Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Salih Muslim: Tirkiye dikeve qonaxeke tarî

31/05/2023
in ROJEV
A A
Salih Muslim: Tirkiye dikeve qonaxeke tarî
Share on FacebookShare on Twitter

 

Salih Muslim destnîşan kir ku faşîzma AKP/MHP’ê bi rêbazên qirêj û tifaqa li gel mafya, Hîzbûlahê di hilbijartinan de serkeftî xuya kiriye, lê ji hundirve hildiweşe û wê bikeve qonaxeke tarî. Muslim bal kişand ku Kurd tevî hemû êrîşan serkeftî bûne û mînaka xweparastin û pêşengîtiya têkoşîna demokrasiyê careke din nîşan daye.

Hevserokê Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim derbarê encamên hilbijartinên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û tifaqa AKP/MHP/Hîzbûllah de ji Ajansa ANHA’ê re axivî.

Salih Muslim hilbijartin weke “Hilbijartineke bêadalet” penase kir û got: “Di her alî de êrişên dewletê li dijî gelê Kurd çêbûn. Bi vê hilbijartinê deshiladariyê dixwest Kurdan tine bike, ji hole rabike. Dixwest êrîşên 8 salên dawî yê li Kurdistanê bigihîne encamê, lê wekî wan dixwest çênebû.”

Muslim bal dikişand ku Kurd di hilbijartinan de serkeftî ne û ev nêrîna xwe wiha rave kir: “li dijî hemû êriş, zext û sextekariyan Partiya Çepêk Kesk 61 parlamenter şandin meclîsê. Ji van parlamenteran 31 jin  in û ev bi xwe serkeftineke mezin e. Xwe parastin û di meclîsê de bûn partiya sêyemîn. Di demên pêş de wê ev serkeftinên gelê Kurd ji bo tevahiya jinan û hêzên azadîxwaz ên li Tirkiyeyê bibin sedema lixwe vegerandinê. Kurdan ispat kiriye ku dikarin xwe biparêzin û pêşengiya têkoşîna demokrasiyê bikin.”

`Diviyabû gelê Tirkiyayê rabûbaya ser piyan’

Hevserokê PYD`ê Salih Muslim destnîşan kir ku divê gelên Tirkiyeyê ji bo jiyaneke hevbeş û demokratîk xwe ji nexweşiya şovenîzmê xilas bikin û wiha dom kir: “Me digot belkî Tirkiye ber bi demokrasiyê ve biçe û hebûna Kurdan qebûl bike. Lê di hilbijartinan de jî xûya kir ku şovenîzm bûye perçeyek ji laşê wan. Herî kêm diviyabû gelê Tirk li hemberî tiştên li Tirkiyê di aliyê siyasî, civakî, aborî de çêdibin rabibûya ser piyan.”

`Dewlet ket destê mafiya, Hîzbûlah û çeteyan’

Muslim, destnîşan kir ku tifaqa AKP/MHP ya bi Hîzbûllahê re wê li ser gelê Kurd xeteriyên mezin çêbike, lewma divê gelê Kurd baldar be. Muslim anî ziman ku dewleta Tirk bi temamî ketiye destê mafya, Hîzbûllah, çeteyan û wiha berdewam kir: “Li aliyekî hêzên demokrasîxwaz û gelê Kurd li aliyê din çeteyên gemar heye. Li Rojavayê Kurdistanê DAIŞ bi ser me de şandin. Li Bakur jî Hîzbûllah dikin belaya serê gelê Kurd. Hûda-Par, baronên madeyên hişbir û mafya xwe li derdora Erdogan kom kirin û hiştin desthildarî bidome. Wê Tirkiye têkeve qonaxeke tarî û kes nizane wê bi ku de biçe. Ji ber ku dewlet ketiye destê mafya, çete, Hîzbûllah.”

‘Afganistana nû’

“Li Rojava divê em hesaba xwe bikin ku Afganîstan bûye cîranê me” bi van gotinan Salih Muslim Tirkiye wekî Afganîstanê nîşan da û wiha behsa xeteriyan kir: “Siyaseta AKP/MHP ya li dijî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê xûya bû, wê vê siyaseta xwe berdewam bike. Ji destê wan were wê hîn êriş bikin. Xeteriya vê desthiladariyê li ser Rojhilata Navîn giştî jî heye. Wê çeteyên di deste xwe de bihêz bikin û li ser wan siyasetê bimeşînin. Lê dewleta Tirk ji hundir ve hildiweşe. Di aliyê aborî, siyasî û dîplomasî de îflas kiriye. Hêzên navnetewî wê ji êrişên wan re nebin alîkar. Kes tine ye ku li kelêka siyaseta Erdogan bisekine. Lê divê em tedbîrên xwe bigirin, em ne li bendê ne ku kesek were parastina me bike. Gelê me erkek dîrokî û pêşengtiyê li Rojhilata Navîn girtiye ser xwe û wê bidomîne.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.