Rojnameya Ronahî

‘Bi rêya wênesaziyê mirov hestên xwe nîşan dide’

Wênesaza ciwan ya Kurd Nazlîn Celal Eldîn da zanîn ku bi rêya wênesaziyê mirov dikare hestên xwe nîşan bide û got, piştgiriya malbata min ji min re bû bingeha serkeftinê.

Norşîn Sîno / Qamişlo

Wênesazî ,yek ji girîngtirîn hunerên bedew e ku ji bo nîşandana hest û nakokiyên hundirîn yên di nava mirovan de, tê bikaranîn. Ji ber ku wênesazî giyanê mirovî yê veşartî îfade dike û tiştên ku di hundirê wê de ye ji hezkirin, êş, veqetîn, hesret û hestên din vedibêje. Gelek bûyerên girîng jî derdixe pêş, îfade dike û nemir dike. Nazlîn jî yek ji wênesazên Kurd e, wê ji zaroktiya xwe ve hewl da ku hestên xwe  herwiha astengî, kêf  û xweşiya jiyana xwe bi wênesaziyê derxe holê û heta niha jî ew berdewam dike.

 

Ji ber îmkanên kêm rismên hêsan xêz dikir

 

Nazlîn Celal Eldîn ciwana kurd ya 24 salî , ku ji bajarê Dirbêsiya yê Rojavayê kurdistanê ye , diyar kir ku wê ji biçûkaniya xwe  ve ji wênesaziyê hez dikir , herwiha di wê demê de Ji ber derfetên wê yên qels û temenê xwe yê ciwan rismên hêsan xêz dikir .Piştî çend salan ji xêzkirina wêneyên wê dest bi xêzkirina hinek wêneyên giran kir wek  xweza, lawir û her wekî din her wiha di peymangeha  Hunerên Bedew de dest bi xwendinê kir ,da ku karibe xwe pêş bixe ji ber ku di nerîna wê de  mayîna di qonaxên wênesaziyê yên hêsanî de pêşketin çênabe.

 

‘Bi rêya wênesaziyê mirov dikare hestên xwe nîşan bide’

 

Nazlîn dazanîn ku ew bi rêya wênesaziyê hestên xwe nîşan dide, herwiha piraniya tabloyên wê  êşên ku ew rû bi rû di jiyana xwe ya kar herwiha ya taybet de dibîne , derdixe holê  û got: “Di kesayeta her mirovî de rewşên jiyanê yên taybet heye , ku di jiyana xwe ya rojane de rastî gelek pirsgirêkan dibe û her mirovek jî rewşên xwe bi rengekî dedixe holê. Ez jî astengî herwiha rewşên ku ez têde derbas dibim bi rêya wênesaziyê nîşan didim û hindurê xwe vala dikim da ku ez aram bibim”.

Piştgiriya malbat ê bingeha serkeftinên mirov in ‘

Destpêkirina her karekî  mirov rastî zehmetiyan tê û dibe ku bibe sedema şikestin û teslîmkirina mirov , ji ber vê piştgirî roleke pir girîng di vî milî de dileyize, da ku bibe rêya xurtkirina mirov .Malbata Nazlîn bi taybet jî birayê wê jê re bûna jêdera piştgiriyê û jê re rêya serkeftinê ji keleman paqij kirin. Ji bo pêşxistina Nazlîn , malbata wê derfet danê ku ew li gel mamosteyek ji bo fêrkirina wênasaziyê xwe fêr bike, herwiha hemû amûrên ku ji bo wênesaziyê pêwîste peyda kirin. Nazlîn dibêje: “Piştgiriya malbata min bingeha serkeftinên min in ”  .

‘Ji bo pêşxistinê tevlîbûna pêşengehan girîng e’

Nirxandina kar ji aliyên pisporên wî karî ve gaveke girînge, ji bo pêşxistina destpêkeran .Derbarê wênesziyê jî gelek pêşengeh , çi ji aliyê Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser yan jî  ji aliyê saziyên taybet yên Elaqedarî wênesaziyê ve çêdibin , tê de wênesaz tabloyên xwe pêşkêş dikin û wêneyên wan ji aliyê Komîteya nirxandinê ya ku endamên wê pisporên wênesaziyê ne , têne nirxandin . Nazlîn di rêya tevlîbûna di pêşengehan de, nirxandinên komîteyên nirxandinê  ji xwe re dike hêz û xwe pêş dixe ,  herwiha diyar kir ku ew heta niha tevlî çar pêşengehan bûye . Mezintirîn pêşengeha ku ew tevlî bûye ‘Hevdîtina Rojava a Çaremîn ya Hunera Şêwekariyê ‘ ya ku ji aliyê Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya Desteya Çandê ya Herêma Cizçrê , li bajarê Qamişlo hate li darxistin. Nazlîn bi tabloya xwe ya ku nameya wê êşa jinan di civakê de , beşdarî vê pêşengehê bû û ew ji bo beşdarbûna xwe pir kêf xweşe. ‘Rola mamosteyên wênesaziyê ji bo şagirtan roleke sereke ye’ Rola mamosteyên wênesaziyê ji bo şagirtan roleke sereke ye ji ber ku şagirt di destpêkê de dikeve gelek şaştiyan herwiha astengiyan jî dibîne, ji bo derbaskirina wan herwiha ne teslîmkirina li hember wan mamoste pêwste . Nazlîn  diyar kir ku ew jî despêkê de eynî pirsgirêk derket hola karê wê û bi rêya mamosteyê xwe ew derbaskir , da ku gihişte vê astê.

‘Heta ku mirov xewnên xwe pêk bîne, berxwedan pêwîste ’

Wênesaza Kurd Nazlîn Celal Eldîn nameyek ji bo Şagirt û hezkiriyên wênesaziyê pêşkêş kir û wiha got: ” Nameya min weke wênesazeke kurd ji bo şagirt û hezkiriyên wênesaziyê ku bi cesaret li berxwwe bidin li berxwe bidin da ku xewnên xwe bi cih bînin , ji ber ku her tişt bê westandin û berxwedanî pêk nayê , herwiha xewnên ku bi hêsanî pêk tê tama wan nîn in ” .