biyanîbûnê têkoşiyane, şer kirine û ala berxwedanê bilindtir kirine. Her wiha bi rûhê berxwedaniya jinan tovê vejînê reşandine û di herikîna jiyanê de jîndewer bûye. Anku jin di hemû serdem û pêvajoyan de bûye hêza herî xurt a serhildan, berxwedan û bilindkirina têkoşîna azadiya civakî. Em çanda vê berxwedêriya azadiya jinan carînan di rêzikên helbestên Mestûre Kurdistanî, carînan jî di roman sembola berxwedana mala Eliyê Ûnis, Rindê Xanê de dibînin.

Bêguman ji dîroka berxwedêriya jinan yek jî ronakbirî û rewşenbîriya jinan e. Dema ku mirov li ser dîroka ronakbîrî û rewşenbîriya jinan lêkolîn dike, di kûrahî û hûrahiya wê de diçe, mirov dibîne ku jinan di gelek mekanîzmayên ronakbîrî û rewşenbîriyê de cih girtiye û bi rê ve biriye. Hêjayî gotineyê ku Kovara Hawarê jî ji wan mekanîzmayan yek e. Jinan di rêveberiya Kovarê de cih girtine û bûne hawara jinan a pênç hezar salan. Her wiha gelek jinên weku Rewşen Berdirxan, Dilîstan, Evîn Cîweleq û Şêbistan ji bo pêşxistin û pêşdebirina zimanê kurdî, di avakirina lîteratora wêje û rewşenbîriya kurdî ya neteweyî û navneteweyî de risteke mezin lîstine û xebatên pir pîroz kirine. Ev jî dide xuyakirin ku di Kovara Hawarê de û nivîskariya wê de tene mêran tê de cih negirtine, ronakbîrî û rewşenbîrî nekirine. Di heman demê de jinan jî cih girtiye, ji bo guhertin û veguhertina hişmendiya civakî risteke mezin a pêşengitî û rewşebîrî lîstine. Dibe ku di hêla hejmarî ve (nicelik) kêm bin, lê dema ku mirov nivîsên wan dixwînê mirov dibîne ku ji aliyê fikir û hizrî ve xwedî hêzeke pir bi (nîtelîk) xûrt dibîne.

Lê mixabin di Kovara Hawarê de ew ked û xebatên jinan ji bilî çar nivîsan pêvetir xuya nake. Lewra ji destpêka dîroka ronakbîriya Hawarê û heta niha dema ku nirxandin, şîkar û şîrava li ser hatine kirin, her tim weku avakar, berpirsiyar, pêşeng, ronakbîr û rewşenbîr mêr dane xuyakirin û derxistine pêş. Anku şîkar û şîravayên ku  li ser Hawar û dahûrandina wê hatiye kirin hemû li ser hişmendiya mêran bûye. Weku hemû kar û xebat mêran kiribe, ronakbîrî û rewşenbîrî wan bipêşxistibe tê xuyakirin. Bi kurtasî rûyê şênber ê Hawarê hişmendiya mêran e.

Her weku me li jor jî daye xuyakirin, dema ku mirov li xebatên jinan ên li ser ziman û wêjeyê yên di sala 1930-1932-1933an de dinihêre mirov dibine ku jinan di wan salan de jî gelek xebatên hêja û pîroz kirine. Taybetî ji bo pêşxistin, pêşdebirina Hawarê gelek kar-xebatên pir bi wate dane meşandin û nivîskarî ji Hawarê re kirin e. Dema ku mirov bi baldarî Kovara Hawarê dixwîne mirov vê yekê hê baştir dibîne û fêm dike. Bi rastî jî dema ku mirov di kovareke wisa xwerû bi Kurdî de reng, deng û pênûsa zêrîn a jinan dibîne mirov bêhtir bextewertir dibe. Anku  jinên wek Rewşen Berdirxan, Dilîstan, Evîn Cîweleq û Şêbistan li ser gelek mijarên weku dîroka Kurdan, beşên wêjeyê yên weku helbest, çîrok, meselok, Jin û hwd. Di Hawarê de nivîsîn e. Ev ji bo pêxistin û pêşdebirina nîvîskarî, ronakbîrî û rewşenbîriya jinên Kurd zor girîng e. Bêguman bi ked-fedekariya wan jinên pîroz asta têkoşîna azadiya jinan, asta ilim û zanyariya jinên Kurd hat bilind kir û îro gihişte zanista jinan a bêhempa ya Jineolojiyê ye.

  Çavkanî: Hemû hejmarên Kovara Hawarê ya ji weşanxaneya J&Jyê