Rojnameya Ronahî

Ne bi hilbijartinê Erdogan bi hêza dewletê li ser desthilatdariyê ma

Zekî Bedran

 

Li Tirkiyê tura duyemîn a hilbijartinan xilas bû. Li gorî daxuyaniyan Erdogan ji sedî 52 bi ser ket. Di vê rewşê de dê aliyê Erdogan û Baxçelî dê 5 salên din Tirkiyê bi rê ve bibe. 21 salên ku Erdogan li ser desthilatdariyê mayî tu pirsgirêkên Tirkiyê çareser nekirin. Li ser bingehê dijminahiya Kurdan demokrasî hilweşandin û ne edalet ne jî aborî li holê nema. Êrişên dagirkeriyê yên li ser Sûriye û Iraqê, qirkirina li ser Kurdan Tirkiyê xiste nava çiravê de. Niha jî dibêjin ku dê polîtîkayên şer û dijminahiya li dijî Kurdan bê navber bidomînin.

Bêguman dê encamên hilbijartinê hîn zêdetir bên nîqaşkirin. Di rastiyê de hilbijartineke ku weke hilbijartinekî asayî nehat kirin. Eger AKP û Erdogan di mercên asayî de beşdarî hilbijartinê bibûna, ne dikarîn bibin desthilat ne jî dikaribûn nîva dengê ku standine bistînin. Ka bifikirin, eger AKP jî weke CHP’ê û partiyên din bê alîkariya derfetên dewletê, di mercên wekhev de beşdarî hilbijartinê bibûya dê çi çêbûya? Partiyek bi navê AKP’ê jî nedima. Me di nirxandinên xwe yên li ser hilbijartinê de hertim got, li aliyekî partiyên muxalefetê li aliyê din jî dewlet beşdarî hilbijartinê dibe. Erdogan tevahî pîvanên exlaqî û hiqûqî dan aliyekî, tevahî derfetên dewletê bikar anî û beşdarî hilbijartinê bû.

Tevahî hêzên tarî û paşverû yên Tirkiyê di bin navê hilbijartinê de operasyonek birin ser muxalefetê. Kampanyayek balkêş a reşkirin, provekasyon, derew ku xwe dispêre demagojiyê dan meşandin. Bi dijminkirin, vederkirin û zextê hewl dan muxalefetê bêbandor bikin. Kesên weke Umît Ozdag û Sînan Ogan bi kar anîn û derdora siyasî jirê derxistin. Endamên xwe yên şerê taybet kirin belaya serê muxalefetê. Bi kurtahî bi operasyoneke ku navê hilbijartinê lê kirinbûn dest danîn ser desthilatê. Eger vê hilbijartinê rewa, adil û wekhev bibînin dê bibe jirêderketineke mezin. Ji derveyî vê li gel tevahî komplo, gef û zextan jî Erdogan tenê ji sedî 52 deng girt! Dema em fêlbaziyên hatine kirin, dizîna dengan û hîn gelek lîstokên ku derneketine holê bihesibînin, dê bê dîtin ku piraniya gel Erdogan naxwaz e.

Kesên faşîst ên weke Sînan Ogan bi lîstok û komployan gotin ku me Kurd di polîtîkaya Tirkiyê de bêbandor kirin. Herkes dizane ku, eger Kurd nebûna muxalefetê bajarên mezin ên weke Stenbol û Enqere qezenç nedikirin. Standina şaredariyên van bajarên mezin ji desthilatê bû derbeyek mezin. Ji ber ku, dema Erdogan hilbijartin qezenç kir weke armanc girtina Stenbolê danî pêşiya xwe. Ev yek şikestina wan û encamên derketine holê nîşan dide. Dema ku muxalefetê şaredarî girtin baweriya wan a bi xwe zêde bû, zindî bûn. Kurdan nîşan kirin ku ew didin qezençkirin û windakirin.

Di vê hilbijartinê de jî yên herî rastî zextê hatin dîsa Kurd bûn. Divê tevahî muxalefet êdî vê rasiyê bibîne û bipejirîne; gelê Kurd pêşeng û motora demokrasiyê ye. Dema ku qayûm diavêtin şaredariyên HDP û kesên hilbijartî diavêtin girtîgehan, divê muxalefetê ev êriş weke ku li wan û demokrasiyê hatine kirin bidîtiba. Kurd li Tirkiyê hêza bingehîn a demokrasiyê ne. Zext û êrişên li ser Kurdan ne tenê li Kurdan tên kirin, li dijî tevahî Tirkiye û demokrasiyê tên kirin. Zext û bêmafiyên li dijî Kurdan teqez demokrasiya Tirkiyê lewaz dike. Binê lingê muxalefetê vala dike. Kesên ku temaşeyî zextên li dijî Kurdan dikirin, dema dor tê wan di bin de dimînin.

Dema ku HDP’ê ragihand dê piştgiriyê bidin Kiliçdaroglu hinek derdoran got ev xelet e. Hinekan jî propoganda kirin ku bi dengê Kurdan çepên Tirk dişînin meclisê. Yên dewleta Tirk rêve dibin, AKP û MHP dixwazin Kurdan ji gelê Tirk qut bikin û hewl didin Kurdan bitenê bihêlin. Me di pratîkê de jî dît ku eger li Tirkiyê demokrasî pêş bikeve dê Kurd henaseyekê bigirin. Ji bo pêşketina demokrasiyê jî pêwîste bi hêzên demokrat re bibin yek û hêz bibin hevdû. Tifaqên demokratîk avakirin ne xelet e, berovajî hîn zêdetir pêwîste û divê bên bihêzkirin. Eger Kurd çend parlementeran zêdetir bişînin meclisê dê çi biguhere? Erkê sereke li Tirkiyê mezinkirina demokrasiyê ye. Eger wisa be hem dê Kurd, hem jî tevahî Tirkiyê qezenç bike. Xeta rast ev e. Pêwîst nake serê gel tevlîhev bikin û dudiliyê ava bikin. Ji ber ku careke din Erdogan anîn ser desthilatê, cîhan nesekinî ye. Jiyan û têkoşîn berdewam dike. Her ku têkoşîna demokrasiyê bi hêz bibe dê faşîzm hêzê winda bike û binbikeve. Di vî alî de pêwîste Tifaqa Ked û Azadiyê bihêztir bibe û yekîtiya hêzên Kurdistanî bidome.