Rojnameya Ronahî

Yek ji kevintirîn bazarên bajarê Qamişlo bazara Ezra ye

Birûc Resûl/Qamişlo

Bi dehan bazar li bajarê Qamişlo hene, lê ya herî kevn bazara Ezra ye, ev bazar ji destpêka avabûna Qamişlo ve hatiye avakirin. Firoşkarên bazarê diyar kirin ku li vê bazarê gherî zêde biharat, hingiv û dermanên xwezayî tên firotin.

Kuçe û kolanên wê bi keviran hatine reqaftin, dora wê xaniyên ji kerpîçan in. Ev der sûka Cihûyan e. Li bajarê Qamişlo, gava mirov dikeve sûka Cihûyan ya kevin ‘EZRA’ ji her alî ve bêhna baharatê tê.

Bajarê Qamişlo sala 1926’ê gava dest bi xebata danîna riya trênê ya kompaniya Toros dikin ji bajarê Nisêbînê tê veqetandin. Li bajêr şêniyên wê piranî Kurd in û li gel Kurdan Ereb, Suryan û Ermen jî şêniyên vî bajarî ne. Çarsûya Ezra ye ji roja bajar hatî danîn heta îro cihekî sereke yê bazar û danûstandina şêniyên bajêr e.

Dikan û firoşgeh bi kerpîçan hatine çêkirin, rê û rêbiwar bi keviran hatine danîn û bêhna baharatê ji devê kolanan bilind dibe. Ji ber wê mirov dikare bêje bazara  Cihûyan Ezra hê jî kevnariya xwe ya resen diparêze.

Derbarê bazar Ezra firoşkarên bazarê ji Rojnameya me re axivîn.

Firoşkarê bi navê Kerem Qewas yek ji kevntirîn firoşkarên bazara Ezra ye, ew di bazara Ezra de demeke dirêj derbas kiriye, ew ji beriya 45 salan ve li vê bazarê kar dike.

`Bazara Ezra bi destê cuhuyan hatiya avakirin `

Kerem qewas derbarê avabûna sûka Ezra wiha got: “Di navbera salên 1915 û  1916`an de, ev bazar hatiya avakirin, her wiha ev bazara herî kevnar li bajarê Qamişlo ye. Ev bazar bi destê cuhuyan hatuya avakirin, yekemîn kesê ku bi vî karê rabû  kesê bi navê Ezra bû, ew bi karê etariyê rabû. Ji ber ku berî dermanên kîmyayî tune bûn, welatiyan ji bo tedawiya nexweşiyan berê xwe didan dermanên xwezayî, ev dermanên xwezayî jî li bazara Ezra dihat firotin. Di wê demê de Ezra di çêkirina dermanên xwezayî de jêhatî bû, pir mirov li ser destê wî hatine dermankirin. Ezra dermanên xwe belav dikir, herwiha zarokên xwe fêrî çêkirina dermanan kir, heta roja Îro ev kar berdewam e.

` Berê li vir benêr, mast û hirî dihat firotin

Firoşkarê bi navê Nûredîn Ernasî  jî derbarê bazara Ezra de wiha got: “Ev 30 sal ez li bazara Ezra kar dikim. Ev bazar pir kevnar e ku hemû dikan ji axê hatina avakirin. Bazara Ezra ji bazarên herî kevn ên Qamişlo ne, niha bi bazara biharat û dermanên giyayî tê naskirin , berê gelek tişt li vê bazarê hebûn, wekî firoştina benêr, mast û hiriyê.”